Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

JIN JIYANA AZADÎ, JI ROJAVA BER BI ROJHILAT VE

28/09/2022
in QUNCIK NIVÎS
A A
Şerê PDK`ê li dijî tevayiya gelê Kurd e!
Share on FacebookShare on Twitter

 

DILYAR CIZÎRÎ

Piştî bûyera şehîdxistina jina kurd a ciwan Jîna Emînî ya ji Rojhilat, gel bi diruşmeya “Jin Jiyane, Azadî” dest bi xwepêşandan kir. Ev ev çend roj in dewam dikin û pê re jî li nava bajarên Îranê belav dibin. Dema mirov behsa vê serhildana gel di rewşa rêjîmeke wekî ya Îranê dike, bê guman tê zanîn ev hêrsa gel ne tiştekî ji rêzê û tesadife.

Teqîneke di encama kombûyîn û zordariya dehên salan e hikûmet li ser gelê kurd bi taybet û Îranê bi giştî dimeşîne ye. Beriya niha jî rewş li Rojhilat û Îranê dihat vê astê. Lê piştî çend rojan bêyî aliyekî siyasî û rêxistinek pêşengtiyê bike bê deng dikirin.

Lê heger em bala xwe bidin diruşmeya hevbeş a xwepêşandên Rojhilat û Îranê “Jin, Jiyane, Azadî” ye, ev sernavê di Şoreşa Rojava ya bi pêşengtiya gelê Kurd hate meşandin tê bîra mirov. Şoreşa Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi saya piratîzeekirina vê diruşmeyê bi ser ket û bala hemû cîhanê kişand ser xwe. Jinên Kurd di hemû qadan de pêşengtî kirin û di hemû aliyên jiyanê de li kêleka pêkhateyên din karîbûn bingeha vê diruşmeyê deynin.

Ew jî bû hêmanekî bingehîn îro Rêveberiya Xweser di cîhanê de deng vedaye û hema bêje tu kes di cîhanê de nemaye gavên li vî parçeyê Kurdistanê ne bihîstiye.

Armanca min ji bîranîna gavên li Rojava hatine avêtin, ew Kurdên Rojhilat ji ezmûna Rojava sûdê werbigirin. Em gotina pêşiya ya “Mirov ji kîsî xwe fêr dibe” bîbîr bixin. Niha serhildan li parçeyekî din ê Kurdistanê ye. Diruşme yeke û tirajîdiya pir nêzî ya Rojava ye.

Ji ber wê di serî de ji gelê kurd ê Rojhilat tê xwestin û bi taybet tevgera siyasî ya Rojhilat bi hemû partî û rêxistinên xwe. Li gorî gavên li Rojava hatine avêtin pêk bînin. Riya çareseriyê Netewa Demokratîk û jiyana hevbeş e. Ji xwe Rojhilatê Kurdistan û Îranê cihekî bi pirengiya tê naskirin. Pêwiste ev pirengî bibe hêmanê bingehîn ê hêza şoreşê. Divê di zûtirîn dem de li Rojhilatê Kurdistan û Îranê cebheyeke demokratîk were avakirin.

Heger cebheyek demokratîk a hevgirtî neyê avakirin, metirsîneke mezin heye destên derve dirêjî nava xwepêşandan bibe. Ev jî wê bibe sedema rewşa li Rojhilat û Îranê ber aloziyeke hîn mestir ve biçe. Di heman demê de wê rê li ber komkujiyên mezin ve biçe. Ji bo avakirina cebheyeke wiha ji nivskar, siyasetmedar û rewşenbîrên li Rojhilat û Îranê û di serî de jin tê xwestin pêşengtiyê bikin.

Di heman demê de ji her kesî zêdetir barê pêkanîna vê eniyê û pêşengtiya vê demê ji sedan ciwanên ji Rojhilatê Kurdistanê ji bo piştgiriya şoreşa Rojava hatin herêmê. Ji sala 2014’an ve hin ji wan li vir in ezmûna Rêveberiya Xweser jiyan kirine û hemû detayên wê nas kirine.

Ew dikarin rolekî mezin bilîzin û rê li ber alîgirên derve bigirin. Di heman demê de ji ciwanên hemû parçeyan tê xwestin û di serî de yên Rojava piştgiriya gelê Rojhilat bikin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.