Monday, July 13, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

’Pêwîste her jinek bibe çirûska serhildanê’

04/10/2022
in ROJEV
A A
’Pêwîste her jinek bibe çirûska serhildanê’
Share on FacebookShare on Twitter

 

Şaho Gabar / Qamişlo

Fermandara YPJ’ê Dilovan Gever diyar kir ku fikrê Rêber Apo çavên jinan ji nûve vekir û got, slogana  jinên tolhildêr ’JIN JIYAN AZADÎ’ wê bibe qîrîna tevayiya jinan û di guhê desthiladaran de bimene.

Di dîrokê de ji ber êrîşên dagîrkeran, gelê Kurd herdem bi tenê bi berxwdanê karîbû hebûna  xwe  bidomînin. Yên herî zêde ji êrişên dagîrkeran zerar dîtin jin bûn. Ji ber wê jî, jinan ji bo parastina xwe û parastina civakê roleke pêşeng lîstine. Bi sedan nimûneyên bi vî awayî li çar parçeyên Kurdistanê hene; Deyfe Xatûn, Fate Reş, Zerîfe, Besê, Qedemxêr, Adîlexan  û Leyla Qasim tenê çend nimûneyên tên zanîn û hatine bihîstinin.     

Jinên Kurd ji nîva sedsala 20’an û vir ve bi rêbazên cuda di nava parastinê de cih girtine, ji bo parastina xak, welat, ziman û çand têkoşîneke bê hempa dimeşîne û li dijî zihniyeta desthilatdar û çanda tundiya mêr ya dewletperest, xwe bi rêxistin kiriye û parastina rewa ya jinan dikin. Hin mînakên wê yên ber çav jî ; YJA Star, YPJ , YPS jin, YJŞ û hwd.

 

Derbarê mijarê de, yek ji fermandarên Yekîneyên Parastina Jin ya YPJ’ê Dilovan Gever  ji rojname ya me re axivî.

Dilovan Gever diyar kir ku  Potansiyela ku hêzên desthiladar di civakê de jê ditirse jine û wiha got: ” Jin civakê li ser lingan dihêle û hemû berhemên civakê û mirovahiyê diparêze. Bi hezaran sal ku di reveberî, peşketin û zanista civakê de roleke mezin leyistiye. Taybetmendiyên parastina ax, wekhevî, çand û exlaqê civakê bi xwe re anîye heta roja me ya îro û derbasî nifşên nû kiriye. Gelek mînakên jinên kurd yên wekî Leyla Kasim, Sakîna Cansiz, Zîlan, Bêritan û hwd. ku bi qehremantiya xwe dîrok naqişandin û  her yek ji wan bûn gavên peşxistina xeta jina Kurd ya lehengiyê. Îro jî, şoreşa Rojava ya ku bi şoreşa jinê tê penase kirin, bi peşengtîya jina welatparêz  ku li hemberî sîstemên desthiladar derket, serî netewand û destkeftiyên mezin qezenc kirin.”

’YPJ’ê hêza parastina jina û pêşenga civakê ye’

Dilovan Gever da zanîn ku Yekîneyên Parastyina Jin YPJe  bi hêza cewherî xwe birêxistin dikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “YPJ’ê xweparastinê wekî felsefeyekê digre dest û ji bo ku bibe peşengeke rast ya civakê, di hemû aliyan de xwe perwerde dike û li ser esasê parastina rewa, parastina xak û jinan dike. YPJ’ê,  ji bo ku bibe hêza tolhildanê ya jinan,  bi peşengtîya lehengên wek Arîn Mîrkan, Rêvan Rojava, Silava’ yan û heta Jîyan Tolhildan’an bûne hêza fedayî ya gelê xwe. YPJ ne tene di parastina gel û axê de cih digrin, herwiha tekoşînekî mezin ye di aliyê civakî, çandî, exlaqî û polîtîka de jî dike. Bi peşengtiya jinê, guhertinên mezin di şoreşa Rojava de çêbûn û şoreş vegeriya  şoreşa jinê.”

’YJA Star ji me re bû çavkaniya hêz û ilhamê’

Dilovan Gever da xuyakirin ku wan hêz û ilhama xwe ji Tevgera Azadiya Jinan  YJA Star  girtiye û wiha domand: “Di avakirina YPJ’ê de, yên ku  ji me re bûne çavkaniya hêz û  îlhamê, Tevgera Azadîya Jin YJA Star e. Ji ber ku wan bi dehan salan li hemberî dagirkeriyê şer kirin û li berxwedan. Ew bi tecrûbeya xwe ya şer, tekoşîn, rexistinbûn û avakirina pergala xweser ye jinan de jî, bune xwedî kedekî pir mezin. Ji destpêka şoreşa Rojava ve, wan bi rihekî fedayî xwe gîhandin gel û pêşîya komkujiyan girtin. Herwiha ji bo parastina gelê Rojava gelek şervanên YJA Star bi lehengî şehîd bûne, gelek ji wan jî, birîndar bûne û perçeyên laşê xwe fedayî gel kirine.”

 

’Bi fikir û felsefeya Reber Apo jin û civakê ji nû ve çavên xwe li jiyanê vekirin’

Dilovan Gever balkişand ser Xeta Rêbere Apo ya  peşxistina azadîy jinê û wiha got: “Di dîrokê de û heta niha, tu serokekî ku bi qasî Reber Apo, jin ewqas kûr digre dest  û zanebuna jinê derxistiye holê, derneketiye. Bi saya fikir û felsefeya Reber Apo jin û civakê, ji nû ve çavên xwe li jiyanê vekirin. Fikrê Rebertî derfet da ku jin bibe ya xwe û li pey dîroka xwe ya ku hatiye înkarkirin û windakirin, bikeve.  îro jî di bin felsefeya Rêber Apo de, bi hezaran jin xwe rexistin dikin, perwerde dikin, serî radikin û li pey mafê hebûna xwe ya hatiye windakirin têkoşînê dikin. Li Rojava jî, bi keda Rêber Apo, jinan di tevayiya qadan de cihê xwe girtine”

 

Leyla Qasim: Wê rojek bê jin dê bi porê xwe ala azadîye rakin

Fermandera Yekîneyên Parastina Jin YPJ’ê  Dilovan Gever da zanîn ku Şoreşa Rojava ya jinê bûye nûmuneyekî ji hemu jinên cîhanê re û axaftina xwe wiha qedand : “Silogana  ’JIN JÎYAN AZADÎ’ buye slogana hemû jin û kesên azadîxwaz. Ev jî îspata bandoriya YPJ’’ê ya li ser azadîxwazên cêhanê ye. Qîrkirina serhildêrên Îranê bi slogana ’JIN JIYAN AZADÎ’ bandoriya YPJ’ê ya li ser jinan nîşan dide. Ev jinen ku carekê, çavê wan vebûye û heza xwe naskirine careke din tu zilam û hêz nikare çavên wan bigre û wan bê hêz bike. Îro wesiyeta Leyla Qasim pek tê, wê gotibû, ’Wê rojeke wisa dê were ku jin bi porê xwe ala azadîye rakin” ew roj îro ye. Slogana  jinên tolhildêr  ’JIN JIYAN AZADÎ’ wê bibe qêrînên hamû jinan û wê gûhê zîlamên desthilatdar da bimene. Ji bo wê dem ew deme ku her jinek bibe çiruska serhildanê”.

 

 

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.