Rojnameya Ronahî

Moskovian: Divê partiyên Ermenistanê li dijî hikumeta Paşînyan a xayîn bisekinin

 

Lêkolînerê Ermen Hamo Moskovian diyar kir ku radestkirina 2 gerîlayan bi destê hikumeta Paşînyan ji dewleta Tirk a dagirker re, li têkoşîna gelên Kurd û Ermen xiyaneteke mezin e. Her wiha destnîşan kir ku Paşînyan û hikumeta wî hewl didin fitneyê di navbera her du gelan de derxin. Moskovian bang li partî û tevgerên Ermenan kir ku li hember hikumeta Paşînyan bisekinin.

Hevserokatiya Komîteya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) hikumeta Nîkol Paşînyan şermezar kir ku desthilata Ermenistanê gerîla Atîla Çîçek (Leheng) û Hisên Yildirim (Elîşêr) radestî dagirkeriya Tirk kirin piştî ku di Mijdara 2021`an de girtin.

KCK`ê diyar kir ku ev kiryar hevkariyeke veşartî ya hikumeta Paşînyan a bi dewleta Tirk a dagirker re ye.

KCK`ê bang li gelê Ermen ku li hember vê hikumeta bi dagirkeriya Tirk re hevkar e, serî hildin. Her wiha destnîşan kir ku ew di wê baweriyê de ne ku gelê Ermen dê helwesta pêwîst li hember vê hikumetê nîşan bide.

 

DIYARÎ JI JI BO ERDOGAN Û XIYANETEKE MEZIN

 

Girêdayî mijarê lêkolînerê siyasî yê Ermen Hamo Moskovian ji ajansa me re têkildarî niyeta hikumeta Ermenistanê ji vê yekê kir û got: “Paşînyan xwest bi vê kiryarê diyarî bide Erdogan beriya ku li Pragê di 6`ê Cotemehê de bicivin. Ev yek bi navbeynkariya serokê Azerbaycanê Îlham Aliyev û wezîrê karên derve yê Amerîkayê Anthony Blinken e.”

Moskovian wiha domand: “Di çarçoveyê wê hevdîtinê de ji demekê ve peyamên nerm di navbera Erdogan û Paşînyan de hene.”

Moskovian, kiryara Paşînyan bi xiyaneteke mezin li dijî gelê Ermen bi nav kir û got ev qet di dîroka gelê Ermen de pêk nehatiye.

Moskovian bang li partiyên Ermenan kir ku li hember vê “hikumeta xayîn” bisekinin ku di 2 salan de derdora 13 hezar kilometer çargoşe erdê Qerebaxê radest kir. Her wiha amadekariyan dike ku di çend rojên bê de 7 hezar kîlometreyên din radestî Azerbeycanê bike.

 

HEWLDANÊN DERXISTINA FITNEYÊ

 

Di daxuyaniya KCK`ê de hate gotin: “Tevgera Rizgariya Kurdistanê ne tenê ji bo gelê Kurd lê belê ji bo hemû gelên herêmê bi taybet gelê Ermen tê dikoşe. Gelê Kurd, gelê Ermen xwe bira dibîne. Welatê ku tê de dijî, welatekî hevbeş dibîne. Bê vê hestê nêzî gelê Ermen dibe û piştgiriya doza wî dike. Gelên Ermen û Kurd hev du baş nas dikin û bi hestên erênî nêzî hev dibin.”

Der barê mijarê de Moskovian got: “Paşînyan û rayedarên wî li Azerbeycan û Tirkiyê, hêzên paşverû li Ermenistanê, hewl didin fîtneyê di navbera gelên Ermen û Kurd de derxin. Piştî ku têkiliyên di navbera her du gelan de bi pêş ketin, bi rêya paşguhkirina rûpelên reş ên dîroka her du gelan. Lê ne Paşînyan û ne jî yên din, dê nekarin di van hewldanên derxistina fitneyê de bi ser bikevin.”-ANHA