Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

KCK’ê şehîdên 10’ê Cotmehê bibîr anî

10/10/2022
in NÛÇE
A A
KCK’ê şehîdên 10’ê Cotmehê bibîr anî
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

KCK: Emê  xwedî li bîranînên hemû şehîdên şoreş û demokrasiyê derkevin û têkoşîna wan bigihînin serkeftinê.

Di Komkujiya Enqereyê de ya ku di 10’ê Cotmeha 2015’an de rêxistinên ked û pîşeyî wê mîtîngeke aştiyê li dar bixistina, lê li dijî wan bi destê çeteyên DAÎŞ’ê êrîşeke bombeyî hatibû kirin û di vê êrîşê de 103 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.

Derbarê salvegera komkujiya Enqera yê, Hevserokatiya Konseya Rêvebir ya KCK  daxuyaniyeke nivîskî da.

KCK’ê di daxuyaniya xwe de komkujiya Enqera yê şermezar kir û wiha got: “Em vê qetlîama herî giran û mezin a dîroka Tirkiyeyê de bi nefret şermezar dikin û kesên ev qetlîam kirine jî nalet dikin. Di şexsê kesên ku bi hestên bihevrejiyana gelê Kurd û Tirk tevlî mîtîngê bûne, hemû şehîdên azadî û demokrasiyê bi rêz û hurmet bi bîr tînin.”

KCK’ê da xuyakirin ku kumkujiya Gara Enqereyê di dîroka Tirkiyeyê yek ji komkujiyên herî mezin a siyasî ye û wiha domand: “Kujerê vê qetlîamê jî tifaqa AKP û MHP’ê ya faşîst e. Tifaqa faşîst a AKP û MHP’ê, bi destê DAÎŞ’ê ev qetlîam çêkiriye. Wekî ku bi vê qetlîamê hatiye fêmkirin, AKP û MHP’ê di êrîşan de DAÎŞ’ê dixin dewrê. Berê jî qirkirina Kurdan bi destê Hîzbî-Kontra dihate kirin û niha jî AKP û MHP di qetlîaman de DAÎŞ’ê dixe dewrê.”

KCK’ê da zanîn ku Rêber Apo ji bo têkoşîna hevpar û tifaqa demokratîk ya gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê kedeke mezin da û ji bo vê çarçoveyek bîrdozî û teorîk ava kir. KCK’ê wiha dewam kir: “Rêber Apo di tevahiya jiyana xwe de ji bo gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê bi zanista neteweya demokratîk bi hev re bijîn û ji bo pêkhatina tifaqa demokratîk û avakirina Tirkiyeyê di nava xebateke girîng de bû. Ji ber vê xebat û helwestê, desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê tecrîd û pergala êşkenceyê ya giran li ser Rêber Apo ava kiriye.”

KCK’ê diyar kir ku ew bi hemû hêz û hebûna xwe bi gelên Tirkiyeyê, jin, ciwan, kedkar û yên xwedî kevneşopiya baweriya demokratîk re ne û daxuyaniya xwe wiha qedand: “Em careke din di şexsê şehîdên 10’ê Cotmehê de hemû şehîdên şoreş û demokrasiyê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin û diyar dikin ku em ê xwedî li bîranînên wan derkevin û têkoşîna wan bigihînin serkeftinê.”

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.