Rojnameya Ronahî

’Jîna Emînî hêrsa jinên bindest vejîn kir’

Endama kordînasyona Kongira Star ya herêma Efrînê Elîf Mihemed diyar kir ku serhildana jinê li Rojhilatê Kurdistanê wê ji hemû cureyên Kuştin û hedefgirtina jin re bibe bersiv û got, tayê porê jinekê hemû bêexlaqî û ceheleta wan derxist holê.

Navenda Nûçeyan/ Şehba

Tevî  ku li cîhanê asta pêşketinên zanistê pir bilind bûye û rojane ewqas pêşketin di her aliyê jiyanê de çêdibin, lê hîn jî bi navê ol, eşîr, namûs û hin kovneşopên paşverû jin tê kuştin, hedefgirtin û rastî tevaiya cûreyeyên şidetê tê. Bi taybet li Rojhilata Navîn,  jin di bin navê îslamiyetê de tê fetisandin. Li dewletên bi moderniteya kapitalist tên rêvebirin û qaşo pir pêşketine jî, jin di nava sistema kapîtalist hatiye fetisandin û wek amûrekê tîcarî tê bi karanin. Li hemberî van kiryar û bêexlaqiya ku li Îran û Rojhilatê Kurdistanê li ser jinê tê meşandin, tevahî cîhanê çavên xwe girtiye û bêdeng dimîne. Lê, piştî kuştina Jîna Emînî helwesta jinan vegeriya serhildanên li dijî sîstema serdest ya zilam.

Li ser vê mijarê endama Kordînasyona Kongira Star ya herêma Efrînê Elîf Mihemed ji rojnameya me re axivî.

Sedsala 21 sedsala azadiya jinê ye’

Elîf Mihemed diyar kir ku di sedsala 21’ê de hedefgirtina jinê gihişte asteke pir bilind û wiha got: “Di sedsala 21’ê de êrîşên li ser jinê pir zêde bûn, ji ber ku di demên dawî de, hêza jinê zêdetir derket pêş. Jin bo bidestxistina mafên xwe bêdeng nema. Ji ber wê dixwazin bi  hedefgirtina jin, civakê hilweşînin û civakeke li ser esasê zihniyeta baviksalarî û kolekirina Jinê ava bikin.”

’Li ber çavê cîhanê Jîna Emînî hat kuştin’

Elîf Mihemed balkişand ser hovîtiya rejîma Îranê ya li dijî Jîna Emînî û wiha got: ” Polisên hikumeta Îranê di bin navê îslamiyet û ol’ê de, li ber çavê her kesê Jîna Emînî hat işkencekirin û di dawiyê de bi wehşiyet hat kûştin, ev kiryar û sûcên ku bi destê desthilatdariya Îranê di derheqê jinê de tên kirin, bi piştgiriya tevaiya desthilatdarên cîhanê ye.”

Bi hedefgirtina Jîna Emînî serhildan hat destpêkirin’

Elîf Mihemed tekez kir ku Jîna Emînî bu qêrîna tevahî jinên Kurd û yên bindest û wiha domand: “Bi kuştina  Jîna Emînî serhildan hat destpêkirin, ev serhildane bi pêşengtiya jinê di hundirê Îranê de tê kirin. Ev jî eşkere dike ku hêzên desthilatdar û şofînîst ji niha û pê ve nikarin li ber îradeya jinê bisekinin. Êdî dem dema rizgarkirina jin’ê  ji sîstema zilamê serdest e. Jîna Emînî  bû çirûska şoreşeke ku ne tenê jina Kurd di nava xwe de dihewîne, tevahî jinên cîhanê di nava xwe de dihewîn in.”

Endama Kordînasyona Kongira Star Elîf Mihemed da xuyakirin ku divê raya giştî çavê xwe ji qetikirina Jîna Emînî negre û axaftina xwe wiha qedand: “Li hember Şehadeta Jîna Emînî tu daxuyanî ji aliyê hikumeta Îranê ve nehat dayîn, di heman demê de ji aliyê raya gîştî jî tu helwesteke cidî çênebû, ev ne cara yekemîne ku jin li Îranê tê kuştin, ev jî hevkariya hemû desthilatên ku bi bi zîhniyeta zilamê serdest tê birêvebirin, bi sûcên Îranê re eşkere dike.”