Rojnameya Ronahî

Têkoşîna ku jin pêşenga wê be, serkeftina wê misoger e

Fener….

Idrîs Henan

Jinên Rojhilata Navîn bi dirêjahiya dîrokê re di nava têkoşînê de ne. Ti caran cudahiya etnîkî li ber armanc û reftarên têkoşînê nebûne asteng. Lewre zindîbûna civakên resen û berxwedana li hemberî asîmîlasyon û qirkirinên fîzîkî û derûnî, girêdayî sekna jinê bûn. Ev yek heya roja me ya îro, weke kevneşopî û misogeriya hebûneke azad derbasdar e.

Hemû demên ku çarenûsa gelan bûye mijara man û nemanê, têkoşîna ji bo mafên azadiya jin û civakê, weke goşt û neynûka ye û ev tekoşine veguheriye dengê Xatûna Dimdimê.

Jinên Kurd ên Rojhilatê Kurdistanê jî, ji demên Meşrûtiyetê, 1911`an, li ser herdu astên neteweyî û giştî, di nava têkoşîn û xebatên pêşeng ên birêxistinkirî li dijî mêtingeriyê bûn. Jinên rewşenbîr ên Kurd, gelek rêxistinên xweser ava kirin û bi serdema Rida Behlewî re, 1922`an, komeleyên neteweyî yên jinan damezirandin. Aramanca sereke ya vê pêşengiya dîrokî ew bû ku, mafên jinan ji destwerdana cinsiyetparêz werin parastin. Di vê pêvajoyê de, jinan gelek çalakî û perwerdeyên bi armanca fêrkirin û pêşxistina zanîn û têgihaştina jin, keç û zarokan meşandin. Ji bo jinên xizan li Îranê nexweşxane vekirin. Sala 1933`an, duyemîn kongreya Jinên Rojhilat li dar xistin. Lê piştî salekê, bi fermana Rida Şah re, karê komeleyê hate qedexekirin. Ev pêvajo bi tevlîbûneke xurt û bi hêz a jinên pêşeng, heya serdema rejîma Komara Îslamî ya Xumeynî, dewam dike. Di vê pêvajoyê de, ji ber hişmendiya zilamê serdest ya li dijî jinê, destwerdana xweseriya jinê bi awayekî gelek hovane hate kirin. Hemû mafên ku jinan bi têkoşîneke bêhempa bi dest xistibûn, hatin desteserkirin û li kêleka gelek biryarên ku azadiya jinê dorpêç dikin, zagona ferzkirina laçikê jî derxist. Wê çaxê jî, jinên Rojhilata Kurdistanê û Îranê, li dijî rejîma Wîlayet El-Feqîh bi mebesta dabînkirina mafên jinan û parastina destkfetiyên heyî, daketin qadan. Lê rejîma desthilatdar bi awayekî hov li dijî îradeya jinê derket û ew bizav tepisadin û çi destkeftiyên keda jinê hebûn, desteser kirin.

Lê ji ber misyoneriya dîrokî ya jinê, tevî hemû mudexeleyên rejîma faşîst a Îranê, jinan bi taybetmendiya xwe ya afrîner, ji nûve têkoşîna azadiyê nû kirin û gelek xwepêşandan, mitîng û hemleyên îmzeyan, li dijî yasayên li ser jinê hatine ferzkirin, organîze kirin.

Jinên Rojhilatê Kurdistanê pêşengtiya gelek serhildan û şoreşên gelêrî li Kurdistanê û Îranê kirin. Bi awayek çalak tevlî avabûna Komara Mehabadê bûn. Îro jî gelek rêxistinên jinên Kurd li Rojhilatê Kurdistan, Îran û derveyî welat hene. Yek jê, Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR), ji sala 2018`an ve xwedî proje û nexşerêyek ji bo çareserkirina pirsgirêkên jinan li Rojahilatê Kurdistanê û Îranê ye. Niha jî weke rêxistina herî bi hêz a jinan, li Îranê tê naskirin. Hemû jinên pêkhateyên Îranê û derveyî wê digire nava xwe.

Tevî têkoşîna dûrûdirêj a jinan li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê, ti carî hêza wê ya leşkerî, nîn bû. Lê îroj bi hezaran jinên endamên Hêzên Parastina Jin (HPJ), li rex wê Yekîneyên Rojhilatê Kurdistan (YRK), li dijî hişmendiya zilamê serdest li çiyayên Rojhilat, ji bo parastina mafên jinan şer dikin. Ne tenê Kurdan, hemû pêkhateyan dihewîne nava xwe.

Îroj raperînên li dijî kuştina Jîna Emînî weke werîsa darvekirinê li dora stûyê desthilatdariya baviksalarî ya Îranê, digere. Ew  teng bûye û li hemberî tekoşina bi pêşengiya jina azad, bê çare ma ye. Baş dizane ku çendîn bi rêbazên hovane êriş bike jî, nikare vîna jina serhildêr bişkêne. Têkoşîna ku jin pêşenga wê be, serkeftina wê misoger e.