Monday, July 13, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Koçbera Serê Kaniyê: Em xaka xwe ji dijmin re nahêlin

08/10/2022
in ROJEV
A A
Koçbera Serê Kaniyê: Em xaka xwe ji dijmin re nahêlin
Share on FacebookShare on Twitter

 

Rojbîn Zagroz/Hesekê

Li sere salvegera 3’yan ya dagîrkirina bajarê Serê Kaniyê koçbera bi navê Meysa Harûn da zanîn ku rojbiroj hêviya wan ya vegera bajarê wan mezin dibe û got, Serê Kaniyê xaka me ye, em xaka xwe ji dijmin re nahêlin.

Di van çend salên dawî de, di encama êrişên dewleta Tirk ya dagîrker û çeteyên wê de li bakur û rojhilatê Sûriyê gelek dever hatin dagîrkirin. 9`ê cotmeha 2019’an jî ji ber êrîş û dagîrkeriya dewleta tirkî, bi hezaran xelkên Serê Kaniyê ji bajar, mal û milkên xwe dûr ketin. Herwiha ev roj ji bo xelkên Serê Kaniyê rojeke reş û pir bi êş bû.

Di salvegera 3’emîn ya dagîrkirina bajarê Serê Kaniyê, koçbera bi navê Meysa Harûn ya ku li kampa Waşûkanî dimîne ji me re behsa kêliyên derketina wan ji bajarê wan kir.

`Dewleta tirk çekên kîmyawî li ser me barandin`

Meysa Harûn da zanîn ku 3 sal di ser koçberiya wan ya ji ber dagîrkirina dewleta tirk re derbas dibe, lê hê jî ew kêlî ji bîr nekirîne û axaftina xwe wiha domand: “Di 9`ê vê heyvê de em 3 salan ji çîroka xwe ya bi êş derbas dikin û dikevin sala çaran de. Em her kêlî, roj û saetên dûrbûna ji bajarê xwe dihejmêrin.”

Meysa behsa roja koçberiyê û derketina ji bajarê xwe kir û wiha got: “Di 9`ê Cotmeha 2019`an de ku bajarê Serê Kaniyê di Ewlehî û aramiyê de bû û her kes li ser karê xwe bû, dewleta Tirkî ya dagîrker di kêliyên piştî nîvro de êrişî me kir û felaketeke bi ser gelê bajêr de anî. Wê demê Tirkiyê balafir û çekên kîmyawî bi ser me de rijandin. Çend saetên destpêkê de me hewl da ku em li ber xwe bidin, lê ji ber topên bi balafirian me pêşiya xwe nedidît. Ji ber wê jî em naçar man ku ji bajarê xwe derkevin.”

‘Tu sucê dij mirovahî neman ku dewleta tirk nekirîn’

Meysa got, dewleta dijminê gelan ya qirker me bi darê zorê ji malên me de derxist û niha jî malbatên çeteyan li şûna me bi cih kirine. Em li kampan di binê konan de jiyan dikin û malên me jî ji çeteyên Tirkiyê re mayîne. Di van 3 salan de jî ti kiryarên terorî ne man ku dewleta tirkî li bajarê me, li ser gelê ku negihîştî bireve nekirî. Ev bûyer û kiryar li ber çavê tevayiya cîhanê tê kirin û heya niha jî kesî dengê xwe nekiriye. Qaşo hin saziyên navnetewî dibêjin em parastina mafê mirova dikin, kanê parastina mafê mirovan. Mijar dema dibe kurd mafê mirovan tê jibîrkirin gelo! Ma me çi ji Tirkiyê kiribû, heta ku bajarê me dagîr kir. Me doza mafê xwe kiriye, me êrişî Tirkiyê nekiriye.”

`Wê rojek serkeftin ya me be`

Meysa bal kişand ser êrişên Tirkiyê û wiha pê da çû: “Tirkiyê êriş dike da ku hêza me bişkîne, lê hêza me nayê şkestin û wê rojek serketin ya me be. Wê rojek were emê vegerin bajarê xwe û azad bijîn. Çiqas em êşê dikşînin ewqas hêz û îradeya me xurttir dibe. Ev jî ji dewleta dagîrker re bibe dert. Serê Kaniyê xaka me ye, em xaka xwe ji dijmin re nahêlin.”

`Wê berxwedana me berdewam be`

Meysa Harûn di dawiya axaftina xwe de got, heta ku diranek di devê me de hebe emê bêjin;  `emê vegerin` rojbiroj hêviyên me mezin dibin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.