Rojnameya Ronahî

‘Em jin wê xeyalên Hevrîn pêk bînin’

Rojbîn Zagros/Minbic

Jinên Partiya Sûriyeya Pêşerojê yên bajarê Minbicê, serbilindiya xwe bi helwêstên qehreman yên ku Hevrîn Xelef ji bo azadî û demokratîbûna Sûriyê nîşan dayîn, dan diyarkirin û gotin, Hevrîn ji bo her jineke azad û bi azwer bê navber kar û xebat dikir.

Piştî ku şoreşa Rojava sazî û dezgehên xwe ava dike, Hevrîn dibe rêvebera Meclisa Aborî ya bajarê Qamişlo. 21`ê Kanûna 2014’an dema Rêveberiya Xweser tê ragihandin û saziyên rêveberiyê jî tên avakirin, Hevrîn wek Cîgira Desteya Enerjiyê, cihê xwe di rêveberiya Kantona Cizîrê de digire. Piştî 2015’an jî wek Hevseroka Desteya Aborî ya Cizîrê tê hilbijartin.

Piştî ewqas kar û xebat 27’ê Adara 2018’an, Hevrîn li bajarê Reqayê li Kongreya damezrîner ya Partiya Sûriya Paşrojê, amade dibe. Ji ber ku Hevrîn bi çalakiya xwe ya pêşxistin û parastina mafan dihat naskirin, di kongreya damezrîner de dibe Sekretera Giştî ya Partiya Sûriya Paşrojê.

12’ê Cotmeha 2019`an, dema ku Sekretera Giştî ya Partiya Sûriya Paşrojê Hevrîn Xelef bi erebeya xwe li ser riya m4 ya bajarê Qamişlo diçe, çeteyên DAIŞ’ê yên girêdayî Tirkiyê, rê lê digirin û bi awayekî hovane wê şehîd dixin.

Ji ber ku jin, civakê bi rêve dibe û di tekoşîna xwe ya azadiyê gihîştiye asta herî jor, Dewleta tirkî ya dagîrker û hemû hêzên wek wê ku bi desthilata zilamê serdest tên birêvebirin, di her aliyê jiyanê de jinan dikin amanc. Ji bo wê jî di her êrişê de despêkê, berê xwe didin jinan. Herwiha bi kuştin û revandina jinan, dixwazin civakê bişkînin û tirsê bixin nava gel. Heta niha jî jinan dikin hedef û hewl didin jinên pêşeng, wek Hevrîn Xelef, Zeyneb Saroxan, Jîna Emînê, yadê Eqîde, Barîn, Evêsta, Nugîhan Akarsel û gelek jinê din jî, tine bikin.

Bi boneya salvegera 3`yan ji şehadeta Hevrîn Xelef jinên Partiya Sûriya Paşerojê ji me re axivîn û dan zanîn ku, Hevrîn ne ji bo gelê Kurd tenê, ji bo azadiya tevayiya gelên Sûriyê dixebitî.

`Tirkiyê û hevkarên wê ji ramanên Hevrîn ditirsiyan`

Endama Meclisa Giştî ya Partiya Sûriyeya Paşerojê Hind Daxistanî, da zanîn ku Şehîd Hevrîn di gelek xebatan de cih girt û axaftina xwe wiha domand: “Ji ber ku Hevrîn gelek kar û xebatên siyasî û civakî daye meşandin û di Partiya Sûriya Paşrojê de jî bê navber dixebitî û dixwest ku Sûriyeke azad û demokrat ava bike, dijmin ew kir armanca xwe. Ji bo wê jî Hevrîn ji aliyê çeteyên dewleta tirkî ve bi awayekî hovane hat şehîdxistin. Dewleta Tirk û kesên girêdayî wê pir ji fikir û ramanên wê ditirsiyan, lewra Hevrîn heta niha sax bûya wê gelek guhertinên din bi xwe çêkiriba.”

`Xwedî hêzeke mezin û îradeyeke xurt bû`

Hind di berdewamiya axaftina xwe de bîr xist ku kesayeta Hevrîn bû bingeha hêz û îradeya tevayiya jinan û wiha got: “Hevrîn roleke pir girîng û bibandor di çareserkirina kirîza Sûriyê de û xebata ji bo bidestxistina aştiyê, lîst. Ew jineke xwedî hêzeke têr û îradeyeke xurt bû ku karîbû karê siyasî û rêxistinkirina jinan bi rêve bibe. Herwiha bi sekn û îradeya xwe ya xurt hewl da adet û kevneşopiyên civakê, yên lawazkirina jinê biguherîne.”

Endama Meclisa Giştî ya Partiya Sûriyeya Paşerojê Hind Daxistanî di dawiya axaftina xwe de got, di sala 3`yan ji bîranîna Hevrîn Xelef de, wek jinên bakur û rojhilatê Sûriyê emê xwestek û xeyalên wê yên avakirina Sûriyeke democrat, pêk bînin. Da ku Yasemîna Sûriyê bibe aştiya gelan û ti cudayî di navbera ti kesî de nemîne. Lewra em tev yên vê xakê ne.

`Deng û nûnera jina azad bû`

Seroka Bîroya Rêxistina Partiya Sûriya Pêşerojê ya Meclîsa Minbicê Asya El Hisên jî wiha got: “Armanc ji şehîdxisina Hevrîn Xelef, şkandina vîna jinan bû. Mirov dikare bêje bûyereke di çarçoveya plansaziya kuştina jinan de bû. Lewra şehîd Hevrîn deng û nûnera jina azad bû. Ji ber vê yekê dijmin xwestin di şexsê Hevrîn, tirsê bixin dilê jinên xwedî hêz de.”

Asya destnîşan kir ku Hezkirineke hevbeş di navbera şehîd Hevrîn û gel de hebû, lewra daxwaza wê ya sereke aştî û çareserkirina kirîza Sûriyê bû û got, bila her kes bizane ku armanca çetayan ji şehîdxistina Hevrîn pêk nehat, lewra rojbiroj jin di qada siyasî û partiyên siyasî de bi awayekî berfirehtir pêş dikevin.

`Kesayeteke ku mirov ti caran ji bîr nake bû`

Seroka Bîroya Rêxistina Partiya Sûriya ya Pêşerojê ya li Meclîsa Minbicê Asya El Hisên di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Em çi bikin emê nikaribin heqê kesayetek siyasî mîna şehîda Hevrîn Xelef, bidin. Kesayeteke ku mirov ti carî nikare ji bîr bike bû.”