Rojnameya Ronahî

`JIN JIYAN AZADÎ` sîstema desthiltdaran hejand

Navenda Nûçeyan / Qamişlo

Bêrîvan Yûnis diyar kir ku armanca hedefgirtina jinan, têkbirina îradeya civakê ye û got, dirûşmeya JIN JIYAN AZADÎ wê bibe bingeha azadiya jinan li tevayiya cîhanê.

Di 14’ê Îlonê de Jîna Emînî (22), piştî polîsên exlaqê yên Îranê bi hinceta laçika xwe bi awayekî rast nepêça ye, girtin û bi awayekî hovane îşkence lê kirin, di encamê de gihaşt asta şehadetê. Dema ev sûcê hovane pêk hat, xwepêşandanên girseyî yên şermezarkirinê Ii bajarên Rojhilatê Kurdistanê hatin lidarxistin û piştre li bajar û herêmên Îranê Jî belav bûn. Ev xwepêşandan bi pêşengiya jin dest pê kir. Wek her car hêzên Îranê bi hemû rêbazên çewisîner li hember van xwepêşandanan sekinîn û di encamê de, li gorî raporên çapemeniyê bi deha kesî şehîd bûn. Tevî binçavkirin, girtin û êrişa leşker û polîsan, gel kolanan bernade û her ku diçe xwepêşandan firehtir dibin.

Li ser pêşengiya jina kurd ji xwepêşandanên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê endama Meclisa Giştî ya Kongra Star Bêrîvan Yûnis ji me re axivî.

Bêrîvan Yûnis diyar kir ku armanca rêjîma Îranê ji hedefgirtina jinê têkbirian îradeya civakê ye û wiha got: “Rêjîma Îranê bi bihaneyên cûda jinan dikuje û işkenceyan li wan dike. Armanca wê ya sereke têkbirina îradeya civakê ye. Hedefgirtina jin û kesên azadîxwaz, vedigere hişmendiya Rêjîma îranê ya dewletbûnê û tekez dike ku dewletîbûn di sîstema Îranê de gelekî Kure bûye. Li Îranê rewş gihiştibû astekê ku dema gel dixwest  xwepêşandanan bike, pir hisab dikir. Ji ber ku rê û rêbazên Kuştin û işkencekirinê ji demên desthilatdareiya Sefewiyan heta niha bênavber dewam dike. Tu carî em Zeyneb Celaliyan jibîr nakin, çawa di zindanê de cavên wê kur bûn û ti raghandinê cîhanê ev sûcê li dij mirovî şînber nekir û ji bo raya giştî dernexist holê.”

`Bi hiceta olperestiyê nirxên mirovaiyê têk dibin`

Bêrîvan Yûnis  da xuyakirin ku hişmendiya dewletbûyîn di sîstema Îranê de kur bûye û wiha dirêjî da axaftinê xwe: “Bingeha hişmendiya dewletîbûn li ser koletiya jin û serdestiya zilam ava bûye. Mînaka herî ber bi çav ji serdestiya zilam re, rêjîma Îranê ye û tevayiya rêjîmên Rojhilata navîne. Rêjîma Îranê bi hiceta olperestiyê, nirxên mirovan dike armanc, dixwaze jin, civak û gelên Îranê li gorî modêl û hişmendiya xwe birêve bibe û zagonên li gor berjewndiyên desthilatdariyê li ser her kesî ferz dike. ”

“JIN JIYAN AZADÎ` bû dirûşmeyeke cîhanê`

Bêrîvan Yûnis da zanîn ku Jîna Emînî, yek ji qurbanên hişmendiya desthilatdaran û wiha got: “Jîna Emînî bû çirûska serhildanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê. Ew bû qurbaniya hişmendiya  desthilatdar ya mêrê serdedest û bû çirûska berdewamiya şoreşa jin ya bakur û rojhiêatê Sûriyê. Dirûşmeya `JIN JIYAN AZADÎ` bû dirûşmeyeke cîhanê, JI Rojava dest pê kir û li cîhanê deng veda. Em dizanin ku berdêlên şoreş û sehildanan pir giranin,  Îro bi sedan mirov di serhildanên Îranê de jiyana xwe ji dest dane û bi sedan hatine îşkencekirin û binçîavkirin. Serhildanên Îranê sekneke li hemberî hişmendiya dewletê ye. Bêyî hilweşîna sîstema dewletîbûn, civak nikare azad bijî. Sîstema dewlet û demokrasî ne pêkane bi hev re bê meşandin. Tenê jin dikare pêşengiya têkoşîna têkbirina sîstema dewlet ya ku mêrsalar serdeste, bike û azadiya jin û civakê misoger bike.”

`Fikrê Rêber Apo xelasiya mirovayiyê ji koletî û bindestiyê ye`

Bêrîvan Yûnis balkişand ser fikrê Rêber Apo yê bingeha zadiya jinê, û wiha got: “Tevî ku li cîhanê bi dehan rêxistin û tevgerên jinan hene, lê azadiya jinê baş nehatiya fehimkirin. Hêzên desthilatdar li gorî berjewendiyên xwe hin zagonên bi navê parastina jin bicihkiriye. Bi derketina Tevgera Azadiya Kurdistanê û belvkirina felsefeya Rêber Apo re, Azadiya jin û civakê pêş ket û li cîhanê belav bû. Fikrê Rêber Apo xelasiya mirovayiyê ji koletî û bindestiyê ye, herwiha ji bo jinan riya azadiyê ye. bi felsefeya Rêber Apo Jin dikare zincîrên koletiyê biqetîne, kefenê mirinê biçrîne û bi azadî bijî. Netenê ji bo jin, fikr û felsefeya Rêber Apo xelasiya gelên azadîxwaz e.”

Endama Meclisa Giştî ya Kongra Star Bêrîvan Yûnis diyar kir ku dirûşmeya JIN JIYAN AZADÎ wê bibe bingeha azadiya jin li tevayiya cîhanê û axaftina xwe wiha qedand: “Gelên bakur û rojhilatê Sûriyê bi saya fikrê Rêbertî ji tevayiya cîanê re bû mînaka jiyana hevbeş ya gelan.  Dirûşmeya `JIN JIYAN AZADÎ` ji destpêka şoreşa Rojava ve hat bilindkirin û wê dewam bike. Ji jinê Rojhilatê Kurdistan û Îranê tê xwestin ku xwe birêxistin bikin û têkoşîna azadiyê dewam bikin.”