Monday, July 13, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

​​​​​​​Çeteyên dagirkeriya Tirk wekaletên rêvebirina milkên koçberan betal dikin

04/10/2022
in ROJEV
A A
​​​​​​​Çeteyên dagirkeriya Tirk wekaletên rêvebirina milkên koçberan betal dikin
Share on FacebookShare on Twitter

 

Çavkaniyên ji Efrînê ragihand ku çeteyên dagirkeriya Tirk bacên nû, li şêniyên Efrîna dagirkirî ferz kirine û ji bo desteserkirina mal û milkên koçberên Efrînê, wekaletên birêvebirina mal û milkên koçberan ku ji aliyê xizmên wan ên li herêmê ve tê kirin, betal kirine.

Her sal bi destpêkirina werza zeytûnan re çeteyên dewleta Tirk a dagirker berhemên şêniyên Efrîna dagirkirî yên xwedî darên zeytûnan, talan dikin.

Têkildarî mijarê çavkaniyên ji Efrînê ya dagirkirî (ji ber tirsa ku ji aliyê çeteyan ve bê revandin navên xwe eşkere nekirin) got komîteyên bi navê “Komîteyên Meclisên Xwecih” li Efrînê û navçeyên wê yên dagirkirî, bac li ser xelkê ferz kirine, her wiha ji bo desteserkirina mal û milkên koçberên Efrînê, hin wekaletên birêvebirina mal û milkên koçberan ku ji aliyê xizmên wan ên li herêmê ve tê kirin, betal kirine.

Çavkaniyan destnîşan kir ku “Meclisên Xwecih” yên dewleta Tirk a dagirker hin endamên xwe erkdar kirine ku bi şêniyên gund û navçeyan re civînan li dar bixin. Ev civîn jî ji bo derxistina girêbestên nû yên xwedîtiyê bi şertê ku xwediyê milk bi xwe were da ku girêbestê nû bike. Ev jî bi mebesta zanîna hejmara darên zeytûnan ên koçberên Efrînê tê kirin da ku dest deynin ser berhemên wan.

Koçberên Efrînê ji ber berdewama tawanên li dijî Kurdan ên li wir, wekî kuştin, revandin, îşkencekirin û destavêtinê, red dikin ku vegerin kantona dagirkirî.

Çavkaniyan diyar kir ku çekdaran ji sedî 20 bac li ser berhemên xelkê Efrîna dagirkirî ferz kiriye. Her wiha ji sedî 40 li ser berhemên koçberên Efrînê yên ku li Şehbayê dimînin, ferz kirine. Kesên ku vê biryara qaşo binpê bike yan jî dayîna bacê red bike, dê bi aqûbeteke nediyar re rû bi rû bimîne.

NÛKIRINA RUXSETAN BI BUHAYEKÎ ZÊDE

Çavkaniyan têkildarî kargeha guvaştina zeytûnan û bazirganên zeytê yên li Efrîna dagirkirî jî got: “Li Efrînê bi navê “Odeya Çandiniyê” 250 dolar bac ji bo nûkirina destûra karê kargeha guvaştina zeytûnan û 350 dolar jî dema ku dest bi kar bike, ferz kir. Ji bo kargehên guvaştina zeytûnan ê nû ku dê cara yekem bên xebitandin, dê 800 dolar li ser wan were ferzkirin. Der barê bazirganan de jî, beramberî wergirtina ruxseta  bazirganiyê 350 dolar bac hat dayîn.

Her wiha çavkaniyan got: “Em ji dizî û talankirina çeteyan êş û azaran dikişînin.”  ANHA

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.