Rojnameya Ronahî

Şehîdxistina Nagîhan Akarsel li Şehbayê hat şermezarkirin

 

Zana Roj/ Şehba

Rêveberiya Navenda Jineolojî da xuyakirin ku Nagîhanê Akarsel  demeke dirêj  di Têkoşîna Azadiya Jin  de ked daye û got, ewê ji rêka tarîbûna zîhnî ya faşîzmê û mêrîtiyê wê, bi xebatên jineolojî û bi afirandina ronakbîriya jin tola  şehîd Nagîhan Akarsel rakin.

DI 4 Cotmehê de, andama Akedemiya Jineolojî û Desteya Weşana Kovara Jineolojî Nagîhan Akarsel di 4 li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê, bi destê xayînan hat Şehîdxistin. Li herêma Şehbayê bi beşdarbûna tavayiya saziyên Rêveberiya Xweser û Tevgerên Jin, bi serpereştiya navenda jineolojî,  şehîdxistina Nagîhan Akarsel bi daxuyaniyek; hat ]ermezar kirin.

Daxuyanî ji aliyê Rêveberiya Navenda jIneolojî hat xwendin.

Rêveberiya Navenda Jineolojî di daxuyaniya xwe de şehîdistina Nagîhan Akarsel bi tûndî şermezar kir û wiha got: “Endama Akadîmiya Jineolojiye û Desteya Weşanê ya Kovara Jineolojiyê Nagîhan Akarsel li Silêmaniyê di encama êrişek çekdarî de şehîd bû. Em vê cinayeta siyasî ya hêzên faşist û hegemonik di tevahiya cihanê de li hemberî jinên berxwedêr pêktînin, vê cînayetê bi tundî şermezar dikin. Em bang li hikûmeta başûrê Kurdistanê dikin ku bersucên vê cînayeta ku berdewamiya cînayetên hovane yên berê li hemberî Yasîn Bulut û Mehmet Zekî Çelebî, Suhel Xurşîd hatîn pêkanîn kêliyekê zûtir bibinin. Ger ev cinayet neyên zelalkirin, dê hevkariya hikûmeta başûrê Kurdistanê di bin vê pêla şoreşa jin a bilind dibe de bimine.”

Rêveberiya Navenda Jineolojî da xuyakirin ku Nagîhanê di Têkoşîna Azadiya Jin de demdirêj ked daye, di xebatên tevgera ciwanên zankoyê, çapemenî û xebatên jineolojiyê de bi fedakariyên mezin pêşengî kiriye û ji bo xatira vê bi salan di girtîgehê de li ber xwe daye.

Rêveberiya Navenda Jineolojî da zanîn ku ewê ji rêka tarîbûna zîhnî ya faşîzmê û mêrîtiyê,  bi xebatên jineolojiyê û bi afirandina ronakbîriya jin tola  Nagîhan rakin û wiha domand: “Em bang dikin ku hemû jinên şoreşger, demokrat, jinên azadîxwaz, akademisyen û mirovên zanyar vî Sûcî şermezar bikin û bi drûşma Jin-Jiyan-Azadî têkoşîna li dijî dagirkerî, kedxwarî, mêtîngerî û tarîbûna hişmendî ya faşîzmê têkoşîna azadiyê bilind bikin. Em di kesayeta Şehnaz Îbrahim û Kafiye Silêman de bang li hemû jinên başûrê Kurdistanê dikin ku ji bo zelalkirina vê cînayeta siyasî zextê li ser hikûmeta Başûrê Kurdistanê bikin, li hemberî vê cînayeta hovane li derdora drûşma Jin-Jiyan-Azadî bi çalakiyên pêla şoreşê ya ku li Rojhilatê Kurdistanê hatî pêşxistin re çalakiyan bikin yek û pêşengiyê jê re bikin.”