Rojnameya Ronahî

Ciwan Mistefa: Qutkirina ava çemê Firatê sedema nexweşiya ye

 

Darîn Silê/Qamişlo

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya bakur û rojhilatê Sûriyê Ciwan Mistefa da zanîn ku sedema sereke ya belavbûna nexweşiya Kolêra(colera), qutkirina ava Firatê ye û got, divê her kes li gorî perspektîfên Desteya Tenduristiyê yên parastinê tev bigere.

Piştî 12 salan ji şerê Sûriyê, heriwha alozî û dorpêça li ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê, êdî li tevahî Sûriyê û li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nexweşiyên cuda derdikevin holê. Dema dawî jî ji ber kêmbûna rêjeya avê li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê, bi taybet qutkirina ava firatê ji aliyê dewleta Tirkî ya dagîrker ve, nexweşiya Kolêrayê derket holê. Rojbiroj jimara kesên ku bi kolêrayê dikevin zêdetir dibe û hin kes jî dighêjin rewşa mirinê.  

Li gorî Desteya Tenduristiyê ya bakur û rojhilatê Sûriyê diyar bû ku heta niha 43 rewşên nexweşiyê li gundewarê rojavayê Dêrazorê hatine tespîtkirin, li Reqayê 16, li Tebqayê 4, li herêma Cizîrê jî 15 ne ku piraniya wan li Hesekê ne. Herwiha jimara kesên ku ji ber Kolerayê mirine jî, li seranserê Bakur û Rojhilatê Sûriyê heta niha 16 kes bi Kolerayê jiiyana xwe ji dest dane. Li Dêrazorê 10, li Reqayê 2 kes, li herêma Şehbayê 2 û li herêma Cizîrê jî 2 kes bi Kolerayê mirine. Ev rewşên Kolerayê jî bi rêya têstan ji milê desteyê hatine tespîtkirin.

Têkildarî nexweşiya Kolêrayê û sedemê derketina nexweşiyê li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê, Hevserokê Desteya Tenduristiyê Dr. Ciwan Mistefa ji me re axivî.

`Qutkirina ava çemê Firatê wê gelek nexweşiyan bi xwe re bîne`

Ciwan Mistefa da zanîn ku sedema sereke ya belavbûna nexweşiyê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kêmbûna ava Firatê ye û axaftina xwe wiha domand: “Dewleta Tirkî ya dagîrker ji bilî êriş û bombebaranên bi balafirên bê mirov, gelek kiryarên din li ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê pêk tîne. Herwiha Çemê Firatê jî weke qaxezeke şer li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi kar tîne. Bi girtina ava çemê Firatê şerê gelê li herêmê dike. Ev yek jî dibe sedema derketina gelek nexweşiyên cûda yên weke laşmanya û Kolerayê. Qutkirina ava çemê Firatê û ziwabûna wî, wê gelek nexweşiyan bi xwe re bîne. Ji bo wê jî eger rewşa çemê Firatê wiha dewam bike, wê gelek nexweşiyên cûda derkevin holê.”

`Ava Firatê pirsgirêkeke cidî û pir bi xeter e`

Ciwan Mistefa tekez kir ku xeteriya kêmbûna ava çemê Firatê ne xeteriyeke herêmî tenê ye, xeteriyeke bi giştî ye û ev yek li axaftina xwe zêde kir: “Kêmbûna ava çemê Firatê bandorê li herêma Firatê tenê nake, lê belê bandorê li hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike, lewra girêdana van herêman bi hev heye. Ji bo wê jî ev birsgirêkeke cidî û pir bi xeter e, dibe ku di demên pêş de bandorê li milê Iraqê û rojhilata navîn bi giştî bike.”

Ciwan Mistefa li ser sedemê belavbûna nexwşiyê di nava welatiyan de wiha got: “Ji ber ku gelek welatî ava qirêj ji bo vexwarin û avdana sebzeyên xwe bi kar bînin, nexweşiyên weke Laşamaniya û Kolêrayê bi wan re çêdibe. Nexweşiya Kolera jî bi vexwarina ava qirêj û avdana sebze û fêkiyan bi vê avê tê belavkirin. Herwiha mîkroba kolerayê di ava qirêj de, an jî di xwarina sebze û fêkiyên ku bi ava qirêj hatine avdan, dikeve laşê mirov. Bi vî rengî nexweşî bi welatiyan re çêdibe.”

Ciwan Mistefa diyar kir ku herêmên herî zêde nexweşiya kolera belav bûye gundewarê rojavayê Dêrezorê ye û wiha pê da çû: “Li Reqa û Tebqayê jî hinek nexweşî hene û piraniya deverên belavbûna nexweşiyê li ser çemê Firatê ye. Herî dawî li Hesekê jî jimareke nexweşên Kolêrayê çêbûn.”

Nexweşên kolera divê lezgîn xwe bihigînin nexweşxanê’

Ciwan Mistefa destnîşan kir ku kolera bi awayekî bi lez belav dibe û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Kolêra nexweşiyeke giran e û eger neyê dermankirin di nava çend saetan de dibe sedema mirinê. Ji bo wê jî pêwîste welatî di milê paqijiya xwarin û ava vexwarinê de baldar bin û tenduristiya xwe biparêzin. Herwiha kesên ku nexweş bikeve jî, pêwîste bi awayekî lezgîn biçe nexweşxaneyê da ku di cih de were dermankirin û negihêje asta mirinê.”

`Pêwîste welatî di milê paqijiya xwarin û vexwarinê de baldar bin`

 

Ciwan Mistefa got, wek Desteya Tenduristiyê imkaniyatên me yên ji bo naskirin û demankirina nexeşiyê heta astekê heye û ev yek li axaftina xwe zêde kir: “Ev nexweşî ne nexweşiyeke nû ye, ji kevin de heye. Lê nû li herêmên me belav dibe, ji bo wê jî dermankirina nexweşiya Kolêra heye. Imkaniyatên me heta astekê hene, lê eger nexweşî zêde belav bibe, êdî wê xeteriyeke mezin ava bike û wê desteya Tenduristiyê bi tena xwe nikaribe rê li ber vê yekê bigre. Ji bo wê jî riya herî rast xwe ji xwarin û vexwarina ava qirêj parastin e. Da ku em nekevin xeteriya wê de.

Ciwan Mistefa da zanîn ku pêwîste saziyên avê û şaredarî jî roleke baş di parastina paqijiyê de bilîzin û wiha got: “Divê kesên ku zebzeyan bi ava qirêj av didin werin mûhasebekirin û biryarên hişk li hember wan werin derxistin. Herwiha divê şaredarî di milê paqijiyê de şopandineke baş bike û saziyên avê jî aveke paqij ji welatiyan re peyda bike.”

‘Li hember sûcên şer yên dewleta tirk bêden nebin’

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya bakur û rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mistefa di dawiyê de got, divê her kes li gor perspektîfên Desteya Tenduristiyê yên ji bo parastin tev bigere û ava qirêj venexwe. Heriwha Ciwan Mistefa bang li desteya Tendutistê ya cîhanî û Civata Navneteweyî kir ku zextekê li dewleta Tirkî ya dagîrker bikin, da ku ava firatê berde.