Rojnameya Ronahî

Kalkan: PKK hêza çareseriyê ye

 

Navenda Nûçeyan

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan got, PKK li hemberî neçareseriya sîstema modernîteya kapîtalîst, bi xeta Neteweya Demokratîk xwe kiriye hêza çareseriyê.

 

Endamê Komîteya Rêveber ya PKK’ê Dûran Kalkan bi wesîleya salvegera Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di 9’ê Cotmeha 1998’an de hate destpêkirin, ji ajansa ANF’ê re axivî.

Dûran Kalkan  diyar kir ku hêzên qirkirina Kurdan birêve dibin, bi gelê Kurd û bi tekoşîna wê ya azadiyê re di nava şer de ne û wiha domand: “Di navbera wan hêzan ku dixwazin gelê kurd di qirkirênê de derbaz bikin de jî, şer û pevçûn heye. DYA bi  Ingilîstan û Îsraîlê re, bi xwe spartina NATO’ yê ve hemû dewlet û rêxistinên ku di bin bandora wî de,  di êrîşa Komploya Navnetewî ya li hember Rêber Apo de bikar anîn. Bi vî awayî xwestin Rêber Apo tune bikin û PKK’ê jî  tasfiye bikin. ”

Dûran Kalkan da xuyakirin ku herî dawî dema Îranê çend top avêtin axên Başûrê Kurdistanê, Iraqê di serî de Rêveberiya Başûrê Kurdistanê jî di nav de, hemû kesî dewleta Îranê şermezar kir û wiha got: “Dewleta Tirk qadên herî stratejîk ên Başûrê Kurdistanê, qadek ji sedan kîlometreyan pêktê yên xakên Iraqê dagir kiriye, tu kes nabêje tu çima wiha dikî, her kes veşartî an jî vekirî piştevanî dide. Dagirkerî ji Tirkiyeyê re serbest e. Helbet tenê serbest jî nakin. Her cûre çek, piştevanî jî didinê. Herî dawî çekên herî pêşketî, teknîka herî pêşketî dan wî. Di vê astê de piştevanî, yekitî- yekparetiyek heye. Li ser vê bingehê pergala 24 sal beriya niha, ji bo tunekirina Rêber Apo û tasfiyeya PKK’ê di êrîşa Komploya Navnetewî de hat destpê kirin, didome.”

Dûran Kalkan  da zanîn ku Rêber Apo  jin weke bingeh û hîmê hemû azadiyên civakî nirxand û wiha got: “Rêber Apo li hemberî xwezayê hişmendiya ekolojîk û nêzîkatiya ekolojîk esas girt. Li hemberî nêzîkatiyên hilweşîner û wêranker  yên her cure nêzîkatiyên endûstriyalîzmê, sîstemeke ku pêşbîniya aheng û yekparçebûna xweza û civakê dike, pênase kir û pêşkêşî civakan kir. Bi kurtasî, PKK’ê guhertin û veguhertineke radîkal jiyan kir. Rastiya Rêbertiyê di pêvajoya 2002-2004’an de ev guhertin jiyan kir. Ev guhertin û veguhertin li tevahiya partiyê belav bû, li gel pirtûka Parastina Gelekî û bi Manîfestoya Civaka Demokratîk, pêş ket. Ji îdeolojiya Netewe-Dewletê û ji paradîgmaya desthilatdarî û dewletê qut bû. Veguherî partiyeke nû, ku paradîgmaya civaka ekolojîk, demokratîk û azadîxwaziya jinê û civaka demokratîk, xweparastin û siyaseta demokratîk esas digire.”

Dûran Kalkan diyar kir ku têkoşîna li dijî Komploya Navneteweyî di astekê jor de bû û wiha got: “Di Çileya 2000’an de encamek derket holê, Sîstema TC’yê îlan kir ku înfaza cezayê darvekirinê ya li Îmraliyê hatiye dayîn daye rawestandin. Li aliyê din PKK’ê bi Kongreya 7’an re ragihand ku bi rawestandina Stratejiya Şerê Gel re guhertineke stratejîk pêk aniye û li dijî komploya navneteweyî wê bi stratejiya têkoşîna siyasî ya demokratîk tevbigerin. Li gorî vê yekê, karê xwe bi xwe plan kir. Xwe bi rêxistin kir.”

Dûran Kalkan da zanîn ku niha di têkoşîna li dijî komployê de veguhertineke stratejîk pêk hatiye û axaftina xwe wiha domand: “Di sala 2000’an de stratejiya têkoşîna siyasî ya demokratîk esas hat girtin û qonaxa sêyemîn a stratejîk destpê kir. Di sala 2010’an de qonaxa sêyemîn a stratejîk bi dawî bû û qonaxa çaremîn a stratejîk hat destpêkirin, Stratejiya Şerê Gel ê Şoreşgerî esas hat girtin û li ser vê bingehê hewl hat dayîn ku şêwaz û taktîkên têkoşînê bên pêşxistin.”

Dewran Kalkan diyar kir ku ji bo ‘Kurdekî Azad’ hebûna xwe ispat bike, qutbûna ji pergala Modernîteya Kapîtalîst a hegemonîk ya ku pergala qirkirina Kurdan afirandiye, pêvîst dike û wiha got: “Îdiaya ku ez ê bêyî ku ji pergala modernîteya kapîtalîst qut bibim, ez ê bibim Kurdekî azad, weke îddîayeke vala, ramanek bêbingeh, xwe xapandin û xeyalek e. Gelek hêzan ev şaşîtî kirin. Armanca wan ew bû ku ji bo ferdperestiya xwe ya burjûwaziya biçûk jiyan bikin, hawîrdora maddî ava bikin. Lewma nexwestin zêde xwe bigihînin cewhera piskirikê. Ji ber ku cewhera meselê bi vî awayî didîtin, berê xwe didan revê û qutbûna ji wê derê.”

Dewran Kalkan bal kişand ser lêgerîn û lêhûrbûna Rêber Apo û wiha got: “Lêgerîn û lêhûrbûna Rêber Apo, ew ber bi veguhertina paradîgmayê, xeta Neteweya Demokratîk û projeya konfederalîzma demokratîk a li ser bingeha xweseriya demokratîk ve bir. Zihniyet û îdeolojiyek nedesthilatparêz û ne dewletparêz afirand. Sosyalîzm û demokrasî, ji yekdestdariya dewlet û desthilatdariyê rizgar kir, di nava xwe de kir yek û sosyalîzma demokratîk pênase kir. Neteweya demokratîk weke projeya wê ya civakî pênase kir. Xweseriya demokratîk û Konfederalîzma Demokratîk weke projeya xwe ya siyasî pênase kir û ev hemû spartin azadiya jinê û ekolojiya civakî.”