Rojnameya Ronahî

’Em her demê soza tolhildana pêşengên xwe nû dikin’

Zana Roj/Şheba

Jinên ciwan yên herêma Efrînê diyar kirin ku armanca êrişên ser jinên pêşeng, têkbirina îradiya jinên azadîxwaze û gotin, tu kes nikare vîn û hêza jinê pûç bike. Herwiha dan xuyakirin ewê tola şehîdên azadiyê rakin û hisabê giran ji dagîrkeran bixwazin.

Dewleta Tirk ya dagîrker bi hemû rêbazên xwe yê bêexalaq, siyaseta hilweşandin û têkbirina îradeya jinê dimeşîne. Dagîrkeriya Tirk bi alîkariya sîxur û xayînan, bi balafirên bêmirov jinên kedkar û pêşengên şoreşa jinê dike hedef. Di 27 Îlonê de dewleta Tirk ya dagîrker Şehîd Zeyneb Saroxan ku yek ji pêşengên jinên xebatkar yên ku  ji bo azadiya jinê têdikoşiyan, bi balafieke bêmirov kir armanc û şhîd xist. Herwiha di 4 cotmehê de têkoşera Kurd Nagîhan li ser destê xayîna li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê hat şehîdxistin.

Jinên ciwan yên herêma Efrînê, êrişên dagîrkeriya Tirk yên ser bakur û rojhilatê Sûriyê û hedefgirtina jinên pêşeng û têkoşer yên Kurd şermezar kirin û diyar kirin ku wê tu kes nikarbe îradeya jinê têk bibe.

Endama Meclîsa Yekîtiya Jinên Ciwan ya herêma Efrînê Dunya Bekir diyar kir ku armanca dewleta Tirk ya dagîrker ji hedefgirtina Jinên pêşeng yên Şoreşa Rojava, Têkbirina hêza jinê ye û got: “Di tevayiya cîhanê de, jin bi awaeyekî dijwar ji her alî ve tê hedefgirtin. Hêzên hegemon bi gîştî dixwazin jin ji her aliyî ve dorpêç bikin, îradeya wê têk bibin, ji bo ku jin tu carî nikaribe serî rake. Di demên dawî de, bi taybetî li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê, dewleta Tirk Ya dagîrker jinên têkoşer û parêzvanên xeta azadiya jin, dikin hedef. Dagîrkeriya Tirk bi hedefgirtina pêşengên mîna  Şehîd Sosin Bîrhat, Şehîd Jıyan Tolhildan û Şehîd Roj, Şehîd Zeyneb Saroxan, dixwaze hêza jinê lawaz bike.”

’Şehîd Zeyneb Saroxan pêşenga jina azadîxwaz bû’

mînaka jina Dunya da xuyakirin  wê dewleta Tirk ya dagirker bi hedefgirtina jinên pêşeng yên Şoreşa Rojava, nikaribe şoreşa jinê têk bibe û wiha got: “Şehîd Zeyneb Saroxan yek ji damezrênerên şoreşa Rojava ye, di xeta bîrdoziya jin û perwerdekirina jin de kedeke pir mezin daye.  Şehîdxistina her rêhevalek me,  hêrsa me ya li dijî dagîrkeriya Tirk zêdetir dike û girêdana me ya bi xeta azadiya jinê re xurtir dike.”

’Em hre demê soza tolhildana pêşengên xwe nû dikin’

Endama Yekîtiya Jinên Ciwan Zeyneb Xoce jî hedefgirtina jinên pêşeng şermezar kir û wiha got: “Dijmin bi siyaseta xwe ya hedefgirtina jinan, dixwaze jinan bê hêvî bihêle, herwiha dixwaze îradiya jinan pûç bike.Lê ewê bi vê siyasetê nikarbin bigihîn armancên xwe. Bi saya fikrê Rêber Apo, asta jin ya xwenaskirinê gihîştiye lûtkeyê.  Em hre demê soza tolhildana pêşengên xwe nû dikin û bi biryardarî û rihê têkoşînê emê ji bo azadiya jin têbikoşin”