Rojnameya Ronahî

HPG : 10 leşkerên dagîrker yên artêşa Tirk hatin cezakirin

 

HPG’ê diyar kir ku di 8 çalakiyên gerîlayên azadiya Kurdistanê de,10 leşkerên dagirker ên artêşa Tirk hatine cezakirin û got, artêşa Tirk ya dagirker Qadên Berxwedanê 31 caran bombe kiriye

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku di 8 çalakiyên hêzên wan de herî kêm 10 dagirker hatine cezakirin. Herwiha da zanîn ku  artêşa Tirk ya dagirker Qadên Berxwedanê 31 caran bi bombeyên qedexe, çekên kîmyewî û gaza îsotê, 2 caran bi balefirên şer, 50 caran bi helîkopterên êrîşê, bi dehan caran jî bi obus, hawan û tankan bombe kiriye. HPG’ê ragehand ku hatiye tespîtkirin ku  çekên kîmyewî yên li çeperên şer ên Şehîd Serxwebûn a li Qada Berxwedanê ya Çemçoyê hatiye bikaranîn çêja wan şîrîn û bêhna wê jî giran e.

Agahiyên li ser çalakiyan hatin dayîn wiha ne:

Di 29’ê Îlonê de dagirkeran dema ku xwestine têkevin çeperên şer ên Şehîd Serxwebûn a Qada Berxwedanê ya Çemçoyê, 3 caran bi taktîka sabotajê li wan hatiye xistin. Di van çalakiyan de herî kêm 5 dagirker hatine cezakirin.

Di 2’ê Îlonê de saet di 08.40’an de tîmên me yên gerok bi sûîkastê li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Çemçoyê dane. Di vê çalakiyê de 2 dagirker hatine cezakirin.

Di 2’ê Cotmehê de saet di 08.30’an de dagirker dema ku li dora çeperên şer ên Şehîd Agir a li Qada Berxwedanê ya Sîdayê tevgeriyane, bi taktîka sûîkastê li dagirkeran hate xistin û dagirkerek hate cezakirin.

Di 2’ê Cotmehê de saet di 16.20’an de tîmên me yên gerok bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Çemçoyê dane û dagirkerek hate cezakirin.

Di 2’ê Cotmehê de saet di 16.00’an de dema ku dagirker li dora çeperên şer ên Şehîd Agir a Qada Berxwedanê ya Sîdayê ketine tevgerê, hêzên me bi çekên giran li wan dane. Li vir dagirkerek hate cezakirin.

Di 1’ê Cotmehê de bi şev dema ku helîkopterên Skorsky xwestine leşkeran deyne Qada Berxwedanê ya Girê Amêdiyê hêzên me li helîkopterê dane. Ji ber lêdana xurt a hêzên me helîkopter bêyî ku leşkeran deyne, neçar maye ji qadê derkeve.