Rojnameya Ronahî

Karayilan:  Berxwedana 160 rojan bingeha Serkeftina Mezin danî

 

Fermandarê Biryargeha NPG’ê Mûrat Karayilan diyar kir ku berxwedana 160 rojên ya derbasbûyî, bingeha serketina mezin daniye û got,  kesên ku ewqas berxwedanî dikin ne gengaze ku bisernekevin.

Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) Mûrat Karayilan ji gerîlayên li Zap, Avaşîn û Metînayê re 2’ê mehê li ser cîhaz axivî û li ser Gerîla TV  hate weşandin.

Mûrat Karaylan diyar kir ku di dîroka berxwedana Apogeriyê de peleke nû hat vekirin  û wiha got: “Li hember êrişa dijmin berxwedana pîroz îro 160 rojên xwe temam kir. Di vê serdemê de, di dîroka têkoşîna me de, di dîroka berxwedana Apogeriyê de peleke nû hat vekirin, dîrokek nû hat avakirin. Ev bi xwîn û berxwedana şehîdên qehreman pêk hatiye. Weke tê zanîn hedefa dewleta Tirk a qirker û faşîst bi vê êrişî re ew e ku tevahî Tevgera Azadiya Kurdistanê bi temamî tesfiye bike û destketiyên gelê Kurd ji holê rake.”

Ne çekên kîmyewî ne jî yên nukileer nikarin bandorê li ser şêwazên tunelên me çêbikin

Karaylan da zanîn ku  tevayaya  çekên kîmiyayî li hemberî rêbazê wan yê tunelan ger bê bandore û wiha domand: “Ne çekên kîmyawî ne jî yên nukler, nikarin bandorê li ser şêwazên tunelên me çêbikin. Bêguman divê ku mirov tedbîr bigre. Ya din jî tedbîra herî girîng di şerê tunelan de, divê ku derî û pencereyên wan bikaribin hev biparêzin. Esas tedbîra herî girîng ev e. Dema ku tunelek bikaribe tunelek dîtir biparêze, an jî heman tunel deriyên wê bikaribin hev biparêzin, ji xwe dijmin wê nikaribe zirarekî cidî bide wan tunelan.”

‘PDK ji her alîve bû alîkarê û rêdanê artêşa dewleta dagîrker’

Karaylan da xuyakirin ku dagîrkeriya tirkî hebûna xwe di têkbirina Tevgera Azadiyê de dibîne û wiha got: “Vê rejîmê hebûna xwe li ser têkbirina me, ango tinekirina me ava kiriye. Ji bona wê, wan par xwestin derbeyek bingehîn li me bixin û biçin hilbijartinê, lê par nebû. Îsal xwe zêdetir amadekirin, piştevaniya derve girtin û hîn zêde ji bo PDK destek xurt bike û beşdar bibe; hewildan pêşxistin. Ji xwe PDK jî li gor par zêdetir beşdar bû. Mînak; herî dawî weke we jî dîtî li Girê Amediyê rê çêkir, niha qereqol çêdike, me dît ku li Kurêjehro rê vekirin ku dijmin di erazî de biçe. Bangîna xwe û beşdarbûna xwe zêdetir xurt kirin.”

Partiyeke siyasî ku ji xwe re dibêje ‘Kurd im’ çawa dikare sîxuriyê bike!

Karaylan balkişand ser  sîxuriya hin partiyên siyasî yên dibêjin em Kurd in û wiha got: “Ji bo ku li hemberî me bi ser bikeve, faşîzma tarî dixwaze xwe mayînde bike. Lê berxwedana heya niha eşkere kir ku ev planên AKP-MHP’ê bi ser nakeve û wê nekaribe bi ser bikeve jî. Lê belê, dijmin hîna jî hewildana xwe berdewam dike. Niha dewleta Tirkiyê dixwaze li Bakur, Başûr, Rojava û li her derî bi faliyetên îstîxbaratê di nav civaka Kurd de bê ehlaqî, bê rûmetî pêşbixe. Sîxûriyê tevger bike û niha dixwaze li Başûr herkesî bi sîxûrî tevger bike. Başe; çawa dibe ku partiyekî siyasî ku dibêje ‘ez Kurdim’ bibe sîxûrê dijminê gelê xwe! Mixabin niha wisa pêş dixin. Ango hem partiyek siyasî ye hem jî sîxûriyê dimeşîne; sîxûriyê tevger dike.”

 

Karaylan destnîşan kir ku bi keda şehîdên qehreman êrişên dagîrkeriya tirkî têk diçin û wiha domand: ” Li Zap, Avaşîn, Metîna, Girê Cudî, Girê FM, Girê Amediyê; şerê heya niha hatî meşandin di dîroka Kurdistanê û di dîroka têkoşîna me de tiştek nû ye. Bêguman ev bi keda şehîdên qehreman û we hevalên niha di hindirê berxwedanê de pêk hatiye. Em dizanin, lê divê ku herkes bizanibe, bi hêsanî pêk nehatiye. Bi fedekariyek pir mezin, bi cesaret, bi berxwedaniyek pir mezin ve encex pêk hatiye.”

Yên ku di vê astê de li ber xwe didin, ne mumkun e ku bi ser nekevin

Karaylan da zanîn ku kesên eqas berxwedanê bikin tu carî têk naçin û wiha got: “Hevalên ku heya niha di vê astê de ev berxwedanî pêşxistin, dikarin ji hemû pirsgirêkan re bibin bersiv. Hevalên di vê serdemê de li hemberî van zorî û zehmetiyan, berxwedana pîroz bilind kirin, bi rihê Apogerî tevgerîn û ew jêhatîbûn raber kirin, di wan de ew qûdret heye ku ji hemû zehmetiyan re jî bibin bersiv. Tenê divê ku, di vê derheqê de fikir û felsefeya Rêber Apo hertim esas bê girtin, rihê rêhevaltiyê, jiyana şoreşgertiyê, li ser hîmê xeta azadiya jin bê parastin. Heval ji heval hez bike, heval ji heval re alîkar be. Rihê kolektif bilind be, di vê çarçovê de divê herkes li erkê xwe xwedî derkeve. Ango erka xwe ya hevaltiyê, hevaltiya xwe ya bi Rêber Apo re, ya bi hevalê xwer re xwedî derkeve. Di vê derheqê de tiştên pêwîst bike. Ger ku wisa bibe; kesên ku ewqas berxwedayî û li ser vî esasî kur bibe, ne mimkûne ku bisernekeve.”

‘Teqez serkeftin wê ya berxwedanvanên qehreman be’

Fermandarê Biryargeha NPG’ê Mûrat Karayilan  da xuyakirin ku di van 160 rojên derbasbûyî de  gerîlayan berxwedan pêş xistin û wiha got: “Eger ji tecrubeyên heya niha derketin holê, em sûd werbigrin û li ser vî esasî di rê û rêbazê rast, di xeta Rêber Apo, di rihê Apogerî de, kûranî çêbikin, rê û rêbazên taktîkên afrîner hîn zêde kûr bikin, zafer teqez wê ya berxwedanvanên qehreman be. Serkeftin wê ya fedayiyên Rêber Apo be. Ev hatiye heqkirin.”