Rojnameya Ronahî

Pêngava `Tu Ji Penceşêrê Bi Hêztir î`

 

Darîn Silê/Qamişlo

Bi armanca hişyarkirina jina li ser nexweşiya penceşêra sîngê, Komîteya Tenduristiyê ya Weqfa Jina Azad ya Sûriyê 1`ê vê heyvê li bajar û gundewarên kantona Qamişlo dest bi pêngava `Tu Ji Penceşêrê Bi Hêztir î” kir.

Ji ber ku ev heyv bi heyva penceşêra sîngê an jî bi heyva gulîn tê nasîn, her sal di vê heyvê de Weqfa Jina Azad bi pêngavekê ji bo penceşêra sîngê radibin. Niha hî dest bi Pêngava `Tu Ji Penceşêrê Bi Hêztir î` kiriye û wê ev pêngav heta dawiya vê heyvê berdewam bike. Di pêngavê de dê semînerên hişyarkirinê ji tevayiya jinên bajar û gundewarên Qamişlo re bê dayîn.

Derbarê destpêkirina pêngavê û hişyariyên li ser nexweşiya Penceşêra sîngê, rêvebera Weqfa Jina Azad ya beşa Tenduristiyê Melka Hesaf ji me re axivî û behsa sedem û nîşanên vê nexweşiyê kir.

`Divê jin tenduristiya xwe paşguh nekin`

Melka Hesaf da zanîn ku penceşêra sîngê di nava jinan de pir belavbûye û axaftina xwe wiha domand: “Di dema dawî de li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê, penceşêra sîngê zêde bûye. Heta niha nêzî sedê 15  jin bi nexweşiya penceşêra sîngê ketine. Gelek jin jî hene pê dikevin, lê ji ber ku li xwe napirsin, pê dernaxin ku nexweşî bi wan re heye. Gelek jê jî newêrin li xwe bipirsin, lewra ji nexweşiyê ditirsin. Ev jî dibe sedema ku nexweşî li wan girantir bibe û bi awayekî zû jê rehet nebin. Ji bo wê jî divê her dem jin li xwe bipirsin û tenduristiiya xwe paşguh nekin, bi taybet li pêsîra xwe bipirsin. Lewra çiqas mirov nexweşiya xwe paşguh bike, ewqas çareseriya wê nexweşiyê zehmet dibe.”

Melka Hesaf di berdewamiya axaftina xwe de got, jinên ku girêk di pêsîra wan de çêbibe, divê yekser li xwe bipirsin. Da ku nas bikin ev girêk ya pîse yan jî ya saxlem e. Lewra ne tevayiya girêkan yên pîsin, hin girêk hene neyên nexweşiya pençeşêrê ne.

Sedemên derketina nexweşiya penceşêra sîngê

Melka diyar kir ku gelek sedemên derketina nexweşiyê hene û ev yek li axaftina xwe zêde kir: “Sedemên vê nexweşiyê ev in: ‘dema ku di malbatê de wîraseta nexweşiya kanserê hebe, jinên ku ji pêsîrê şîr nadin zarokên xwe, yên wezna wan zêde û zewaca di temenê piçûk de’.”

Nîşanên penceşêra sîngê

Melka behsa nîşanên vê neweşiyê jî kir û wiha pê da çû: “Hin nîşanên nexweşiya penceşêra sîngê hene, dema jin van nîşanan bibînin pêwîste zû li xwe bipirsin û pêsîra xwe venêrîn bikin. Nîşan jî ev in: ‘Girêka (melmos), mezinbûn û biçûkbûna pêsîrê, dema cihin ji çerm rengê wê sor dibe û cihin jê dibe wek cermê şewitî’.”

`Armanc, hişyarkirina jinan li ser penceşêra sîngê ye`

Melka got, ji bo hişyarkirina jinan li ser penceşêra sîngê 1`ê heyvê me dest bi pêngavekê kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Her sal em bi pêngavên wisa radibin. Armanca me ji pêngavê ew e ku tevayiya jinên me nexweşiya penceşêra sîngê nas bikin û jê hişyar bin. Jixwe di pêngavê de emê semînerên li ser sedem û nîşanên nexwşiyê û bi taybet hişyariyên li ser vê nexweşiyê bidin jinan. Da ku karibin parastina xwe bikin û ha ji tenduristiya xwe hebin. Ji bilî wê jî, emê jinên ku nexweşiya pençeşêrê bi wan re heyî kom bikin û semînerên ji bo xweşkirin û geşkirina derûniya wan bidin. Herwiha emê hêza wan xurttir bikin.”

`Divê hêza jinê ji nexweşiyê xurttir be`

Rêvebera Weqfa Jina Azad ya beşa Tenduristiyê Melka Hesaf di dawiya axaftina xwe de got, em bihêvî ne ku her demê jin li xwe bipirsin. Herwiha jinên ku nexweşî biwan re heyî, bila teslîmî nexweşiyê nebin. Li çûna ku derûniya xwe lawaz bikin, divê hêza xwe ji nexweşiyê xurttir be.