Cenazeyê endama Lêkolînên Jineolojiyê Nagîhan Akarsel li ser milên jinan bi dirûşma “Jin jiyan azadî” hat veşartin.
Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê, akademîsyen û rojnameger Nagîhan Akarsel di 4’ê Cotmehê de li bajarê Silêmaniye yê Herêma Federal a Kurdistanê di encama êrîşeke sûîqestê de hat qetilkirin. Cenazeyê Akarsel îro 13-10-2022 di danê sibehê de anîn Nexweşxaneya Bajêr a Konyayê. Malbata Akarsel, piştî kar û barên otopsiyê cenaze wergirt û anîn gundê Golyazi (Xelîkan) ê Cîhanbeylî yê Konyayê ku li wir ji dayik bûye. Cenaze, bi tililiyên jinan hat pêşwazîkirin û li ser jinên milên jinan birin goristana gund.
‘ÊM Ê TÊKOŞÎNA NAGÎHANÊ BIDOMÎNIN’
Di dema veşartina cenazeyê de leşkeran hewl dan ku nehêlin wêneyên Akarsel bên rakirin lê jinan li ber xwe dan û bi wêneyên Akarsel meşiyan. Di dema meşê de dovîza “Jin jiyan azadî” hat vekirin, girseyê dirûşm berz kirin û ber bi goristanê ve çû. Di dema veşartina Akarsel de Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran axivî û wiha got: “Nagîhan, em tevek in. Dibe ku Nagîhan qetil kiribin. Lê belê weke rêhevalên wê, em ê mîrasa wê dewr bigirin û heta dawiyê jî vê têkoşînê bidomînin.”
Tevî dorpêç û astengkirinên leşkeran jî wecîbeyên olî hatin kirin û cenazeyê Akarsel bi dirûşma “Jin jiyan azadî” hat veşartin. Jinan, qurnefîl û şalên mor danîn ser gora Akarsel û piştre jî derbasî mala wan bûn.
Malbata Akarsel dê sersaxiyan li mala xwe qebûl dike.
ANF