Rojnameya Ronahî

Komplo û Komploger

Farûk Sakik

Her sal di salvegera Komploya Navneteweyî de behsa heman tiştan tê kirin û kronolojiya rojên Rêber Apo yên li Ewropa heta Kenyayê tên rêzkirin. Rola dewletan a di komployê de tê bibîrxistin. Bi meş û mitîngan komplo tê şermezarkirin. Piştî komployê behsa têkoşîna hatî dayin tê kirin. Lê em ê ji van aliyan cuda behsa aliyek din ê komployê bikin.

Min di nivîsa xwe ya berê li ser ‘pêşdîtinên Rêber Ocalan’ nivisî bû. Rêberê gelê kurd Abdullah Ocalan li ser bûyerên îro diqewimin wê bandoreke çawa li ser pêşerojê bike, baş analîz dikir û li gorî wî jî tevdigeriya.

Lê di pêvajoya komployê de çibû, çi qewimî li ku dîl ket destê komplogeran û radestî Tirkiyê hat kirin. Li vê derê li pêşiya pêşdîtinên Rêber Ocalan çi astengî hebûn? Ev yek hetanî roja me baş nehat lêkolînkirin.

Rêber Apo siyaseta  Rojhilata Navîn baş analîz kiribû û bawerî anîbû ku bimîne, wê doza Kurdistanê û Rojhilata Navîn zarar bibîne.

Derket û derbasî Yûnanistanê bû. Li Yûnanistanê ji bo wî amadekariyeke çawa hebû, nizanibû û bi hin kesan bawerî anîbû. Dema Rêber Ocalan derbasî Yûnanistanê bû, dît ku rewşeke cuda heye. Dît tu tiştek li gorî tiştên ku bi wî re hatine parvekirin nameşe. Hin tişt ji wî hatine veşartin. Lê êdî dereng bû. Li ser vê yekê ew derbasî Rûsyayê bû.

Li Rûsyayê hin kesan sozên mezin dan Rêber Apo. Gotin; ‘Meclisa Dumayê ji bo serdana te ya penaberiyê hatiye îknakirin’. Dîsa bawerî anî û di pişt perdeyan de çi hat axaftin nehat zanîn. Her çiqas Ocalan ji wan re behsa bazirganiya navbera Rûsya û Tirkiyê ya projeya ‘Mavî Akim’ kir jî, lê wan bi israr Rêber Ocalan manupule kir. Ew li wir jî derket û derbasî Îtalya-Romayê bû.

Rêberê gelê kurd Abdullah Ocelan li Romayê jî, dîsa bi pêşdîtinên xwe bahsa NATO, zextên Amerîka û helwesta Almanyayê yek bi yek kir, lê dîsa jî hin kes û hin alî bi awayekî derveyî îradeya wî, di dewrê de bûn. Xwestin Rêber Apo ji Romayê derkeve. Îstîxbaratên Ewropî di dewrê de bûn û hin kes hatibûn rêxistinkirin da ku Ocalan îkna bikin û wisa jî bû. Ew ji Romayê derket û pêvajoya Kenyayê dest pê kir.

Hêdî hêdî ji rêxistinê û ji gel dihat qûtkirin. Rêber Apo bi wan pêşdîtinên xwe nikaribû komplogeran ji armanca wan wegerîne.

Li Kenyayê bû. Kêlî bi kêlî têkoşînek dida û bi tenê bû. Eger pêşdîtinên wî nebane dibû ku, di demê 2’yê sibatê de derbasî Kenyayê bûyî, ewroj radestî Tirkiyê bihata kirin. Lê li Kenyayê jî dîsa hêzek û hin kes di dewrê de bûn. Israra Ocalan a ji avahiyê derneketinê bi telefonek bi dawî bû.  Dema ji avahiyê derket, perdeya komployê ya yekem bi dawî bûbû.

Li Yunanistan, Rûsya, Roma û Kenyayê hêz û kesayetên di dewrê de bûn, li pêşiya pêşdîtinên Rêber Apo dibûn asteng?

 

Ji bo komplo bi temamî were zelalkirin, divê ew hêzên tarî ku li derveyî îradeya Rêber Ocalan di dewrê de bûn, bihatina eşkerekirin. Bi giranahî hin hêzên kurd, bibûn parçeyek komployê. Hin nav derbas bûn, lê çawa li ku derê; di têkiliyên çawa de hatin bikaranîn, ev zelal nebû. Bi tenê di nav civaka kurdan de ev kes hatin tecrîdkirin.

Ev hêz, ev kesayet hê jî di dewrê de ne û îro jî li pêşiya azadiya Rêber Ocalan dibin asteng. Divê ku hin kes bibêjin, ‘ew birîna qalikgirtî ji nû de venekin’. Lê, eger neyê vekirin wê xwîn tê de biqûse û bedenê birizîne.

Dawî; em navê wan kesan naxwazin, em kiryarên wan ên di komployê de ku li pêşiya pêşdîtinên Rêber Apo dibûn asteng, dixwazin.