Monday, July 13, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

’Tişta ku dijmin nikarbe bike PDK’ê dike’

25/09/2022
in ROJEV
A A
’Tişta ku dijmin nikarbe bike PDK’ê dike’
Share on FacebookShare on Twitter

Şaho Gabar / Qamişlo

Ebdilmihdî Ehmed diyar kir ku Herêmên Prastinê yên Medya xeta parastina tevayiya Kurdistanê ye û got, divê gelê Kurd li herçar perçeyên Kurdistanê li dijî xiyaneta PDK’ê helwesteke xurt nîşan bidin û bêjin êdî bese ji xiyanetê re. 

Ji 17`ê Nîsana ve, artêşa Tirk a dagirker bi alîkariya PDK`ê li Başûrê Kurdistanê êrişî qadên gerîlayan dike. Li hemberî êrişan gerîla berxwedaneke bê hempa didin meşandin û derbên giran li artêşa tirk ya dagîrker dixin. Ji ber têkçûna dagîrkeriya tirkî li herêmên parastinê yên Medya, PDK’ê bi vekirina riyan li qadên gerîlayan dixwaze dorpêçê li ser gerîlayan çêke û artêşa Tirkan ji têkçûnê xelas bike.

Derbarê mijarê Endamê Desteya Rêveber Ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Ebdilmihdî  Ehmed ji me re axivî.

Ebdilmihdî  da xuyakirin ku PDK’ê ji destpêka dîroka xwe ve xeta xîyanete hilbijartiye û wiha got: “PDK’ê Her dem li pêşiya artêşa tirkî meşiyaye û rê nîşanî wê daye. Di êrişên dewleta tirkî yê dawî de jî, hevkariya PDK’ê bi dagîrkeriyê re ji her kesî re eşkere bûye. Îro bi vekirina riyan li pêşiya artêşa tirkî li qadên gerîlayan, PDK’ê rûyê xwe yê xîyanetê disa eşkere kir. Dema ku serdan di navbera berpirsên PDK’ê û rayedarên Tirkiyê de çêdibin, dewleta tirkî êrişên xwe yên ser qadên gerîlayan zêde dike. Xete berxwedanê û xeta xîyanetê ji gelê kurd re zelal bûye. Lê her dem xeta xîyanetê bin ketiye û wê bin bikeve.”

Ebdilmihdî diyar kir ku  ji destpêka damezrandina Tevgera Azadiyê ve, PDK’ê bi awayekî eşkere hevkariya dewleta tirkî ya dagîrker kiriye û wiha got: “Dewleta tirkî ya dagirker di demên dawiyê de li herêmên Parastinê yên Medya derbên giran ji gerîla  xwarin û gelek leşkerên wê hatin kuştin. Ji bo ku şikandina xwe ya veşêre, êrişên xwe li her derê zêde kirin.  Dewleta tirkî ji bo ku bihêsanî Kurdistanî  tevî dagîr bike, bi tevayiya hêz û çekên qedexekirî êrişên ser qadên gerîlayan dewam dike. Lê Ji ber  binketina dewleta tirk ew çareke din PDK  bi xwe re tevlî şerê gerîla dike. PDK’ê jî ji destpêka damezrandina Tevgera Azadiyê, rê ji tirkan rê vekiriye û alîkariya wan kiriye.”

’Herêmên Prastinê yên Medya  xeta parastina tevayiya Kurdistanê ye’

Ebdilmihdî  bal kişand ser têkoşîna Tevgera Azadiyê û axaftina xwe wiha domand: “Eger ne ji têkoşîna gerîlayên azadiyê ba, wê Tirkiyê Kurdistan bi giştî xistiba bi dagîrkeriya xwe de. Gerîlayên azadiyên û Herêmên parastinê yên Medya, xeta parastina tevayia Kurdistanê ne. Tirkiyê ji bo ku bi hêsanê bakur û rojhilatê Sûriyê, herwiha Başûrê Kurdistanê bi giştî dagîr bike bi tevayiya hêza xwe êrişî gerîlayan dike.”

’Dwiya xayînan dijwar e’’

Ebdilmihdî da zanîn ku hevkariya PDK’ê bi dagîrkeriya Tirkiyê re li ser başûrê Kurdistanê xeter e  û wiha dirêjî da xaftina xwe: “Dewleta tirkî ya faşîst ji ber têkçûyîna xwe, bi çekên nûkleerî êrişî qadên gerîla dike. PDK’ê dixwaze wan ji şkandinek mezin xelas bike û ji wan re riyan li qadên Gerîlayan vedike. Hevkariya PDK’ê bi Tirkan re li ser başûrê Kurdistanê pir xeter .PDK’ê rê ji Tirkan re vedike û alîkariya dijmin dike, bi vê kirina xwe eşkere dike ku ew xizmeta diminê gelê Kurd dike.”

’Divê gelê Kurd li hemberî kiryarên PDK’ê bêdeng nemîn e’

Endamê Desteya Rêveber Ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Ebdilmihdî  Ehmed da zanîn ku dewlete tirkî ya dagîrker dixwaze bi riya PDK’ê Kurdan qir bike û axaftina xwe wiha qedand: “Dewlete tirkî ya dagîrker dixwaze bi riya PDK’ê  şerê Kurdî – Kurdî derxe û Kurdan qir bike.  Gelek caran PDK’ê hewil da ku şerê birakujî derxe, lê gerîlayan rê li pêş pilanên wê digirtin. Divê gelê kurd li her çar perçeyên Kurdistanê li dijî xîyaneta PDK’ê bisekinin û wê hişyar bikin. Projeya Tirkiyê dagîrkirina Rojava û başûrê Kurdistanê ye û li hemberî wê divê Kurd hişyar bin û ji PDK’ê re bêjin, bese. Em bang PDK’ê dikin ku dest ji kiriyarên xwe berde û alîkariya dijminên Kurdan neke.”

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.