Rojnameya Ronahî

PKK: Em bang gelê xwe dikin  ku bi têkoşînê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin

 

PKK’ê  diyar kir ku AKP-MHP wê di xwîna ku dirijîne de bifetise û got, em bang gelê xwe dikin ku  bi têkoşînê,  sîstema tecrîd û êşkenceyê ya Îmraliyê ku sembola komployê ye parçe bikin.

FacebookTwitterWhatsAppTelegram

Komîteya Rêveber a PKK’ê bi wesîleya salvegera Komploya 9’ê Cotmehê daxuyaniyek da.

PKK’ê diyar kir ku Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmeha 1998’an ku li dijî Rêber Apo hate kirin, 24 sal in di asta komployê de êrîşên faşîst-qirker dewam dikin û berxwedana herî bi wate ya dîrokê li dijî van êrîşan tê meşandin.

PKK’ê da xuyakirin ku hêzên komploger bi îmhakirina Rêber Apo, bi tasfiyekirina PKK’ê û qirkirina Kurdan re xwestin ku azadiya gelê Kurd û demokratîkbûna Tirkiye û Rojhilata Navîn asteng bikin.

PKK’ê da zanîn ku dagirkerî, komkujî û êrîşkarî çiqasî giran dibe bila bibe, faşîzma AKP-MHP wê di xwîna ku dirijîne de bifetise û di demeke nêz de wê têk biçe, têkçûna wan jî wê li ser bingeha têkoşîna jinê, derbên têkoşîna jinên Kurd pêk were.

 

PKK’ê  jin a Kurd Ya şoreşger hevrê Nagîhan Akarsel a ku ruh û fikrê azadiyê yê Apoyî bi xurtî pejirand, bi rêz û hezkirin bi bîr anî û bang li gelê xwe û dostên xwe kir ku têkoşîna sala 25’ân li her qadê bimeşînin, bi têkoşînê  sîstema tecrîd û êşkenceyê ya Îmraliyê ku sembola komployê ye parçe bikin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin.”