Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Jin Jiyan Azadî

25/09/2022
in QUNCIK NIVÎS
A A
4’ê Nîsanê
Share on FacebookShare on Twitter

Farûk Sakik

 

Rêber Apo dixwest şoreşa Kurdistanê bi şoreşa jinê re were nirxandin.  Di sala 2013’an de ji tevgera jinan re nameyek şand û di vê nameya xwe de got;  “formula ‘Jin Jiyan Azadî’ bidin fêrkirin û di heman demê de ji vê yekê re pêşengtî jî bikin.” Ji wê demê ve êdî ev dirûşm bû sembola têkoşîna jinan. Di serî de li Rojhilata Navîn li her deverî belav bû.

 

***

Qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî, li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, bû çûrîska raperîna gelan. Serhildana gelan a li hemberî zext û zilma dewleta Îranê, bi pêşengiya jinan pêk tê, li her deverî belav dibe.  Ji her qadê dengê ‘Jin Jiyan Azadî’ bilind dibe. Li dijî êrişên hêzên Îranê gel bi israr li ber xwe dide û daxwaza azadiyê dike.

 

Ev, eniya Îranê û Rojhilatê Kurdistan pêk hat bi vê derê sînorkirî nema. Bertekên li dijî qetilkirina Jîna Emînî, li hemû cîhanê belav bû. Jin daketin qadan û li her qadê dengê ‘Jin-Jiyan-Azadî  û Zen-Zendegi-Azadî’ bilind dibe.

 

Ev serhildanên jinan ên dîrokî ku roj bi roj xwe mezin dike, helbet ne wiha ji xwe de dest pê kiriye. Tevgera azadiya Kurd û jina Kurd ji vê serhildana jinan a gerdûnî re pêşengî dike. Rêber Apo di name û peyamên xwe yên der barê çareseriya pirsgirêka jina Kurd û jinên cîhanê, gelek nerînên dîrokî pêşkêşî jinan kirine. Jinên Kurd ev peyam girtin û li hemû cîhanê belav kirin. Ev xebat bûn sebep ku îroj li her deverî dengê ‘Jin Jiyan Azadî’ bilind dibe.

 

Roja ku Jîna Emînî hat kuştin, di heman kêliyan de li gelek deverên cîhanê jin dihatin qetilkirin. Ev raperîna ku jinên Kurd da destpêkirin wê pêşî li wan qetilkirina jinan bigire.

 

Li hemû parzemînên cîhanê, ji Amerîkaya Latîn bigire hetanî Afrîka,  li kongre û konferansê rêxistinên jinan de, li salonên xelatên Oskarê, li parlementoyên cîhanê, li stadyûmên lîstika fûtbolê de, dengê ‘Jin Jiyan Azadî’ bilind dibe. Ew serhildana ku li Îranê destpêkirî ne ji bo sîstema Îranê tinê biguhêrin in, di heman demê de ji bo ku hemû sîstem û zîhniyetên li dijî jinê ne werin guhertin e. Ji bo vê ev serhildana jina bû gerdûnî.

 

Her çiqas dewleta Îranê bi qetilkirinê bersiv da vê serhildanê jî, hin dewletên wek Tirkiyê jî dixwazin ji vê yekê sûd wergirin.  Tirkiye dixwaze ku aliyê serhildanên hemû jinan veşêre, kurdan û rejîma Îranê bîne beremberî hev. Dewleta Tirk a dagirker bi salan e, nikare li Qadên Parastina yên Medyayê bigihîje armanca xwe.  Îro dixwaze wê raperîna jinan, bi kar bîne û Îranê bixe nav tevgera êrişan da ku bigihîje armanca xwe.

 

Jinên kurd ji bo hişmedî û zîhniyeta dijbertiya jinan bide seknandin, têdikoşin. Ew roj Jîna Emînî nikaribû xwe biparêze. Lê qetilkirina wê bû sebep ku li her deverî jin dakevin qadan û doza mafê xwe yê parastinê bikin. Rejîmên totalîter dibe di kuştina jinan de israr bikin, lê jin jî heger di rêxistinbûna xwe de israr bikin, wê pêşî li van kuştinan bigirin. Piştî kuştina Jîna Emînî, êdî desthilatdar wê nikaribin wisa bi hêsanî jinan bikujin. Waye li ber qesrên wan, dengê ‘Jin Jiyan Azadî’ bilind dibe.

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.