Rojnameya Ronahî

’Jin Kurd li Rojhilatê Kurdistanê bû çirûska şoreşê’

 

Şaho Gabar / Qamişlo

Berdevka Yekîtiya Jinên Ermen yên bakur û rojhilatê Sûriyê diyar kir ku jina Kurd li Rojhilatê  Kurdistanê mînaka jina berxwedêre û got, tevî zext û şidetê jî, jina Kurd li Rojhilatê Kurdistanê bûye pêşenga serhildanê.

Ev nêzî 11 rojin ku bi pêşengtiya jinan li her devereke ji bajarê Rojhilatê Kurdistan û Îranê, li dijî rejîma desthilatar ya zilam û zextên wê yên li ser jinên Kurd, berxwedanek bi heybet tê meşandin. Li Merîwanê di 8’ê Îlonê de, dayika du zarokan a bi navê Şilêr Resûlî,  ji ber destdirêjiya zilamekî  girêdayî artêşa rejîma Îranê, xwe ji qata 2’na avêt xwarê û bi vî rengî hate qetil kirin. Jinan ji bo xwedî derketina li Şilêr Resûlî, li dijî bê exlaqiya zilamê dewletê bi şêwazek serhildanê, helwesteke civaka exlaq û politîk nîşandan. Di wan çalekiyên xwe de ji neyarê jinan re, ev peyam dan: ‘Destdirêjiya li ser jin, destdirêjiya li ser civakê ye.’

Hê şîna dayika bi navê Şilêr Resûl bi dawî nebibû, keça bi navê Jîna Emînî dema ku bi birayê xwe re, ji Saqizê çûbû bajarê Tehranê. Li wê derê ji ber cil û bergê  (Hîcab) Jîna Emînî ji milê polîsên ku xwe wek parasvanên exlaq pênase dikin ve, di dema binçavkirinê de, di bin îşkenceyê de hate qetil kirin. Jinên Kurd, vê carê bi hêrsek dîrokî diruşmeya ‘JIN, JIYAN, AZADÎ’ ji Saqiz, Sine, Şino, Mihabat, Dîwandere, Tehran û gelek bajarên din, ji zihniyeta qirker re dibêjin: “Êdî bes e.”. Jina Kurd li dijî bêexlaqiyên rejîma Îranê, xwepêşandanên zêde kirin.

Li ser pêşengiya jina Kurd li Rojhilêatê Kurdistan û Îranê  ji serhildanên gel re berdevak Yekîtiya Jinên Ermen li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Anahîd Qisêban ji me re axivî.

Anahîd diyar kir ku li Îran û Rojhilatê Kurdistanê, jin bingeha civakê ye û wiha got: “Jina Kurd  li Rojhilatê Kurdistanê  xwedî hêz û îradeyeke xurte, bi sedê salne ku li hemberî desthilatdariya mêr li ber xwe daye, herdem jin bûya sirûda azadaiyê. Di dîrokê de gelek jinên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê têkoşîneke mezin dane meşandin, li hemberî  faşîzmê rêjîmê serî hildane û bûne sembola azadî û berxwedanê.”

’Jina Kurd ya Rojhilatê Kurdistanê jî aşiqa azadiyê ye’

Anahîd da xuyakirin ku jinên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê navê xwe bi tîpên zêrîn di dîroka berxwdana jinê de nivîsandine û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tevî zor û zehmetiyan jî, jina Kurd li Rojhilatê Kurdistanê teslîm nebû. Dihat girtin, işkencekirin û kuştin jî, lê serî ji sîstema desthilatdar e neditewand. Glek jin bi sêdaran ve hatin daleqandin, hin ji wan jî bi dizî hatin kuştin. Gelek jin heta niha jî di zindanê rêjîma Îranê de ne.Lê wan dest ji berxwedanê bernedan . Jina Kurd ya Rojhilat wekî jinên berçeyên din yên Kurdistanê aşiqa azadiyê ye û navê xwe di pirtûka berxwedana jinê de nivîsandiye.”

’JinA Kurd bû  çiroska serhidanê’

Anahîda Qesêban bang tevayiya rêxistinên jinan yên cîhanê kir ku jinên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê bi tenê nehêlin û axaftina xwe wiha qedand: “Jinê Çirûska serhildanan pê xist û serhildan li tevayiya Îranê belav bû. Xwepêşandanê dawî yên li Rojhilatê Kurdisatn û Îranê tekez kir ku tevî şideta li ser jinê, lê ew dikare serhildanan birêve bibe û bibe pêşenga şoreşa Azadiyê. Di dema niha de ji tevaiya jinên cihanê tê xwestin ku bi awayekî çalak tevî çalakiyan bibin û piştgiriya jinên Îranê bikin.Herwiha ji tevaiya rêxistinê jinan tê xwestin ku zextan li Neteweyên Yekbûyî bikin da ku sînor ji faşîzma rêjîma Îranê ya li dijî jinê bên dayîn û hesabê kuştina jinan jê bê xwestin”

Hêjayî gotinê ye ku Rêber Apo di name û peyamên xwe yên di derbarê çareseriya pirsgirêka jina Kurd û jinên cîhanê de, gelek nerînên dîrokî pêşkêş kirine. Di van nerînan de tekez kiriye ku têkoşîna sedsala 21’an wê bibe têkoşîna jinan. Bê guman ev heqîqet îro li Rojava û Rojhilatê Kurdistanê di pêşengiya jin û ciwanan de tê tespîtkrin. Lê helbet ne wiha ji xwe de dest pê kiriye. Têkoşîna jênê pişta xwe dide zanista jin û dîroka bîrdoziya ‘Rizgariya Jina Kurdistanê’ her wiha KJK’ê.