Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Êrîşa dijî Jinê û çima Silêmaniyê?

08/10/2022
in QUNCIK NIVÎS
A A
Li Ukrayna mijara şervanên bi pere
Share on FacebookShare on Twitter

 

Ahmed Ataş

Êrîşên li dijî jinên Kurdistanî di dema dawî de zêdebûne û wisa xwuya dibe ku wê hîn zêdetir bibin!

Dijminê kurdan berê êrîşên xwe yên qirker; yên ser giştî û taybetî yên li ser jinê, dane Silêmaniyê. Mînaka herî dawî jî şehîdxistina Nagîhan Akarsel e(4.10.2022).

Sedemê ku bi taybetî qirkirina jinê kirine armanca xwe, tê zanîn: Ji ber ku êdî pêşengiya jinê ya Şoreşa Kurdistanê, ji aliyê raya giştî ve hatiye pejirandin.

Erê yê ku pêşengiya van êrîşên qirker û hovane hildaye ser milê xwe, dewleta Tirk e, Lê belê yê ev kar jî daye ser milê wê û xistiye destê wê de, hêzên hegemon yên cîhanê ne. Nîşana herî berbiçav jî, bêdengî û bêhilwestiya çapemeniya navdewletî ya li ser van êrîşên qirker yên li dijî jinên Kurdistanê ye.

Ev stratejiya malxerab ya nevdewletî, bi biryara hegemonên cihanî û bi destê MIT’a tirkan ve; di 9.1.2013’an de li Parîsê hate despêkirin. Bi êrîşa di 23.6.2020 de ya şehîdxistina rêveberên Kongra Star re dewam kir û heta niha jî, li gel şehadeta Nagihan Akarsel ve, bi berfirehî didome.

Aliyê vê siyaseta ku, çima li Silêmaniyê êrîş gûrtir bûne; bêgûman girêdana wê ya bi stratejî û siyaseta li dijî Tevgêra Azadiya Kurdistanê re heye. Vê dijberiyê jî, heta nuha bi hevkariya PDK’ê li Başûr bi giştî dide meşandin.

Erê heta niha bi giranî li Hewlêrê û herêmên di bin bandora PDK’ê de, vî karê xiyanetkaran dide meşandin. Lê di vê dema dawî de êdî dixwaze van êrîşên qirker û dagîrker, li herêmên di bin bandora YNK’ê de jî bidin meşandin.

Ma ev mînak ne balkêş e? Di salekê de bi tenê li Silêmaniyê, MIT’a Tirka 5 êrîşên kujerî pêk ani ye! 1-Yasin Bulut û Ferhat Bariş Kondu 2-Ferhat Şiblî 3-Zekî Çelebî 4-Suheyl Xorşîd Ezîz(Mamoste Şemal) 5-Nagîhan Akarsel û li pey hev hatine şehîdxistin.

Îca li vê qonaxê, êdî barekî mezin; him dikeve ser milê Tevgêrên Kurdistanî û gelê Kurdistanê bi giştî, him jî bi taybetî dikeve ser milê YNK’ê.

Li vir, êdî gelek pêwîstiya bangê ji PDKê re namîne, ji ber ku bi salane, li gel bi hezaran bang û reca jê re hate kirin, lê wê hevkariya xwe ya bi dewleta Tirk a dagirker re ne birî.

Hilbet bang û daxwaza taybet û girîng ji YNKê re divê, heke ji vê qonaxê pêve hilwesta xwe ya li dijî qirkerî û dagirkeriya dewleta Tirk re nîşan nede, mixabin dikeve warê hevkariya li gel dewleta Tirk!

Li aliyê din, di kesayetiya Nagîhan û Jîna de, xwedîderketina gelê me û Tevgêra Azadiyê ya li şehîdên şoreşê, her wiha hilwest û berteka wan ya di kesayita Îran û Tirkiyeyê de ya li dijî zordarî, dagirkerî û xiyanetê pir bi rûmet e.

Bêgûman, divê kes qîma xwe bi van xwepêşandan û çalakiyên hêja ku niha bi berfirehî didomin nîne.

Him dewletên dagirkerên Kurdistanê û him dewletên hegemon yên cîhanê jî, wê hewl bidin ku rûmet û deskeftiyên şoreşa gelê Kurdistanê û herêmê bixin bin bandora xwe.

Lewma hostayî û hişyarî divê!

5.10.2022

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.