Monday, July 13, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

`Armanca komplo bi tîkoşînê têk diçe`

11/10/2022
in ROJEV
A A
`Armanca komplo bi tîkoşînê têk diçe`
Share on FacebookShare on Twitter

Dilîn Ehmed-Qamişlo

Gulîstan Oso komploya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û diyar kir ku, komplo ne li ser Rêber Ocelan tenê ye, li dijî tevahî gelê Kurd e. Herwiha bang li gelê herêmê bi taybetî gelê Kurd kir ku, dijî komployê, têkoşîna xwe xurttir bikin û ji bo azaiya Rêber Ocalan li ser piya bin.

9’ê Cotmeha 1998’an de li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Komployek Navneteweyî hate destpêkirin. Roja 9’ê Cotmehê 24 sal li ser komployê re derbas dibin. Herwiha dewleta tirk ya dagîrker, niha jî li ser Rêber Abdullah Ocalan tecrîdeke giran dimeşîne.

`Ti hêz nikare gel ji Rêber Apo qut bike`

Hevseroka Bîroya Karûbarê Koçbera ya Herêma Cizîrê Gulîsatan Oso, Komploya 9’ê Cotmehê şermezar kir û diyar kir ku, êrişên dewleta tirk ya dagîrker û hevalbendên wê, yên li dijî gelê herêmê, berdewamiya komplo ye.

Gulîsatan axaftina xwe wiha domand: “ji bo hêzên seredest, azadî û demokrasiya gel ne girîng e. Lewra ew dixwazin civak her tim koleyê wan be. Li dijî vê desthildariyê û ji bo jiyaneke azad û bi rûmet, Rêber Apo dest bi têkoşînê kir û bi fikir û felsefeya xwe ya azad, bandorek erênê li gel kir. Komploya Navneteweyî bi armanca qutkirina gel ji Rêbertiyê û şkandina vîna gel bû. Lê armanca dewletan ya ji komplo pêk nehat û ti carî jî pêk neyê.”

Gulîstan got, dewleta tirk ya dagîrker û hevkarên wê baş dizanin ku pirojeya aşîtiyê bi azadiya Rêber Apo ye. Herwiha Gulîstan diyar kir ku ew, tecrîda giran ya li ser Rêber Apo tê meşandin qebul nakin. Gulîstan bang li cîhanê kir ku, çav û guhê xwe li ser binpêkirinên dewleta tirk ya li dijî gelê hermê, veke.

`Herkesê xwedî wijdan û ehleq divê li keda Rêber Apo û şehîdan xwedî derkeve’

Gulîstan Oso destnîşan kir ku, dewleta tirk ya dagîrker bi êrişên xwe yê hov, dixwaze vîna gel û aramiya herêmê têk bibe. Lewra ew baş dizane ku projeya neteweya demokratîk, azadiya tevayîya gelê herêmê ye. Golîstan wiha domand: “Em hîvîdarin ku di demek kurt de, ev komplo û tecrîd li ser Rêberê me rabe û Rêberê me azad bibe, lewra cihê kesayetek wek Rêbertiyê, ne zindan e. Dewleta tirk bi dagîrkirina bajarê me bi êrişên xwe yê hov li ser Herêmên Parastina Medyayê, bi şehîdxistina keç û xurtên me, dixwaze me ji ramanên Rêber Apo dûr bixe. Lê bila tevayîya cîhan baş bizane ku çi dibe bila bibe emê li ser şopa şehîdên xwe bin û li ser vê sozê neyên xarê.”

Herî dawî Hevseroka Bîroya Karûbarê Koçbera ya Herêma Cizîrê Gulîsatan Oso bang li gel kir û got, pêwîste hemû gel, hemû pêkhateyên ku dibêjin em xwedî wijdanin, bibine yek. Ji bo welatek azad, ji bo xwedîderketina li xwîna şehîdan û keda Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li ber xwe bidin û têkoşîna xwe hîn bêtir xurttir bikin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.