Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

KCK’ê Mam Celal bi bîr anî

04/10/2022
in NÛÇE
A A
KCK’ê Mam Celal bi bîr anî
Share on FacebookShare on Twitter

 

KCK’ê di salvegera 5’an a wefata Serokê YNK’ê Celal Talebanî de ew bi bîr anî û

Got, Ji her demê bêhtir pêwîstiya me bi kesayetên niştîmanî û netewî yên mîna Serok Mam Celal ê xwedî kêrhatiyên siyasî û dîplomasî, hunera aştiyê û diyalogê heye.

 

Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) di salvegera 5’an a wefata Serokkomarê berê yê Iraqê û Serokê Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) de Mam Celal bi bîr anî.

Daxuyaniya KCK’ê wiha ye:

“Birayê birêz Bafil Celal Talebanî

Birayên birêz ên Buroya Siyasî û Meclîsa Serkokatiya Yekîtiya Nîştîmanî ya Kurdistanê (YNK);

Di salvegera 5’an a koça dawî ya Serokkomarê Iraqê, Sekreterê Giştî yê Yekîtî Nîştîmanî ya Kurdistanê (YNK) Serok Mam Celal Talebanî de bi rêzdarî vî têkoşerî bi bîr tînin û têkoşîn û xebata wî mezin û pîroz dibînin.

Serok Mam Celal Talebanî weke pêşeng û têkoşerek kêrhatî, dîsa weke siyasetmedar, kesayetek niştîmanperwer hem li sedsala 20’an û hem jî sedsala 21’an mohra xwe li dîroka xebat û têkoşîna gelê Kurd daye. Bê guman kesayetek niştîmanperwer û têkoşer weke Mam Celal ne tenê ji bo Başûrê Kurdistanê, ji bo hemû parçeyên din ên Kurdistanê xwedî rol û bandor bû. Bi taybet hevrêtî û dostaniya di navbera serok Mam Celal, Serok Apo û Mamoste Îbrahîm Ehmed de rê li ber bidestxistina destketiyên netewî û niştîmanî ya ji bo çar parçeyên Kurdistanê vekiriye, semboleke ji bo yekîtiya netewî ya Kurd e. Di demekê de ku Serok Mam Celal ji bo bîranîn û xatirê wê hevaltiyê amadekariyek ji bo lidarxistina konferanseke navneteweyî ya ji bo azadiya Rêber Apo dikir de, nexweş bû.

Di vê pêvajoya ku hemû beşên Kurdistanê di bin êrîşên dagirkeriyê de ne, di qonaxeke dijwar de derbas dibe, hemû Rojhilata Navîn û bi taybet Iraq di warê siyasî û civakî de di nava krîz û kaosên mezin de ye, ji hemû demê zêdetir îro pêwîstî bi kesayetên netewî û niştîmanî yên mîna Serok Mam Celal ê xwedî kêrhatiyeke siyasî û dîplomasî, dîsa hunerê aştiyê û diyalogê heye.

Bi hêviya ku bîranîn û daxwazên Serok Mam Celal bibe sedemê pêkhatina yekîtiya netewî û rabûna li ber êrîşên dagirkeriyê yên li ser Kurdistanê.”

ANF

 

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.