Imran Yûsif
Roja daîkya min hate kuştin, ez di wê rojê de ji dayîk bûm. Ez li ber awazên dengê dilê wê xilmaş bûm, dema moşekek ji ezman ket û ez ji malzaroka wê ya gerim avêtim jiyanê.. Min guman kir ku hemû zarok bi vî awayî ji dayik dibin, bi moşekan nafkên wan dibirin, piştre dayikên wan koç dikin û ji wan dûr dikevin ….
Di saeta pêşî de min bêhina dayîka xwe wenda kir, ew bêhina ku neh mehan perçak ji min bûye.
Xulekên wê seatê mîna sedsalekê bi giranî derbas bûn, di wan kêliyan de min dijwartirîn hestên tenêtiyê jiyan kirin.
Dema ez derbasî seata duyem ji temenê xwe bûm, hestekî birçîbûnê beziya min. Berî niha, dema ez di malzaroka diya xwe de bûm, min hestekî wisa jiyan nekiribû. Bi hemû hêz û taqeta ku diya min berî koçberiya xwe di min de hêlabû, di min de hêlabû, min dest bi girî kir. Bi giriyekî bê sûd û encam, min ew saeta dirêj derbas kir, hin bi hin birçîbûnê bi pencên xwe hinava min dixwar.
Di saeta sêyem de, ez ji sitemkariya vê jiyana bêbext û ji wê moşeka xedar ya ku ez ji malzoka dêya min dûr xistim, pir hêrs bûm.
Di saeta çarem de, xemgîniyeke bêhempa dilê min dagîr kir û bêhêviyeke mêrkuj min desteser kir.
Di saeta pêncem de hizira xwekuştinê hate min, da ku ez ji zordestiya vê jiyanê rizgar bibim. Lê awayên pêkanîna vê xwestekê bi dest min neketin û ez ji xweşbûna vê bijardeyê bêpar mam.
Di saeta şeşem de, dîtina dêya min ya ku min ew nedîtiye bû, hemû daxwaz û hêviya min.
Di saeta heftem de, hemû hest û niyaz ji min çûn û li şûna wan tenê bêrîkirineke pir mezin, dijwar û êşdar ji diya min re, konê xwe di hundirê min de vegirt
Di saeta heştem de, ez ji hiş ketim, min yekem û dawî xewn di jiyana xwe de dît. Ew xewn mîna rûyê dêya min zelal û bedew bûye. Min berê xwe bi ezman vekir û ez qêriyam:
Xwedêyo, ez naxwazim bijîm da ku şahiya rojbûna min nebe bîranîna mirina dayika min … Xwedêyo ez dayika xwe dixwazim.
Di saeta 24’an de, min xwe dît ez kalekim û di hembêza dêya xwe de digirîm.
(Ji çîroka zarokê bi navê Wanyar Rihman ku dayika wî ji ber toparana rîjîma Îranê ya ser herêmên Başûrê Kurdistanê ya di 28 meha Îlonê de, jiyana xwe ji dest û ew hat jiyanê û piştî 24 seatan wî jî jiyana xwe ji dest da)