Rojnameya Ronahî

Rewşa Rojhilata Navîn, encamê hişmendiya zilamê serdest e

 

Jînda Rustem

Ji ber ku Dewleta Tirk ya dagîrker pêşengiya zihniyeta zilamê serdest dike,  li hemû qadên ku lêgerîna azadiya jinê lê heye, hêzekî çete ava dike û hewil dide îradeya jinê têk bibe.

Êrişên ku bi giştî li ser Rojhilata Navîn û bi taybet li ser Kurdistanê tên kirin,  di serî de jinê dike armanc. Ev jî di êrişên faşîzma Tirk yên ser bakur,  başûr û Rojavayê Kurdistan, herwiha êrişên rêjîma Îranê yên ser jinên  Rojhiêlatê Kurdistanê li Îranê  bi awayekî zelal tê dîtin.  Herwiha tu cûdahiya hikumeta Şamê û ya Iraqê, ji ya Tirkiyê û Îranê tine. Dema hikûmeta Şamê li ser xwe bû, rewşa jinê li Sûriyê pir xerab bû,  dema niha tevî  ku kirîza Sûriyê 11 sal li du xwe hiştin jî, lê hişmendiya hikûmeta Şamê ya li dijî hebûna jinê nehat guhertn. Ji ber ku rêjîmên deshilatdar yên wekî Tirkiyê, Îran, Sûriyê, yasayên qedexekirina şideta li ser jinê dernaxin û hêza wan ya pêkanîna vê jî, tune ye. Ji ber ku zihniyeta sîstema wan bixwe li dijî jinê ye.

Rêber Apo diyar kiriye ku pirsgirêka sereke ya Rojhilata Navîn,  pirsgirêka jinê ye,  ku hemû pirsgirêk bi wê dest pê dikin û çareseriya tevayiya  pirsgirêka ne. Niha rastiya ku Rêber Apo diyar kiriye, em di pratîkê de jî dibînin.  Di tevayiya Rojhilata Navîn de, tenê jin dikare hêzêk rêxistinbûyînê ya şoreşgerî ava bike û eger di civakê de guhertinek çê dibe, ew bi pêşengiya jinê ye.

Bûyera Jîna Emînî yek ji wan bûyrên ku bûne sedema serhildanên  şoreşgerî,  ku li tevayiya  Rojhilatê Kurdistan û Îranê bilav bûne.  Bûyerên bi vî rengî berê jî qewimîne,  ji wê demê heta  hêzên desthilatdar yên Îranê ti fikirandina wê nîne ku dest ji faşîzmê berde. Eger ev desthilatdar derfetê bibîne,  wê faşîzma li dijî jinê zêdetir bike.  Di serhilanên  Îranê yên niha de, rêjîm bê hisab êrişî xwepêşanderan dike û çekan li dijî wan bikar tîne, yên ku tên hedefgirtin jî, teybet jinin.

Jîna Emînî  keçeke  Kurd bû, kesayetyeke serbilind  û ji xwe bawer bû. Êrişa rêjîma Îranê ya li dijî wê, li dijî kesayeta  jinên ji xwe bawer û bi biriyar bû. ji ber ku desthilatdar nikare jineke xwedî îrade tehemûl bike.

Di demên bûrî de rêjîma Îranê  gelek jin işkence û bidarve kirin. Rêjîma Îranê kuştina jinê  di bin navê qanûnan de pêk tîne. Lê li  Tirkiyê bûyerên li dijî jinan ne di bin navê qanûnê de tên kirin, di bin navên cûda  tên kirin. Li Tirkiyê bêhelwestiya li hemberî bûyerên li dijî jinê, hiştiye ku şideta li ser jinê dehqat zêdetir bibe.

Di pêvajoya niha de, jin li Rojhilata Navîn di aloziyekê mezin re derbas dibe. Mînaka wê jî Arebistana Sûdî ye û tevaiya tiştê di bin navê islamê de li ser jinê hatiye ferizkirin pêk tîne. Herwiha Qeter ku nûçeyên li ser şideta li dijî jinê yên li dewletên derdorê pêk tê, di ragehandina xwe de belav dike, lê tu mafê jinê di qanun û pratika wê de nîne.

Li Rojhilata Navîn  xetera li dijî jinê pir zêde ye û ti rejîmên dewletan  guhertin di zihniyeta li dijî jinê de çênekirine. Tevaiya Rojhilata Navîn di pêvajoyeke pir tevlihev de ne.  Lê di vê pêvajoyê de, cara yekemîn jin bi şêwazê rêxistinkirî , bi şêwazê ku karibe dengê xwe derxe, xwedî li mafê xwe derkeve, xwe rêxistin dike. Ev isbat dike ku şoreşa Jinê li Rojhilata Navîn dest pê kiriye, ev jî bi pêşengiya jina Kurd çêbûye.

Jina Kurd di her çar perçeyê Kurdistanê de, di hêla Hişmendî de hişyarbûnekê jiyan dike. Jiyana bindestiyê ji bo xwe qebûl nake, xwedî îrade û helweste; di milê leşkerî de jî xwedî roleke girînge û dizane çawa hebûna xwe biparêze.

26 îlonî li Mêrsînê, li dijî dagîrkeriya Tirkî çalakiyek hat lidar xistin. Ew çalakî ji aliyê du şervanên qehraman yên fedayî hat kirin. Şehîd  Sara û Şehîd  Rûken bi xwe li dijî dagîrkeriya Tirk çalakiyek bibanor li dar xistin. Tevaiya dewletên NATO yê destekê didin Tirkiyê ji bo du armancan; ya yekê qirkirina gelê Kurd yê berxwedêr e, ya din jî têkbirina hêza jinê li Rojhilata Navîn e.  Dewleta Tirk ya dagîrker,  li hemû qadên ku lêgerîna azadiya jinê lê heye, hêzekî çete ava dike û hewil dide îradeya jinê têk bibe. Li Lîbyayê dema  jinên lîbî xwestin xwe birêxistin bikin, Tirkiyê destek da hêzên çete û li dijî îradeya jinan sekinîn. Li ku derê çirûska xwerêstikirina jinan hebe,  Tirkiyê li wir hêzeke çete ava dike û li dijî hebûna jinê kar dikin.

Herwiha ji dema avabûna cimhûriyeta Tirkiye de heta niha, tu hikûmetan wekî AKP’ê dijminatiya jinê nekiriye, li ser destê hikûmeta AKP’ê  jin hatin hedefgirtin.

Rewşa aloziyê  li Rojhilata Navîn, encamê rewşa hişmendiya zilamê serdest e. Li hember wê jina xwerêxistikirî, di armancê xwe de zelal e û pir bi hêrse. Dîmenên çalakiya heval Sara û heval Rûken mirovan dihejîn e. Dema em li vê pêvajoyê binêrin, em dibînin li welatê ku herî dengê jin hatiye qedexekirin wekî Tirkiyê û Îranê , jinan xwe birêzxistin kiriye. Ev jî tê wê wateyê ku bi rêya xwe rêxistinkirin û tekoşina jina kurd wê şoreşa azadiya gelên Rojhilata Navîn pêk bîne.