Rojnameya Ronahî

HPC Jin : Parastina cewherî erkê bingehîn yê civakê ye

Rêveberiya Hêza Parastina Cewherî Ya herêma Efrînê, diyar kir ku rola jinê di nava Hêzên Parastina Cewherî de bingehîn e û got, armanca me ya sereke parastina civakê ye.

Zana Roj / Şehba

Ji ber parastina axa welat bingeha tevahî xebat û karê civakê ye,  pêwîstî bi avakirina hêzeke civakî ku gel bi xwe  parastina xwe bike hebû. Ji destpêka Şoreşa Rojava  ve,  parastina cewherî  hat avakirin û roleke mezin di parastina civakê de lîst. Herwiha ji ber ku jinê pêşengiya Şoreşê kir û hebûna xwe di tevayiya qadan de isbat kir, hebûna wê ya di nava Hêzên Parastina Cewherî de serkeftinek ji vê hêzê re bû.

Girêdayî vê mijarê rêveberiya Hêzên Parastina Cewherî ya Jin (HPCjin) herêma Efrînê Zeyneb Hecî ji rojnameya me re axivî.

Rizgarikirina Efrînê bingeha xebatê me ye

Zeyneb Hacî balkişand ser rêxistinkirina  HPC Jin ya piştî dagîrkina  û wiha pê da çû: ” Piştî dagirkirina Efrînê ji aliya dewleta tirk ya dagirker ve, pêwîstî bi nûrêxistikirina jinan hebû, ji ber wê me xebatên xwe bi serlêdana malbatan destpêkir. Her wiha me rêveberiyên jin yên qadan derxistin. Li ser vê bingehê me dest bi perwerdeyên bîrdozî û leşkerî yên ji jinê re kir. Xebatên xweser yên di nava Hêzên Cewherî de pêşketinên mezin bi dest xistin.  Hejmara endam û rêveberiyên jin yên HPC jin zêdeyî 200 kesan e.  Armanca me rizgarkirina jin û axa Efrînê  ye. Ji bo wê jî emê xebatê xwe dewam bikin.”

Şerê Gelê Şoreşger navenda xebatên me ye

Zeyneb diyar kir ku HPC Jin li ser bingeha Şerê gelê Şoreşgerî xwe bi rêxistin dike û wiha got: “Avakirina hêza Cewherî wekî gava yekemîn ya ber bi azadiyê ve tê pênase kirin. Ji bo bidestxistina mafên xwe yên rewa, bi taybet ji bo avakirina civakeke wekhev û azad, girînge ku jin di nava Hêza cewherî de cih bigire. Em HPC Jin,  li ser bingeha Şerê Gelê Şoreşgerî xebatên xwe birêve dibin, herwiha divê tevaiya gel li ser vê bingehê were birêxistin kirin.”

Jina azad hêza civakê ye

Zeyneb Hecî da zanîn ku armanca dijmin, xistina jinê ye û wiha got: “Ji ber ku jina azad hêza civakê ye, dijmin di asta yekemîn de hewil dide ku Şerê Taybet li ser jinê bide meşandin û jinê bêbandor bike, da ku bikaribe armanca xwe ya dagîrkirinê bidest bixe. Ji ber wê perwerdekirina jinê di nava Hêza Cewherî de pir girîng e. Me  zêdetirî 7 dewreyên akadîmî ji bo jina vekirin e.

Rêveberiya Hêzên Parastina Cewherî ya herêma Efrînê Zeyneb Hecî di dawîya axitina xwe de bal kişan ser girîngiya hêza cevherî û got, li hemberî teknîk û êrîşên ku rojane li ser herêmê me tên kirin,  amedekariyên me ji bo bersiva her êrişekê heye û me li gorî rewşa awarte xwe amade kiriye. Rêber Abdullah Ocalan gotiye ’Heta  her kes negihe hêza xwe ya cewherî, tu carî azadî pêk nayê’. Em jî li gor vê rastiyê tev digerin û li gor wê xwe amede dikin.”