Rojnameya Ronahî

’Dagirkeriya Tirkiyê ji neçarî berê xwe da Şamê’

 

Navenda Nûçeyan / Qamişlo

Sîhanok Dîbo: lihevhatina bi dewleta Tirk ya dagirker re tê wateya erêkirina dagirkirina xaka Sûriyê û qebûlkirina binpêkirina serweriya wê.

Piştî civîna li Tehranê ya 19’ê Tîrmehê  ya di navbera serokên Rûsya, Îran û dewleta Tirk a dagirker de, herwiha civîna li Soçiyê ya di navbera serokê Rûsya Vladimîr Pûtîn û serokkomarê dewleta Tirk Recep Tayyîp Erdogan de, dewleta Tirk da xuyanîkirin ku ew dixwaze  lihevhatinekê  bi hikumeta Şamê re bike.

Li gorî agahiyên ku destgehên raghandinê yên girêdayî hikumeta Şamê belav kirîn, rayederên hikumeta Şamê ji bo lihevhatina bi dewleta Tirk re gelek şert danîn e û şertê sereke jî ewe ku hêzên dewleta Tirk a dagirker ji xaka Sûriyê derkevin û desteka bi komên çete re rawestîne. Di heman demê de behsa nûjenkirina Lihevkirina hevpeymana Edene(Adana)’yê tê kirin. Ev hevpeymane di sala 1998’an de di navbera hikumetên Şam û Enqereyê de hatibû îmzekirin, da ku dewleta Tirk hegemonyaya xwe li kûrahiya 30 km li ser xaka Sûriyê bisepîne.

Li ser mijarê endamê Desteya Rêveberi ya Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Sîhanok Dîbo, ji me re axivî.

Sîhanok Dîbo diyar kir ku dewleta Tirk ya dagirker bi rêveberiya Erdogan, projeyên xwe yên firehkirina dagirkeriyê ji her kesî re eşkere kiriye û wiha got: “Planên dewleta tirkî yên ji bo firehkirina dagirkeriya xaka Sûriyê ji her kesî re zelal e.  Destê dewêleta tirk di gelek dosyayên sûcan de heye ku ev sûce xeteriyê hemû Rojhilata Navîn çê dike. Herwiha hebûna artêşa dewleta tirk ya ne neqanûnî û dagîrker li gelek welatên Rojhilata Navîn, bû sedema zêdebûna kirîzan. Mînaka wê ya herî eşkere jî Sûriyê û Iraqê ye.”

’Dagirkeriya Tirkî ji neçarî  berê xwe da Şamê’

Sîhanok da zanîn Tirkiyê di pêvajoyeke xerab de derbas dibe û wiha got: “Pêvajoya zehmet ya ku dagirkeriya tirk tê de derbas dibe, ew neçar kir ku hin bîryaran bêyî îradeya xwe pêk bîne, wekî agahiyên li ser lihevatina wê bi hikumeta Şamê re. Tevî ku dewleta tirk ji neçarî berê xwe da hikumeta Şamê jî, lê ewê hewil bide ku pir tişt li gor berjewendiyên wê bên qebûlkirin. Weke ku şerê Ukranyayê ji bo berjewendiyên xwe wek kartek bi kar tine. Dewleta tirk ya dagirker her tiştî dike da ku dengên gelên Trkiyê di hibijartinan de bidest bixe û kirizên xwe yên navxweyî veşêre. ”

’Divê hikumeta Şamê ji tecrûbeyên berê sûd bigr e’

Sîhanok Dîbo da xuyakirin ku eger Tirkiyê bi rastî bixwaze kirîza Sûriyê çareser bibe , divê ji herêmên dagîrkirî  derkeve û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Girîngiya mijara  Sûriyê û çareseriya kirîza wê ti mafî nade ti kesî ku axa Sûriyê dagîr bike. Herwiha dubare arêkirina peymana Adana, tê wateya erêkirina ji dagirkirina xaka Sûriyê re û qebûlkirina binpêkirina serweriya Sûriyê. Divê hikumeta Şamê ji tecrûbeyên kevin fêr bibe. Tecrîbeya dewleta Iraqê li ber çavan e.”

’Kilîta çareseriyê  gelê Kurd e’

Endamê Desteya Rêveber ya Meclisa Sûriya Demokratîk ( MSD) Sîhanok Dîbo diyar kir ku ji bo ewlehî, aşitî û aramî li Rajhilata Navîn pêk bê, çareseriya pirsgirêka demokratîk pêwîste û axaftina xwe wiha qedand: “Beşa herî berfireh  ji çareseriya demokratîk ya herêmê re, çareseriya doza Kurd e. Lihevkirina di navbera Şam û Enqere de, ya ji bo qirkirina Kurdan wê  vê carê biser nekeve.”