Rojnameya Ronahî

’Emê bi rihê Şerê Gelê Şoreşgerî serkeftinê bidest bixin’

 

Koçberên Efrînê li herêma Şehbayê diyar kirin ku ewê bi rihê Şerê Gelê Şoreşgerî li ber xwe bidin û serkeftinê bidest bixin. Herwiha dan zanîn ku di her êrişekê de ewê li rex şervanên xwe bin û cihê xwe di çeperên şer de bigrin.              

Zana Roj/ Şehba

Piştî ku dewleta tirkî ya dagirker êrişî kantona Efrînê kir û di 18`ê Adara 2018`an dagîr kir, şêniyên Efrînê neçar man ji malên xwe derkevin û li Şehbayê bi cih bibin. Tevî êriş û dorpêçê jî, şêniyên Efrînê li Şehba berxwedana xwe didomînin, bi sekin û îradeya xwe asta berxwedanê roj bi roj bilintir dikin. Kîn û nefreta wan ya li hemberî dijmin jî  zêdetir dibe, li ser bingeha Şerê Gelê Şoreşgerî û felsefeya Rêber Apo xebata xwe dimeşînin, ji zarokê 7 salî heta kal û pîrên 70 salî li rex şervanên xwe disekinin û ji bo têkoşîna li dijî dagîrkeriyê xwe amade dikin.

Welatiyê Efrînê ku ev 5 salin koçberî herêma Şehbayê bûne diyar kirin ewê li ser esasê Şerê gelê Şoreşgerî xwe bi rêxistin bikin û herdem li rex şervanên xwe bin, herwiha dan zanîn ku ew her dem ji berxwedanê re amadene.

Tevayiay gel ji bo parastina axa xwe amadeye

Welatiya bi navê Edulê Mûsa balkişand ser hevgirtina di navbera pêkhateyên ku di hundir Şehbade de jiyan dikin û wiha domand: “Ya balkêş ewe ku em sekin û helwesteke yekgirtî di navbera tevahî pêkhateyên ku di Şehba de jiyan dikin, bibînin. Ev tê wateya ku tevahî gel fikir û îdeolojiya Rêber Abdullah Ocalan naskirine û weke ryeke sereke ya azadiyê hilbijartine, hebûn û yekgirtina me li vir li ser bingeha pêkanîna Şerê Gelê Şoreşgerî ye, êdî gel ketiye wê ferqê ku divê em tevahî weke şervanên doza azadiyê û parastina axa xwe tev bigerin.”

welatiyê bi navê Reşîd Ehmed jî balkişand ser girîngiya pêkanîna Şerê Gelê Şoreşgerî û wiha got: “Di şoreşê de divê em tenê weke temaşevan nemînin, ji bo em bikaribin vê şoreşê biparêzin divê gel weke ciyayekî ku nayê hilweşandin li pişta şervanên xwe be, girînge ku em weke gelekî şoreşger tevbigerin, hebûn û tekoşîna me li vir ne ji rêzê ye, em ji bo parastina axa xwe her wiha ji bo piştgiriya hêzên xwe yên leşkerî rojane asta berxwedanê bilindtir dikin.”

Reşîd da xuyakirin ku divê her kesê ku li wir dijî xwe bibîne şoreşger û axaftina xwe wiha qedand: “Cotkar beriya ku cotkar be divê şoreşger be, mamoste beriya ku mamoste be divê şoreşger be, rewşenbîr beriya her tiştî divê şoreşger be, ev tê wateya Şerê Gelê Şoreşgerî û ancax em wisa bikaribin nifşên li ser esasê Şerê Gelê Şoreşgerî bidin mezimkirin.”

WelatiyA bi navê Ayşe Qebelenî diyar kir ku bi rihê Şerê Gelê Şoreşgerî wê hemû pilanên dagirkeriyê têk biçin û wiha dirêjî da axftina xwe: “Tevahî gelê ku li vir jiyan dike weke şervanekî/ê kar û xebatê xwe dide meşandin, li hember êrîş û topbaranên ku rojane di ser me de tên, îrade û berxwedana ku li ser esasê Şerê Gelê Şoreşgerî dibe sîleha yekemîn a têkbirina armancên dagirkeriyê.”