Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Ji bo dagirkeran her tim xwefiroşek peyda dibe

28/09/2022
in QUNCIK NIVÎS
A A
Daxwaza dagîrkirinê ya dewleta tirkî xelas nabe
Share on FacebookShare on Twitter

 

Memed Serdar

Dewleta tirka ya dagirker di hemû warên jiyanê de dûrî pîvanên mirovahî tev digere. Weke ku her tiştek pîvaneke xwe heye, şer û dijminayî jî pîvanê wê hene. Di şerde dijminê xwe xapandin û taktîkên cûrbecûr hene, bi hezaran salin tên bikarhanîn. Lê hinek pîvanên şer hene dijminên herî xerab jî van pîvanan bin pê nakin û li gor wan pînana şerê xwe dike. Sekna dewleta dagirker ya tirkan li hemberî  pîvanên şer, ji heqîqetê wan ya dîrokî tê. Ji ber ku di dîroka dewleta dagirker ya tirkan de li erdekê bicihbûn û ji pêşketinên mirovayî sûdgirtin, çênebûye. Herdem li ser pişta hespa geriyan e û dema birçî dibûn, êrîşî dora xwe kirine û talan kirine. Piştî hatine wan  ya Anadolê û bakûrê Kurdistanê, nirxên weke mirovayî, medeniyet, çanda gelan, cîrantî û dostanî  jî ji gelên herêmê dîtine,  lê heta niha jî bi van nîrx û pîvanên mirovayî re nebûne yek.

Di şer de êrîşkirina li ser dijmin tişteke asayîye, lê êrîşên ser medeniyan, jin û zarokan derveyî pîvanên şer e. Herwiha di şer de hinek çek hene bikaranîna wan di peymana mafê mirovande û NY (Netewên Yekbûyî) de hatine qedexe kirin. Lê dewleta dagirker ya tirkan bi taybet di şerê dijî gelê Kurd de yekê ji van pîvanan jî pêk nayîne. Ne tenê şerê leşkerî, di asta şerê taybet jî hemû pîvanan binpê dike. Di serîde ji bo gelê tirk bi xapîne, sînoryoyên derew belav dike. Di dîroka şer ya dewleta dagirker ya tirkan de, çend caran bi navê MÎT ê anjî saziyeke din agahiyên weke operasyonê taybet hatibe belavkirin, ji wana agahiyan ji sedî yek jî neraste. Mînaka herî dawî, beriya çend rojan, agahiyên li ser  2 endamên HPG’ê hat belavkirin. MÎT a tirkan weke bi operasyoneke taybet 2 endamê HPG li Ermenya hatine girtin, agahî belav kir. Piştre hat fêmkirin ku ev her dû endamên HPG ev nîzîk saleke li Ermenya girtîbûn û îstîxbaratê Ermînya ew herdu gerîla teslîmê îstîxbarata tirkan kirîye. Di raya gîştî de bawerî bi agahiyên îstîxbaratê tirkan nîne, ji ber wî herkes bi gûman nîzîkî vê agahiyê bû û piştre rastî jî derket.

Weke pîskolojîk bê dest girtin, hêzên binketî û ji xwe nebawer wiha bi agahiyên operasyonê sexte dixwazin xwe mezin bikin. Lê piştre hîn zêdetir xwe li ber çavê hemû cîhanê rezîl dikin.

Aliyê din ya vê pirsgirêkê jî nîzîkatî û xiyaneta hikûmeta Paşînyan ya Ermînya ye. Di serîde divê bê pirsîn hêzên sînor yê Ermînya ev herdû endamê HPG çawa girtine. Daxûyaniya HPG`de mijar hatiye zelalkirin. Teslîm kirina endamên HPG ji bo tirkan, rewşa hukûmeta Paşînyan jî eşkere kir. Çend daxûyaniyên piştî teslîm kirina dû endamên HPG`ê de eşkere bû ku ev xiyaneta yekem ya Paşînyan nîne. Gelê Ermen Paşînyan baş nasdikin û di rastiyê de ev demeke dirêje ku Paşînyan xîyaneta gelê Ermen dike. Bi dijminê Ermeniyan re dostanî dikir û di gelek mijaran de li hev kiribûn.

Tê îdîa kirin ku Paşînyan bi navbeynkariya Aliyev têkîlî bi MÎT`a tirkan re daniye. Herî dawî berîya çend rojan artêşa Azeriyan êrîş kirin, yê resmî hatiye îlankirin 150 leşkerê Ermenya jîyana xwe ji dest dan. Mirovek di asta herî ketîde jiyan bike jî, di rewşeke cenazeyên 150 leşkerê wî li erdê be bi qatilê leşkerê xwe re hevdîtin nake û lihev nake. Li ser vê rewşê wî  endamên HPG teslîm kujerê bi mîlyonan gelê Ermen, kiriye. Divê bê pirskirin gelo Paşînyan xwe li hember çi firotiye tirkan. Herwiha divê gelê Ermen ê bi şeref demeke zûtir, xwe û welatê xwe  ji xayînên weke Paşînyan xelas bikin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.