Rojnameya Ronahî

Bi Kuştina Jîna Emînî Re Dîwarên Kuştinê Hilweşiyan

Şaristan Nurhak

Ev car, pêşengên heqîqeta “JIN JIYAN AZADΔ jinên APOyî dikin û bi serfirazî vê heqîqetê diyarî tevahî jinan û mirovahiyê dikin. Ev ji bo her jineke Kurd, ger ne cihê şanaziyê ye, wê demê çiye!

Di nav rastiya pergala serdest de mirovahî û bi taybetî jin di her kêliya jiyanê de bi hişmendî û feraseta kujer re rûberû ne. Lê, di dîrokê de heya roja îro rastiyek heye ku tu carî nehîştiye kuştin bi serbikeve. Ew rastî, rastiya “JIN JIYAN AZADΔ ye. Her çiqas ev rastî ji aliyê bi hezaran pergalên hikûmdar, zordest û dagirkeran ve hatibe asteng kirin jî, lê tu caran wan bi hemû hêza xwe jî nekariya destwerdanê li koka heqîqeta “JIYAN JIYAN AZADΔ bikin. Herikîna dîroka mirovahiyê ya ku tim zaniye xwe di malzaroka jin-dayîk de biparêze, di vê sadsalê de carekî din vê rastiyê radixe pêşberî me. Ji lewra ger em bêjin; di ev sedsala em dijîn de, jin kêlî bi kêlî azadiyê lê dineqişînin û ev jî wê ji tekoşîna jinan re bibe bersivekî herî rastteqîn û mafdar. Ev car, pêşengên heqîqeta “JIN JIYAN AZADΔ jinên APOyî dikin û bi serfirazî vê heqîqetê diyarî tevahî jinan û mirovahiyê dikin. Ev ji bo her jineke Kurd, ger ne cihê şanaziyê ye, wê demê çiye! Em bi vê şanaziyê dakevin nav kûrahiya ruhê serhildêr yê ku êdî di cîhana her jinekê de serî hildaye. Bazdana ber bi cîhana her jinekê, tê wateya bazdana ber bi Jiyana Azad.

Çawa ku her pirsgirêka mirovahiyê dema tê vekolandin, zihniyeta mêr-dewletê û pergala desthilatdar ya afirandiye derdikeve pêşiya me, rastiya kuştinê jî bi heman şêwayî xwe dispêre koka vê zihniyetê. Ger em bêjin rastiya kuştinê di kêlî û serdema ku zilam di xwe de jiyan kuşt de, kuştina jinê jî dest pê kir, wê cihê xwe bigre. Hişmendî û çanda bi pêşengiya zilam ava bû, li cihê jiyanê kuştin, li cihê azadiyê koletî, li cihê hebûnê tinebûn û li cihê jin û jiyanê zilamtiya jinkujiyê afirand. Ev jî, xwe dispêre dîrok û çandekî hezar salî. Ji ber wê em dikarin bêjin ku ev rastî di heqîqet û dîroka mirovahiyê de rastiya herî xedar û herî metirsîdar e. Pergala mêr, xwe li ser kuştina jiyanê ava kiriye. Lê mirovatiyê jiyana xwe bi heyîna civakbûyîna jinê bi hebûn kir û heya roja îro kariye hebûna xwe biparêze. Bi zihniyet, ruh, îrade, bawerî, hêvî, heskirin, xweşbînî û bi hezaran cêwiyên wekî vê têgeh-peyîvê di nav ahenga gerdûnê de jiyana xwe domand û bi hemû zindiyan re fêrkeriya jiyanê parve kir. Lê êdî, mirina ku di oxira jiyanê de wekî parçeyekî hebûnê di jiyana mirovan de pîroz lê dihat nêrandin, veguheriye kuştinekî xedar ya rûmet, pîrozî û hemû nirxan. Pergala desthilatdar û zihniyeta mêr-dewletê, hezar û yek mifte li qifla vê têgeh-peyîvê daye. Di civaka zayendperest de ev mifte wekî çekekî, ya domandina jiyanê lê hatiye. Dema ku zihniyet, kor, ker û lal bibe dikare di nav her çerxê de werê gerandin, bê ku zanibe rêya xwe bibîne û bi ser xwe ve werê. Pergala mêr-dewletê ev çerx li ser civaka mirovahiyê û bi taybet jinan gerandiye û bi sedsala ye ev çerx digere.

Jina Kurd Jîna Emînî, di vê çerxê de ne qurbana dawî û ne jî ya destpêkê bû. Lê ew bû ava ku êdî di ser îskanê re birije xwerê. Kuştina Jîna Emînî, hafîzeya kuştina hemû jinan û mirovahiyê zindî kir. Ji lewra hêrsa ji ber kuştina Jîna Emînî bilind bû, ne hêrsekî rasthatî û ji xwe ber bû. Her civakek dema ku pê hesiya êdî sînorê êrîşan xwe nêzî hinav û cergên wan dike, wekî volkanekê bi serê pergalên serdest de diteqe û dibe topek ji agir. Zihniyet û pergala mêr ya ku rêya xwe di kuştina jinan de dibînê, dikare heta demek an jî pêvajoyekî bibe xwedî şans. Lê civakbûyîn her tim dikare rêya xwe bibîne, rêya xwe veke, biguherê û bide guhertin. Ji ber ku tu hêz di ser hêza civakê re nîne ku xwe wekî rastiyekî mutlaq ya di vê cîhanê de bide jiyankirin. Dema ku civakbûyîn bi jina îrade bûyî hêza xwe bide axaftin, tu desthilatdar û pergalên serdest nikarin hebûna xwe li ber vê rastiyê bidomînin. Li Rojhilatê Kurdistanê-Îranê raperîna jinan ya ku di 15 rojan de tevahî dîwarên pergala netew-dewlet ji binîve hejandin, divê em jî vê hêza mezin ya jin û gelan ku wekî hişmetê, bi ser pergala mêr-dewletê ve diçe bibînin û rast bixwînin. Dem ew dem e ku  hemû jin vê raperînê wekî raperîna xwe bibînin, xwedî lê derbikevin û dîwarên kuştinê yên di mêjî û dil de hatine lêkirin hilweşîne. Ger jin di cîhana xwe de raperîn û di dilê xwe de Azadiyê bike sedema hebûn û heyîna xwe, dikare li hemherî tevahî pergalan bê weswes serî hildin, li ber xwe bidin û felsefeya “JIN JIYAN AZADΔ wekî tovekî ruh bide zindiyên gerdûnê.

Êdî jinên ku di cîhana xwe de raperîn û di dilê xwe de eşqa azadiyê kamil kiribe tu hêz nikare li hemberî serî rakirina wan bisekine, ger bisekinê jî dawiya dawî de ew mahkûmî binketinê ye.