Rojnameya Ronahî

Divê ciwan li Şoreşê xwedî derkevin

Zekî Bedran

 

Li Sûriyê pirsgirêk giranin, qelişandin û hilweşandineke kûr heye. Ji bo pirsgirêk werin çareserkirin hêzên peywendîdar wek tê xwastin berpirsiyariyê nagirin û tevnagerin. Di rewşa heyî de herî zêde Erdoganê faşist yê dagîrker ji bo armanca xwe lez daye lêgerînên xwe. Amadekarî û lêgerînê wî, ji bo çareserkirina pirsgirêkê nîne, ji bo girankirina pirsgirêkê ye. Bi taybet dixwaze êrîşê rojava bike, hinek herêman dagir bike û koçberî û hilweşandinê zêdetir bike.

Rêjîma Şam`ê jî li bendêye ku, weke berê desthilatdariya xwe bide rûniştandin û îdare vegere weke beriya 2011’an. Lêbelê, dikare bi Rojava û herêma xweser re, bi lez pirsgirêkên xwe çareser bike û yekîtiyek ava bike.

Çi hêvî ji hêzên derve jî nayên kirin. Ji ber ku herkes ketiye dû berjewendiyên xwe.

Weke tê dîtin di siyaseta wan de şêlûbûn heye, ev jî bi şikleke xwezayî civakê bandor dike. Mirov paşroja xwe di ewlehiyêde nabînin. Pirsgirêkên aborî yê cidî hene, Sûriyê di bin ambargoyeke girande ye. DAİŞ hîn jî kengê derfet bibîne xwe rêxistin dike û êrîş dike. Çeteyên ku Tirkiyê  ew li dora xwe kom kirine, qanûn û pîvan nas nakin. Gel dişelînin, talan dikin. Gûndên nêzî herêmên dagirkirî bê navber di bin êrîşande ne. Bi êrîşên asmanî re êrîşên top û teqemenî qet nesekinin e. Xebatên sîxûrkirinê bêpîvan didomin. Propaganda dijber û şerê psîkolojîk bê sînor heye. Dema xwe esas girtina rêjîma Şam`ê jî li ser ew qas pikirikan tê zêdekirin jî, rewşa gel girantir dibe.

Li ser tengasî û nezelaliyên ku me behs kirin, terikandina ciwanan ya erd û welatê xwe jî, tê rêxistinkirin û tê teşwîq kirin. Li gor agahiyên ragihandin û hinek derdoran, koçberiya ciwanên bakûr û rojhilatê Sûriyê zêde bûye. Ev yek tê wateya şer bi şêwazeke din didome. Dewleta tirkan wek dixwaze nikare êrîş bike, dagirbike lê, bi şêwazên din yên şer gel dide koçber kirin. Domandina Tehdit û êrîşên xwe ji ber vê ye. Herwiha sînoreke dirêj ya rojava û bakûrê Sûrî heye. Sînoran ji ber qaçax derbasbûnê girtin ne hesane. Dewleta tirkan ji bo rev derbasbûnan hesan dike. Yê dixwazin biçin beşek ji wan, ji herêmên kontrola rêjîmêve diçin.  Ew jî derbasbûnan hesan dikin. Dema wiha bû yê direvin û diçin zêde dibin.

Derketina derve barek giran ya aborî ye, bi hezaran dolar pêwîste. Kaçaxçiyên mirovan û rûşvet sîstemek şelandinê avakirine. Di vê pêvajoya hilweşandina aborî û xizaniyêde, bi hezaran dolar peydakirin ne hesan e. Yê diçin destê wan de çi hebe difroşin û gelek ji wan jî deyndar diçin. Beşek ji wan destê şebekeyan de dimînin. Yên tên xapandin û yên di holê de dimînin pir hene. Beşek ji wan jî di rêwîtiyê nê ewle û ne tendûrist de telef dibin.

Rev an jî lêgerîna jiyanek baştir, gelo li welateke xerîb kêyfxweşî bîne? Mirov di bin psîkolojiya birçîbûn û tirs de nikarin bi tendûristî bifikirin. Şûna ku Li welatê xwe, li ser erdê xwe, bi çanda xwe hilberandin hebe, çima here welateke xerîb? Ev yek divê bê lêpirsîn kirin. Feqîrtî û zehmetî dibe ku hebin, berê jî herkes jîyana burjuwazî jîyan nedikir. Lê mirov bi erdê xwe û çanda xwe ve girêdayî bûn. Yên ku ji axa xwe qût bibin, ji rih ê xwe qût bibin, wê belav bibin. Di nava çandên din û civakên din de wê bihelin, asimile bibin. Ev xeterek mezin e. Ger wiha nebûya dijmin û hêzên desthilatdar gel ew qas teşwîqî koçberî nedikirin.

Mirov nikarin tenê di lêgerîna maddiyat û jîyana hesan de bin. Ji bo mirovan çand, welat, ax jî pêwîste. Ger welatê xwe biparêzî, hilberînê bikî, xwe rêxistin bike, bi xwezayî wê rewşa jîyana te baştir be. Kes birçî, feqir û bê kar namîne. Ev yek ji Welatên pêşketî û dewlemend re, ji esîmanan daneketi ye Ji ber vê yekê bi taybet ciwanên rojava û Sûrî divê welatê xwe neterikînin. Malbat şûna ku cûwanên xwe bişinin derve, divê dijber derkevin. Ger bi navê girêdana axê, welatparêzî tiştek mabe, divê kes neçe û xwedî li nirxên xwederkevin. Gelên bê ax û bê welat nikarin xwe bigîhînin paşrojê.

Saziyên Rêveberiya Xweser û ragihandina azad di van mijarande divê konseptên berfireh pêşbixin û tevbigerin. Ji aliyeke ronahîkirin û perwerdekirin, alîyek din jî li cûwanan xwedî derketin û tevlî kar kirin. Ji gûndan heta bajaran di hemû qadan de kampanyayek rêxistinkirin û xwe gihandina her kesî pêwîste. Bi taybet erkê herî mezin dikeve ser milê rêxistinên ciwanan. Xwe gihandina hemû alîyan, têkîlî pêşxistin û ev leystok vala derxistin, erkekê sereke yê şoreşgeri ye. Hemû kesên erkdar divê van xebatan weke xebateke xwe bibîne. Kes erkê xwe ji keseke din re nehêle, hawaleyê keseke din neke. Gelê ku ciwanên wê ne rêxistinkirî û hişyar be paşrojê wê nabe.