Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

RAJIN: Têkoşîna heqîqetê ji Gûrbeteliyan heta bi Nagîhanan her mezin dibe

07/10/2022
in NÛÇE
A A
RAJIN: Têkoşîna heqîqetê ji Gûrbeteliyan heta bi Nagîhanan her mezin dibe
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

RAJIN’ê diyar kir ku jinên têkoşer, ronakbîr û pêşengên şoreşa jinê, Gurbeteli Ersoz û Nagîhan Akarsel li ser şopa heqîqetê bi felsefeya ‘JIN, JIYAN, AZADÎ’ dest bi meşa azadiyê kirin ,bi bawerî û hêviyeke mezin bîrdoziya azadiya jinê xistin meriyetê.

Ragihandina Azad a Jinê (RAJIN) bi wesîleya Roja Rojnamevaniya Jinên Kurd daxuyaniyek da.

RAJIN di daxuyaniya xwe de diyar kir ku jinên têkoşer, ronakbîr û pêşengên şoreşa jinê, Gurbeteli Ersoz û Nagîhan Akarsel li ser şopa heqîqetê bi felsefeya ‘JIN, JIYAN, AZADÎ’ dest bi meşa azadiyê kirin ,bi bawerî û hêviyeke mezin bîrdoziya azadiya jinê xistin meriyetê. Herwiha da zanîn ku di dîroka azadiya jinê de ew bûn pêşeng, lêgerînvan û dilsozên mezinkirina şoreşa jinê.

RAJIN  da xuyakirin ku dewleta Tirk ya qirker çawa ku di 7’ê Cotmeha sala 1997’an de hevrê Gurbeteli şehîd xist, di roja îro de jî bi heman zihniyetê li hemberî gelê Kurd, tevgera azadiyê û bi taybetî jinên pêşeng yên şoreşa azadiya jinê dijminahiya xwe berdewam dike û got: ” Bi palpiştiya hêzên hegemonîk û hevkariya Kurdên xiyanetkar rêbazên herî hovane êrîşên li dijî şoreşger, pêşeng û têkoşerên jinê didomîne.”

RAJIN da zanîn ku têkoşîna heqîqetê ya ji Gurbetan heta Nagîhanan kêlî bi kêlî berdewam dike û mezin dibe  û wiha domand: “Em ê, xwedî lê derbikevin. Li ser şopa wan, lêgerîna azadiyê kûr bikin, bi cîhanîna hêviyên jinên berxwedêr tolê ji dewleta Tirk ya faşîst û pergala mêr-dewletê hilînin. Bi felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ bi bîr û baweriya; wê rastî tu carî di tariyê de nemînin, tekoşîna Gurbeteli, Nagîhan û bi hezaran şopdarên heqîqetê îro dewrî me kirî bi biryar û îsrarekî mezin heta mîsogerkirina şoreşa jinê bimeşînin.”

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.