Rojnameya Ronahî

Jinên ciwan yên herêma Efrînê meşek li dar xistin

Zana Roj/ Şehba

Jinên ciwan yên herêma Efrînê, ji bo piştgiriya bi xwepêşandanên li Rojhilatê kurdistanê û piştgiriya çalakiya fedayî ya ku Şehîd Rûken û Şehîd Sara li hemberî dagirkeriyê pêk anîne, meşek li dar xistin.

Ji bo piştgiriya xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, herwiha piştgiriya çalakiya fedayî ya ku ji hêla du gerîlayên YJA Starê ve; Şehîd Rûken û Şehîd Sara li dijî dagîrkeriya Tirkî pêk hat, bi sedan jinên ciwan yên herêma Efrînê li navçeya Babenês ya Şehbayê meşek girseyî li dar xistin.

Di dawiya meşê de, ji aliyê Yekîtiya  Jinên Ciwan ve ji bo raya giştî daxuyaniyek hat dayîn.

Daxuyanî ji aliyê endamaYekîtiya Jinên Ciwan Zeyneb Xoce ve hat xwendin.

Daxuyanî wiha bû : “Ev zêdetirî 15 rojan serhildanên li Rojhilatê Kurdistanê berdewam dikin û bi hêrseke mezin û vîna jina azad di hemû cîhanê de belav bûye. Jîna Emînî bû sembola azadîxwaza jinê, bi dengekî bilind re her kes derketiye qadan û êdî serhildan bûye şoreşek, em serhildana li rojhilatê kurdistanê û Îranê silav dikin û şiyar dikin ku ev ne tenê bûyereke xemgîn e, kuştina Jîna Emînî bi şêwazeke hov girêdayî me hemûyan e, hemû jinên di cîhanê de ku rewşa heyî qebûl nakin hedef digirin, tolhildana Jîna Emînî û tavahî jinên ku hatine îşkence kirin û hatine kuştin di heman demê de tolgirtina ji koletiyê ye.

Dijminê qirêj hewil dide rojevên me li ser serhildanên li Rojhilatê kurdistanê biguhere û dîsa êrîşî ser bakur û rojhilatê suriyê dike, di encama wan êrîşan de heval Zeyneb û heval Yildiz hatin hedefgirtin û Şehîd bûn.

Di 26 ê îlonê de hevreyên me Sara Goyî û Rûken Zelal çalakiyeke di asta herî jor de li dijî desthilatdarî û mîtîngeriya dewleta Tirk pêk anîn, li ser xeta Şehîd Zîlan hevalên me bûn xwedawendên me yên azadiyê heval Sara û  heval Rûken bi berpirsyartî û hezkirin xwe feda kirin da ku tola gel rakin û derbeyên giran li dijmin bidin, bi vê çalakiyê bûn fedayîyên gel û azadyê.

Wek Yekîtiya Jinên Ciwan a Efrîn û Şehba em banga hemû jin û ciwanan dikin, divê em şiyar bin bese ji desthilatdarî û pergala kapîtalîzim û koletiya jinê re, emê li ser şopa Sara, Rûken, Berîtan û Zîlanan bimeşin. “