Monday, July 13, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê sala xwendinê ya 2022-2023`yan dest pê kir

21/09/2022
in ROJEV
A A
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê sala xwendinê ya 2022-2023`yan dest pê kir
Share on FacebookShare on Twitter

 

Navenda Nûçeyan

Roja 18’ê Îlonê dibistanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê deriyên xwe li pêş xwendekaran vekirin ku dest bi sala nû ya xwendinê (2022-2023) bikin.

18’ê Îlonê Roja yekemîn a dewama dibistanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê dest pê kir. Ligel wê jî li ser paşxistina dema destpêkirina sala xwendinê li herêma Firatê ji ber topbarana dewleta Tirk a dagirker, metirsî hene.

 

Sala Xwendinê 30`ê Tebaxê, Dewama Xwendevana 18`ê Îlonê destpê kir

 

Desteya Perwerdeyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 30’yê Tebaxê de destpêkirina sala xwendinê ya 2022-2023’yan ragihandibû û eşkere kiribû ku 11’ê Îlonê roja yekemîn a dewama îdarî ye û 18’ê Îlonê jî roja yekemîn a dewama xwendekaran e.

Li gorî daneyên Desteya Perwerde û Fêrkirinê, 4 hezar û 700 dibistan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê amade ne ku pêşwaziya 878 hezar xwendekarên qonaxên seretayî, navîn û amadehî bikin.

Her wiha 61 hezar mamoste ji bo perwerdeyê di dewreyên perwerdeya havînê re yên li ser meteryal û rêbazên danûstandina bi xwendekaran re derbas bûn.

Xwendekar bi 3 zimanan perwerdeyê dibînin; erebî, kurdî û suryanî. Lê îsal waneyên êzdayetî û îslamê derbasî dibistanan bûn. Hemwextî wê amadekirina waneyên ola xiristiyantiyê jî tê kirin.

 

Tevî mercên zehmet amadekariyên vekirina dibistanan hatin temam kirin

 

Bi destpêkirina sala xwendinê desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Cizîrê pêwîstiyên dibistanê li 6 hezar xwendekarên kampên koçberên Serêkaniyê yên li bajarê Hesekê belav kirin.

Hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Cizîrê Rohat Xelîl çavdêriya xebatên belavkirinê kir. Pêwîstiyên ku hatine belavkirin jî ji pênûs, lênûs û rengan pêk dihat.

Tevî mercên zehmet û êrişên dewleta Tirk a dagirker û rewşa awarte ya ku Rêveberiya Xweser ragihandiye, lê proseya perwerdeyê dewam dike.

‘5 hezar û 596 xwendekar ji ber êriş û topbarana dewleta tirk ji xwandinê bêpar in’

Hejayî gotinêye ku li navçeyên Til Temir û Zirganê 3 hezar û 596 xwendekar ji xwendinê mehrûm in. Li navçeya Eyn Îsayê û gundewarên Girê Spî jî 2 hezar xwendekar ji perwerdeyê bêpar in. Li navçeya Şêrwayê 3 hezar xwendekar li 14 dibistanan tên belavkirin hema bêje ji xwendinê bêpar in. Ev xwendekar ji ber top û moşekên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li ser gund û dibistanan ji xwendinê bêpar in.

 

Çavkanî ANHA

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.