Rojnameya Ronahî

Şaredariya Hesekê berdewamiya xebat û projeyên 2022`yan dike

 

Darîn Silê/Hesekê

Selwa Silêman da zanîn ku tevî derfetên kêm û êrişên dewleta Tirkî ya dagîrker li ser herêmê, xebata wan ya xizmetguzariyê berdewam e û got, emê hewl bidin tevayiya projeyên xwe di dawiya salê de bi dawî bikin.

Di şoreşa Rojava de bi avakirina Rêveberiya Xweser li bakur û rojhilatê Sûriyê, Şaredariyên gel jî hatin avakirin, yek ji van şaredariyan Şaredariya Gel ya Kantona Hesekê ye ku sê Şaredarî û du navendên xizmetguzariyê (Şaredariya Safiya, Twêna, Til bênder, navenda Til Tewîl û ya Red Şeqra) girêdayî wê ne. Şaredariyê di warê pêşxistina xizmetguzarî û aboriya civakê de gelek kar û xebatan daye meşandin û bi awayekî aktîf projeyên biçûk û mezin pêk aniye. Herwiha bi pêkanîna projeyan hewl dide xizmetguzariyê li herêmê pêş bixe û xurttir bike. Niha jî tevî rewşa awarte, êriş û kiryarên dewleta Tirkî ya dagîrker yên li dijî herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê, xebat û projeyên xizmetguzariyê yên sala 2022`yan dewam dike û dibe bersiva êrişên dagîrkeriyê.

Derbarê kar û xebata Şaredariya Gel ya kantona Hesekê û projeyên wan yên îsal, Hevseroka Şaredariya Hesekê Selwa Silêman Salih ji me re axivî.

Projeyên ku ji bo îsal hatine hilbijartin

Selwa Silêman behsa projeyên wan yên sala 2022`yan kir û got, gelek projeyên me di vê salê de hene, wek projeya ziftê, sererastkirina kortikên li kolanan, Serfa Sihî, devikên kenalên karîzan, kevirê şikestî, ronîkirin, enterlok( çêkirina resîfan), ya paqijiyê û ya çeksazkirina piran wek pira Tinênîr û Bêrûtî. Hin projeyên gelerî jî hene, em û gel bi hev re dibin alîkar û pêk tînin. Pereyê hati xerckirin 606 hezar û 700 dolar e.

Projeyên ku pêkatîn û yên pêknehatîn

Selwa da zanîn ku wan heta niha gelek projeyên ku di plana wan ya îsal de pêk anîne û hin jê jî hê pêk nanîne û axaftina xwe wiha domand: “Projeyên ku me pêk anîne wek projeya Ziftê û sererastkirina kolanan ku ew jî bi rêjeya sedê 75 pêk hatiye. Projeya enterlok û ya devikên kenalan jî sedê 100 pêk hatiye, projeya kevirê şikestî jî bi rêjeya sedê 5 û ya pira Tinênîr jî sedê 75 pêk hatiye. Jixwe proje û pêngavên me yên ji bo paqijiyê jî berdewamin. Projeyên ku heta niha pêk nehatine jî, wek projeya serf sihî û hin pirên li bajêr. Herwiha got, îsal me giranî da projeya ziftê, lewra pêwîstiya gelek rê û kolnên li bajêr bi ziftkirinê hebû.”

Projeyên herî girîng û balkêş

Selwa diyar kir ku tevayiya projeyên ku pêk tên ji bo xizmeta civakê ne û got, Projeya Ziftê û ya ronîkirina kolanên sereke ji projeyên herî girîng û balkêş in. Ji bilî wê jî projeya paqijiyê ji bo bajêr girîngiyeke mezin bû, ji ber ku di dema dawî de gelek qirêjî li bajarê Hesekê çêbûbû û ev qirêjî jî dibû sedema gelek nexweşiyan. Ji bo wê jî niha rojê sê caran paqijî li nava bajêr tê kirin.

`Emê hewl bidin tevayiya projeyan di dawiya salê de bi dawî bikin`

Selwa ji bo pêkanîna projeyên mayîn û bidawîkirina wan jî wiha got: “Tevî derfetên kêm û êrişên dewleta Tirkî ya dagîrker yên li ser herêmêma me tê kirin, xebata me berdewam e. Herwiha got, Emê projeyên ku hê pêk nehatine pêk bînin û hewl bidin ku di dawiya salê de tevayiya projeyan bi dawî bikin. Da ku em dest bi haziriya projeyên saleke nû bikin.”

Selwa destnîşan kir ku ew zehmetiyan di milê alav û amûran de dibînin û ev yek li axaftina xwe zêde kir: “Ji ber ku piraniya alavên me kevin bûne û gelek caran jî xirab dibin ji bo wê em astengiyan di milê kar de dikşînin.”

Selwa Silêman Salih di dawiya axaftina xwe de got, em bihêvîne ku gel, sazî û komînên me di her alî de bi me re alîkarbin. Bi taybet di milê paqijiyê de. Herwiha li gorî perspektîf û biryarên Şaredariya tev bigerin.