Rojnameya Ronahî

`Xwedîderketina li Rêber Apo erkê civakê ye`

Bêrîtan Çiya-Qamişlo

Mihemd Emîn Neyîmî têkildarî tecrîda giran ya ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, diyar kir ku, dewleta tirk ji bo şkandina vîna gel, biryarên navneteweyî binpê dike. Herwiha Mihemed destnîşan kir ku, tevayîya cîhanê parêzer ji bo rakirina tecrîdê di nava liv û tevgerê de ne.

Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi vedana konan, bi meşên dirêj, bi daxuyaniyan, bi greva birçîbûnê, li seranserê cîhanê gelê azadîxwez bi taybet gelê Kurd, li kolanan ne. Dewleta tirk ya dagîrker bi armnca şkandina vîna gel, rojbiroj tecrîda ser Rêber Abdullah Ocalan, giran dike. Herwiha ji bo têkbirina projeya demokatîk, ji hemû aliyan êrişî gelê Kurd dike. Li hember van sucan gel li ber xwe dide û têkoşîna xwe xurttir dike.

Têkildarê mijarê endamê Yekîtiya Parêzera ya Kantona Cizîrê  Mihemed Emîn Neyîmî  ji rojnameya me re axivî.

`Doza Rêber Apo azadiya gelê bindest e`

Mihemed Emîn Neyîmî, diya kir ku ji bo rakirina tecrîdê parêzer li çar aliyên cîhanê di nava li û tevgerê de ne û axiftina xwe wiha domand: “Cîhan tev vê yekê dizane ku ji destpêka dîlgirtina Rêber Apo û heta roja îro, ti biryar û rêbazê girêdayî zagonên navneteweyî di nav de nînin. Dewleta tirk ya dagîrker bi armanca tinekirina gelê Kurd, tevayiya zagon û biryaran dewletên navneteweyî, bin pê dike. Bi taybetî li dijî Rêber Apo. Em wek parêzerên bakur û rojhilatê Sûriyê, bi yek dengî bi yek helwestê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, dixebitin û çalakiyên xwe li dar dixin. Lewra tiştê ku dewleta tirk li dijî Rêbertiyê dide meşandin, dijî zagonên cîhanê ye.”

Mihemed Neyîmî di nav gotinên xwe de got, çav û hêviya gel li ser parêzara ye ku, mafê Rêbertiyê ji hêzên serdest piparêzin, lê dîktatoriya dewleta çawa ti qanûnan nasnake, mafê parêzeran jî nas nake.

`Dîlgirtina Rêbertiyê neheqî û binpêkirina mafê mirovahiyê ye`

Parêzer Mihemed Emîn di axaftina xwe de bal kişand ser fikri û felsefeya Rêber Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha got: “Rêber Apo ne ji bo xwe, ew ji bo parastina mafê tevayîya gelên bindest bi taybetî gelê Kurd, li hember hêzên serdest, dest bi kar û xebatê kir. Jixwe ji bo ku hêzên serdest desthiladariya xwe li ser gelê Kurd bidomînin,, wan ji her tiştî mehrûm bikin, Rêber Apo bi Komployeke Navneteweyî bi bêbextî dîl girtin. Lewra fikir û felsefeya Rêbertiyê fikrekî dijî zilm û zordariyê ye; Fikrekî aşîtîxwaze.”

‘Parastina mafê Rêber Apo erkê me hemû parêzeran e’

Endamê Yekîtiya Parêzera ya Kantona Cizîrê  Mihemd Emîn Neyîmî axaftina xwe wiha bidawî kir: “Ji bo rakirina tecrîda giran ya ser Rêber Gelê Kurd Abdullah Ocalan, em wek parêzerên vî welatê, çi ji me bê xwestin em amade ne. Lewra doza Rêbertiyê jî parastina mafê gel e, karê me jî parastina mafê mirovahiyê ye. Ji tevayîya cîhanê re bi taybetî parêzerên cîhanê û yên serbixwe, banga min ji wan re ewe ku, kar û xebata xwe hîn bêtir bêş bikin, ji bo azadiya Rêber Apo têkoşîna xwe xurttir bikin. Lewra ji bo jiyaneke azad û birûmet, ev 23`ê sal in Rêbertiyê di nava çara dîwaran de li ber xwe dide. Divê em jî li keda Rêber Apo xwedî derkevin.