Ronaz Silêman/Qamişlo
2`emîn Festîvala Buharê li Zanîngeha Rojava di roja xwe ya yekemîn de bi beşdariya xwendekarên zanîngehê hat lidaristin, herwiha festîval 2 rojan dewam dike.
Bi armnaca kêfxweşkirina xwendekarên Zanîngeha Rojava, bi amadebûna, xwendekarên zanîngehê, rêveberî û mamosteyên zanîngehê, 2`emîn Festîvala Buharê ji aliyê Zanîngeha Rojava ve li navenda wê ya li bajarê Qamişlo di 18`ê Gulanê de hat destpêkirin û wê 2 rojan dewam bike. Di festîvalê de ji bo xwendekaran çalakiyên cûrbicûr tên lidarxistin.
Hêjayî bîranînê ye ku Zanîngeha Rojava di 3`ê Gulana 2023`an de ji bo xwendekaran yekemîn Festîvala Buharê ku 3`ê rojan dewam kiribû li dar xistibû.