Rojnameya Ronahî

`Bexwedana gelê şoreşger, teqezkirina serkeftina şoreşê ye`

 

Dilîn Ehmed-Qamişlo

Xerîb Hiso: Ji bo mirov şoreşa xwe biparêze divê destpêkê mirov nirx û îradeya şoreşa xwe bizanibe, ev jî ji rihê welatparêziyê tê. Hezkirina netew, ax, civak, xeta parastinê û nirxê şoreşê, dihêle mirov li şoreşa xwe xwedî derkeve.

Li ser Şerê Gel yê Şoreşgerî, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî wiha gotiye: “Divê gelên herêmê li gorî stratejiya nû (Şerê Gel yê Şoreşgerî) xwe birêxistin bikin û xwe biparêzin, sûdê ji şaştî û tecrûbeyên berê bigirin.”

Li ser mijarê Hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Xerêb Hiso, ji rojnameya me re axivîn.

`Bi rihê welatparêziyê li şoreşê xwedî derkevin`

Hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Xerêb Hiso li ser rê û rêbazên Şerê Gelê Şoreşgerî wiha nirxand: “Ji bo mirov şoreşa xwe biparêze divê destpêkê mirov nirx û îradeya şoreşa xwe bizanibe, ev jî ji rihê welatparêziyê tê. Hezkirina netew, ax, civak, heskirina xeta parastinê û nirxê şoreşê, dihêle mirov li şoreşa xwe xwedî derkeve. Li dijî zilm û zuhniyeta faşizmê civak radibin ser piya û şoreş bi vî şêvazî tên li dar xistin. Li gelek welatan şoreş wisa çêbû ye. Bi taybetî civaka me ku ev deh salin di nava şoreşê de jiyan dikin, bi berdêlin biha û mezin heta niha gev bi gav tê meşandinîne. Bandora raman, proje, çand û felsefeya civaka me restiya vê şoreşê ji cîhanê re da diyarkirin.”

Xerîb got, divê gelê me têbigihêje ku em di nav şoreşke pir mezin de ne. Herwiha divê bizane ku em pêvajoyê hebûn û tinebûnê dijîn û tine xurtkirina têkoşînê  û parastina fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, serketina şoreşê wê mîsoger bike.

`Hêzên serdest tinebûna xwe di rêxistinkirina gelê şoreşger de dibînin`

Xerîb Hiso li ser şerê taybet yê ku hêzên serdest ji bo berjewndiyê xwe li dijî gel bi kar tîne jî, wiha got; “Hêzên serdest li dijî gelê şoreşgerî planan çêdikin, lewra ew tinebûna xwe di rêxistinkirina gel de dibînin. Mîna dewleta tirk ya dagîrker ku siyaseta xwe ya qirêj, bi hemû hêza xwe re dixe nava liv û armanca wê ya yekê jî şkandina vîna gelan e. Dixwaze bajaran vala bike û gel ji şoreşê dûr bixe. Ji bo wê jî dewleta tirk û hevalbendên wê, deriyê xwe ji koçberan re vedike.”

Hiso wiha dirêjî da axaftina xwe: “Şerê gel yê şoreşgerî, ne tenê çek e; fikir, îrade û rêxistin e. Şerê gelê şoreşgerî de, hemû beşên jiyanê di hindirê xwe de dihewîne. Yek jî jê hêza parastinê, rêxistina civakê, hêza cewherî ya ji gund heta bajaran e. Li ser van hêmanan, weke sîstemeke xwe ava dike û dijmin têk dibe. Ji vê re dibêjin Şerê Gel yê Şoreşgerî. Divê civak li ser van bingehan xwe birêxistin bike û bibe nûnerê cewherê şoreşa xwe. ”

`Ji bo gel ji şoreşê dûrbixwe, riya koçberiyê hêsan dikin`

Hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Xerêb Hiso, li ser erka gel ya di vê pêvajoyî de axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Tişta herî girîng û pêwîst xurtkirina têkoşînê ye. Divê gelê me ji hêza xwe bawer be, bi taybetî divê li hember êrişên dagirkeriyê piştgiriya hêzên xwe yên leşkerî bike. Herwiha divê derfetê nede dijmin ku di navberan gelen de dijberiyê çêke, divê gelê me danûstandina xwe bi tevayîya pêkhateyan re xurttir bike. Baweriya me jî bi gelê me heye, li ser vê baweriyê kar û xebat tê meşandin. Îro em jî di nav dewletên navneteweyî de, weke hêzeke sereke û xwedî îrade têne naskirin. Ev jî bi saya fikir û felsefeya Rêbertiyê û xwîna şehîdên me ye ku wê serkeftin jî para me be. Lewra banga min ji gel re ewe ku hê zêdetir li ber xwe bide û li xwîna şehîdan xwedî derkeve.”