Bi daketina pileyên germahiyê re, cotkarên Amûdê dest bi çandina sebzeyên payîzê û zivistanê kir da ku tevî dorpêça li ser herêmê jî bikarin xwe têr bikin. Ev proje jî ji hewldanên serbixwebûna di warê zad û qût de ne.
Derdora navçeya Amûdê ya Qamişloyê ku bi xaka xwe ya şov, ava xweş a binerd a ji bo çandiniyê guncaw û avhewaya xwe ya baş tê nasîn. Li vir gelek zevî hene.
Cotkarên herêmê, îsal dest bi çandina cûreyên sebzeyên mîna îsot, bacanê reş, kartol, kelem, xas, tivir û wekî din kir.
Cotkar, Weysî Ehmed Selîm û gelek karker pê re di nav 25 doniman de li rojavayê navçeya Îsayê, gelek sebze çandin. Piştî nermbûna germahiyê li herêmê, wî dest bi çandina kelem û tiviran kir.
Esas payîzan, cureyên şînkahî û sebzeyên mîna gêzer, baqil, şînkahiyên weke spanax û keleman tên çandin. Her wiha hin cureyên berhemên havînê jî payîzan têne çandin, bacanên sor, îsot, bacanê reş hin ji wan in.
Çandina kartolan bi ser ket
Weysî Ehmed Selîm dibêje, “Di her dema salê de em erdê ji bo çandina sebzeyan hazir dikin, gubre û zibil direşînin. Kengî ax amade bû, em dest bi çandiniyê dikin. aşêfê dikin. Em dikarin gelek cureyên sebzeyan ji herêmê re peyda bikin.”
Tevî dorpêça li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û kêmbûna mezin a rêjeya ava çemê Firatê, hîna xelkê herêmê hewl dide rêgeza têraxwekirinê bi rêya hilberîna xwecih pêk bînin û mîqdarên herî zêde ya berheman di nav sûkan de peyda bikin.
Weysî Ehmed Selîm da zanîn ku berhemên li herêmê têne çandin bi sûd in û wiha pê de çû: “Axa herêmê ji bo çandina gelek cureyên şînkahî û sebzeyan guncaw e. Van salên dawiyê, cotkarên herêmê dest bi çandina kartolan jî kir.”
Kartol berê tenê li herêma Şehba dihat çandin, lê di çend salên dawîn de, cotkarên herêma Cizîrê dest bi çandina wê kir. Ev çandinî bi ser ket û mîqdarên zêde yên vê berhemê li sûkan hat firotin.
Mazot barekî giran e
Cotkar Mihemed Seîd Îsmaîl ji gundê Sinciq Xelîl ê Amûdê ye. Ew dibêje, “Pêdiviya çandina kartolan bi pisporî, baldariyeke mezin û xaka şov heye.”
Di dawiya Tebaxê de kartol tên çandin û ji destpêka Mijdarê heta Sibatê jî tê çinîn.
Mihemed Seîd Îsmaîl dibêje: “Min hezar donim kartol di biharê de çand. Di payîzê de jî min tenê kartol di 850 doniman de çand. Ji ber ku mazot kêm e. Axa me şov e û ji çandiniyê re guncaw e. Lê mazot têra me nake. Lewma lazim e em bi ava bîran zevî av bidin.”
Li gorî Nivîsgeha Çandiniya ya Amûdê, 7 hezar û 325 donim bi sebzeyên havîn û payîzê li navçeya Amûdê hatin çandin, her wiha kartol jî li 2 hezar û 340 donimî hatiye çandin.-ANHA