Rojnameya Ronahî

Gerîla gel diparêze, PDK rêya qirkirina gel vedike

Dilîn Ehemd-Qamişlo

Têkildarê êrişên dewleta tirk ya dagîrker û sucên wê yên li dijî gelê herêmê, hevseroka PYD Eyhan Murad got, tiştê ku PDK dike, hêsankirina qirkirina gelê Kurd ji dijmin re ye.

Dewleta Tirk ya dagîrker bi armanca qirkirina gelê Kurd, êrişên xwe yê hovane ji 24’ê Nîsana 2021’an li ser herêmên Avaşîn, Zap û Matîna yên Herêmên Parastina Medyayê yên Başûrê Kurdistanê didomîne. Herwiha ji bo têkbirina rewşa ewleyiya herêmê ya rojavayê Kurdistanê jî, dewleta tirk bi belafirên xwe yên keşfê, sivîl û kesayetên xwecih dike hedefa xwe. Li dijî van êrişan, gelê azadîxwaz bi taybet gelê Kurd li seranserê cîhanê, çalakiyan li dar dixin û bang li dewletên navneteweyê û rêxistinên parastina mafê mirovan dikin ku, belafirên dewleta tirk û êrişên wê, li dijî gelê herêmê bi taybetî yên li dijî gelê Kurd, qedexe bikin.   

Têkildarî mijarê Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) ya bajarê Girkê Legê Eyham Murad diyar kir ku, dewleta tirk dixwaze temenê xwe li ser tinekirina gelê Kurd dirêj bike. Eyhan axaftina xwe wiha domand: “Gelê Kurd li ser gotina ‘berxwedan jiyan e’, mezin bû ye û li ser vê gotinê xwe bi rêxistin kiriye. Lewra bi hezarê sala ye, li hemberî êrişên dijmin yê hov li ber xwe dide û emê ti carî derfetê nedin dewleta tirk ya dagîrker, ne jî hevlbendên wê ku armanca xwe ya tinekirina gelê herêmê pêk bînin. Dewleta tirk ya dagîrker dixwaze hebûna xwe li ser tinebûna me ava bike. Armanca wî ji van êrişan zindîkirin û vegerandina împaratoriya Osmaniya ye.”

Eyhan Murad tekez kir ku, li dijî êrişên dewleta tirk ya dagîrker û bêdengiya cîhanê, wê heta dawiyê li ber xwe bidin û piştgiriya berxwedana gerîlayên azadiyê bikin.

`PDK’ê wê hesabek mezin bide gelê kurd`

Li ser berxwedana herêmên Avaşîn, Zap û Matîna yên Herêmên Parastina Medyayê, Eyhan destnîşan kir ku, divê gel bi hemû hêza xwe piştgiriya gerîlayên azadiyê bikin û wiha domnad: “Em tev di wê baweriyê dene ku yê gelê herêmê ji planên qirêj yê dewleta tirk biparêze, tevgera azadiyê û berxwedana gerîla ye. Partiya Demokartîk a Kurdistan (PDK)’ê berê belafirên dewleta tirk dide çiyayên me, ew dibe sedema şehîdxistina zarokên me. PDK bi destê dijmin, zarokên kurdan yên ku ji bo azadîya gelê xwe cane xwe feda kirin, dide kuştin. PDK`ê bi hevkariya xwe ya bi dewleta tirk re, riya qirkirina gelê Kurd ji dewleta tirk re, hêsan dike. Lê dive bizanibin, di dîrokê de ti car xiyanet bi ser neketi ye û ewê hesabek mezin bidi vî gelî.”

Eyham bang li dewletê navneteweyî kir ku, li ser êriş û sucê dewleta tirk ya li dijî gelê Kurd, çavê xwe vekin û erkê xwe yê parastina mafê mirova pêk bînin. Herwiha Eyhan diyar kir ku, gel bi helwesta xwe diyar dike ku dewleta tirk bi êrişên xwe, dixwaze vîna gelê herêmê bişkîne û aramiya herêmê jî têk bibe.

`Dewleta dagîrker pêşeroja civakê dike armanca xwe`

Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) ya bajrê Girkê Legê Eyham Murad axaftina xwe wiha bidawî kir: “Dewleta tirk ya dagîrker û xwînmêj, bi belafirên xwe yên keşfê, sivîl, jin, rêvebir û bi taybetî zarokan dike hedefa xwe, lewra zarok pêşeroja me ne. Şoreşa Rojava bi pêşengiya jinê û xwîna şehîdan bi ser ket, ji bo wê dewleta tirk di her êrişê de, jinê dike hedef. Dixwaze hêz û berxwedana jinan ya bi fikri û felsefeya Rêber Apo hatiye avakirin, bişkîne. Lê, bila dewlet tirk û heval bendên wê, baş bizanan ku wê ticarî nikaribin hêza gelê herêmê bi taybetî ya gelê Kurd û jinan, bi êrişên xwe yên hov, bişkîne. Ji bo têkbirina van plana banga min ji tevayîya gelan bi taybet jinan, ewe ku têkoşîna xwe xurttir bikin ta em Rêbertiya xwe azad bikin.”