Saturday, May 10, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Rêveberiya Avê ya Qamişlo: Emê hê zêdetir bal bikşînin ser paqijiya avê

28/09/2022
in Uncategorized
A A
Rêveberiya Avê ya Qamişlo: Emê hê zêdetir bal bikşînin ser paqijiya avê
Share on FacebookShare on Twitter

 

Darîn Silê/Qamişlo

Rêveberê Rêveberiya Avê ya Kantona Qamişlo Xorşîd Oso da zanîn ku ava diçe ji welatiyan re rojane tê taqîmkirin û got, emê hewl bidin ku aveke paqij û dirust ji tevayiya tax û gundewarên Qamişlo re peyda bikin.     

Li bajarê Qamişlo sê stasyonên avê yên sereke hene ku avê didin bajar bi giştî, wek stasyona El Sefan, Hilêliyê û El-Ewîce. Ji bilî wê jî 12 bîrên li rojhilatê bajêr û li derdora çemê Ceqcaq jî hene. Bi hebûna van bîr û stasyonan av dighêje tax û gundewarên Qamişlo. Rêveberiya Avê ya Kantona Qamişlo jî rojane vê avê paqij û taqîm dike. Bi taybet di dema dawî de dest bi pêngaveke paqijkirin û taqîmkirina avê kirine û pêngava wan dê dewam bike.

Derbarê rewşa avê li kantona Qamişlo û paqijiya wê, herwiha pêngava paqijkirin û taqîmkirinê de rêveberê Rêveberiya Avê ya Kantona Qamişlo Xorşîd Oso ji me re axivî.

`Rojane ava xizanan tê taqîmkirin`

Xorşîd Oso da zanîn ku wan dest bi pêngaveke paqijkirina avê kirine û axaftina xwe wiha domand: “Ji berê de em avê paqij û taqîm dikin. Lê nêzî hefteyekê ye me dest bi pêngava paqijiya avê kiriye. Di pêngavê de em hê zêdetir giraniyê didin taqîmkirina avê. Rojane tevayiya xezanên avê yên ku avê didin bajarê Qamişlo bi madeya kilorê tên taqîmkirin. Ev demeke kilora av hatiye qutkirin, ji bo wê jî em klora toz li şûna wê bikar tînin. Bi vî awayî rojane ava xezanan ji aliyê pisporan ve tê kontrolkirin.”

`Emê hewl bidin hin çareseriyên din ji bo paqijkirina avê bibînin`

Xorşîd got, dema av paqij be nexweşiyan bi xwe re nayne û ev yek li axaftina xwe zêde kir: “Ev demeke ji ber ku ava çemê firatê tê qutkirin û av li herêmên me yên din nîne, welatiyên wan herêman neçar dibin ku ava qirêj ji xwe re bikar bînin. Ji ber wê jî ev bû sedema derketina nexweşiya Kolêrayê. Lewra nexweşî ji ava qirêj û zebzeyên ku bi ava qirêj tên avdan çêdibe. Ji bo wê jî dema em li paqijiya avê ne baldarbin wê nexweşî li Qamişlo jî pir belav bibin. Wekî Rêveberiya Avê ya Kantona Qamişlo jî em rojane di milê paqijkirina avê de baldarin û emê hewl bidin hin çareseriyên din ji bo paqijkirina avê bibînin.”

Xorşîd bîr xist ku gelek kesên sebzeyan diçînin, sebzeyên xwe bi ava qirêj av didin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Pêwîste em jêdera avê ya ku sebze pê tên avdan nas bikin. Ji ber ku gelek jê sebzeyan bi ava qirêj av didin. Ji bo wê jî em bi hêvîne ku kesên sebzeyan diçînin di vî milî de baldarbin û ava paqij bikar bînin. Bi taybet di vê dema dawî de lewra nexweşî pir bûye û sedema wê ya sereke jî nepaqijî ye. Ji bo wê jî dema ku welatî jî sebzeyan ji firoşgehê bikrin pêwîste baş bişon û piştre ji bo xwarinê bikar bînin.”

Xorşîd Oso got, hin caran dema ku boriyên avê dişkên gemar derbasî wan boriyan dibe û wiha pê de çû: Ev şikandin dibe sedema ku aveke qirêj yan jî axeke sor di nav avê de bê dîtin. Ji bo wê jî dema ku welatî ava xwe ne zelal bibînin, bila di cih de berê xwe bidin  Rêveberiya Avê. Da em rewşê pişopînin û çareser bikin.

`Em zehmetiyê di peydekirina alavan de dibînin`

Xorşîd behsa zehmetiyên ku bi wan re derbas dibin kir û ev yek li axaftina xwe zêde kir: “Ji ber ku gelek çaran ambargo li ser me tê kirin, em astengiyan di milê peydekirina alavan de dibînin. Lewra gelek caran alav û perçeyên wan ji me re pêwîstin. Lê em zehmetiyan di milê peydekirina wan de dibînin. Ji bo wê jî ev ambargoya ku li ser me tê kirin nahêle em karê xwe bi awayekî dirust bikin. Piraniya alavên me kevnin û pêwîstiya wan bi çeksazkirinê heye. Lê ji ber rewşa heyî em nikarin ti guhertinê di milê alavan de çêkin. Ji bilî wê jî em zehmetiyan di peydekirina kilora av de dibbînin.”

Rêveberê Rêveberiya  Avê ya kantona Qamişlo Xorşîd Oso di dawiya axaftina xwe de got, emê hê zêdetir balê bikşînin ser paqijiya avê, herwiha emê hewl bidin ku aveke paqij û dirust ji tevayiya taxên Qamişlo û gundewarên wê re peyda bikin.

 

 

 

 

Post Views: 46
ShareTweetPin

Herî Dawî

Planên Enqerê li Bendava Şehîdan têk çû
NÛÇE

Planên Enqerê li Bendava Şehîdan têk çû

10/05/2025
Tebqa; piştî 8 salan ji rizgarkirinê
CIVAK Û JIYAN

Tebqa; piştî 8 salan ji rizgarkirinê

10/05/2025
Merasima spartina Şehîd Cîger Gulo
NÛÇE

Merasima spartina Şehîd Cîger Gulo

09/05/2025
PKK: Li ser bingeha banga Rêber Apo me ev kongre lidarxist
NÛÇE

PKK: Li ser bingeha banga Rêber Apo me ev kongre lidarxist

09/05/2025
HRRK komxebata nirxandina li ser konferansa Yekrêzîya Kurdi lidarxist
NÛÇE

HRRK komxebata nirxandina li ser konferansa Yekrêzîya Kurdi lidarxist

08/05/2025
Kanê pêngav li ku ma?
POLÎTÎKA

Kanê pêngav li ku ma?

08/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.