Rojnameya Ronahî

Rêxistina Mafê Mirovan: Ji serê salê ve 428 kes li Îranê hatine darvekirin

Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê di roja parastina cezayê darvekirinê de ragihand ku di destpêka sala 2022’yan heta niha li Îranê rêjeya kesên hatine darvekirin, li gorî sala borî sedan 89 zêde kiriye û hat eşkerekirin: “Di nava vê demê de 2 zarok û 12 jin cezayê darvekirinê lêhatine birîn.”

Di roja cîhanî ya têkoşîna li dijî cezayê darvekirinê de, Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê bi daxuyaniyekê bilançoya 10 mehên borî ya kesên li Îranê hatine darvekirin eşkere kir. Li gorî daxuyaniyê rêjeya îsal li gorî sala borî jimara kesên ku hatine darvekirin, sedan 89 zêde kiriye.

Di dewama daxuyaniyê de wiha hat ragihandin: “Jimara darvekirina girtiyan li bajarên Îranê di rêjeyek zêde de bilind bûye. Li gorî bîlançoyên ku hatîn bi destxistin ji destpêka sala 2022’yan ve herî kêm 428 kes ku 2 jê zarok û 12 jê jin bûn ji girtîgehên Îranê li ber çavê xelkê hatine darvekirin. Çavkaniyek fermî û medyaya navxweyî ya Îranê di nava vê demê de tenê sêdaredana 52 kesan ragihandiye. 376 kesên din jî ji çavkaniyên herêmî yên pê bawer û parêzvanên Mafên Mirovan, rêxistina me bilançoyan de qeyd kirine.”

Rêxistinê da zanîn ku hejmara kesên ji serê sala 2022’yan ve hatine darvekirin, li gorî sala borî bi qasî sedî 89 zêde bûye. Sala borî 226 kes hatibûn darvekirin.

Hejmara kesên Beluç ku ji serê salê ve hatine darvekirin, bi awayek berçav zêde bûye. Tê gotin 121 kes di nava van deh mehane de hatine darvekirin, yanî ji sedî 35’ê vê hejmarê Beluç bûn. Îran yek ji wan welatane ku cezayê darvekirinê li ser zarokanên temenê wan dibin 18 salî de pêktîneye. L gorî daneyên Rêxistina Mafê Mirovan ji serê sala 2022’yan ve herî kêm 2 zarok ji aliyê Îranê ve hatin darvekirin.

Li gorî daneyên Rêxistina Mafê Mirovan ya Îranê di 10 mehên sala 2022’an de 12 jin li girtîgehên cûda yên Îranê hatine darvekirin. 11 ji wan bi sucê kuştinên bi qest cezayê darvekirinê li wan hat birîn û yek jî bi sucê peywendiya wê bi madeyên hişber re hebû, hate darvekirin.

Di sala 2002’yan de Hevpeymana Cîhanî ya Dijî Cezayê Darvekirinê, roja 10’ê Cotmehê weke roja cîhanî ya têkoşîna dijî cezayê darvekirinê destnîşankir.

ROJnews