Rojnameya Ronahî

’Dewleta tirk wê hesabek pir mezin bide’

 

Şaho Gabar/ Qamişlo

Ebla Xelîl diyar kir ku Rêber Apo ji bo gelan hêviya azadiyê û jiyana demokratîk e û got, fikrê Rêbertî ne tenê ji bo gelê Kurd, wê ji bo tevaiya gelan, azadiyê bîne. Ji ber wê ji  deweta tirk re hesabek pir mezin bê xwastin.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji sala 1999’an ve bi komployeke navneteweyî hat girtin û li Girtîgeha Tîpa F ya li girava Îmraliyê di bin çavdêrî û di nava tecrîdeke pir tund û giran de dîl hatiye girtin. Roj bi roj tecrîda li ser wî hat girankirin, mafê herî xwezayî yê her girtiyeke asayî ku hevdîtina bi malbat û parêzerane jî, bi hêcetên bê bingeh tê bipêkirin.`

Herî dawî di 25’ê Adara 2021’an de bi birayê xwe Mehmet Ocalan re bi rêya telefonê hevdîtinek pêk aniye ku ew hevdîtin jî, di niviyê de hatiye astengkirin. Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî herî dawî piştî hevdîtina 7’ê Tebaxa 2019’an û heta niha hemû serlêdanên wan yên ji bo hevdîtinê, bê bersiv hatine hiştin. Her wiha tevî ku bersiv nehatiye dayin jî çendîn car cezayên kêyfî yên qedexeya hevdîtinan û tecrîdan li ser Rêber Apo tê ferzkirin.

Derbarê tecrîda li ser Rêber Apo, endama Desteya Rêveber ya Meclisa Zagonsaz ya herêma Cizîrê Ebla Xelîl ji me re axivî.

Ebal Xelîl tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo şermezar kir û wiha got: “Rêber APO, Rêber û hêviya hemû netewên bindest e, lê mixabin di roja îro de ji ber tirsa ji ramanên wî, tecrîdek girankirî li ser tê maşandin. Eger îro pêkhateyên Rojava û Bakur û Rojhilatê Suriye projeya Neteweya Demokratîk pêş xistin, berhemê fikirê Rêber APO ye. Êrişên ku li ser herêmên Parastina Medya, Şingal û Rojavayê Kurdistanê tên kirin, tev girêdayî tecrîda li ser Rêbertiyê ne.”

’Dewleta tirk wê hesabek pir mezin bide’

Ebal da zanîn ku Rêber Apo ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo hemû gelan Rêberê azadiyê ye û wiha got : “Rêber Apo ji bo gelan hêviya azadiyê û jiyana demokratîk û hevpar e. Tecrîda ku li ser Rêber Apo tê kirin, tê wateya êrîşa li hember paşeroja azad ya gelan. Dewleta Tirk a dagirker bila bizanibe her ku tecrîda li ser Rêber Apo giran bike, wê berdêlê wê giran be. Dewleta tirk dixwaze bi tecrîdê pêşiya têkçûn û tunebûna xwe bigre. Lê bila bizanin ku ne tenê desthilatariya xwe, wê her tiştên xwe jî winda bikin, wê bin bikevin û di bin de bimînin.”

Ebla da xuyakirin ku felsefeya jiyana azad û paradigmaya civaka demokratîk ku ji aliyê Rêber Apo ve hatiye danîn her diçe ji aliyên hemû gelan ve tê pejirandin û axaftina xwe wiha domand: “Fikir û felsefeya Rêber Apo ne tenê ji  gelê Kurd re, wê ji hemû gelan re azadiyê bîne. Wê projeya Neyeweya Demokratîk li tevayiya Rojhilata navîn belav bibe, hewldanên dewleta tirk ya dagîrker ya pêşîgirtina li ber fikir û felsefeya Rêber Apo jî, wê têk biçin.”

’Armanca tecrîdê pêşîgirtina li fikrê azade’

Ebal diyar kir ku armanca tecrîda ku dewleta Tirk dide meşandin pêşîgirtina li ber fikrên Rêber Apo ye û wiha got: “Dewleta Tirk dixweza Rêber Apo ji gelî wî û ji tevahî cîhanê qut bike. bi vê yekê hewl didin pêşî li ber Raman û felsefeya Rêber Apo bigirin. Ji ber ku felsefeya Serok Apo felsefeyekî demokrat û aştiyane ye û mifteya çareseriyên pirsgirêkên herêmê ye.”

 

Endama Desteya Rêveber ya Meclisa Zagonsaz ya herêma Cizîrê Ebla Xelîl axaftina xwe wiha qedand: “Em bang li hemû mirovahî û kesên aştîxwez dikin ku dengê xwe li dijî tecrîde li ser Îmraliyê bilind bikin, da ku ev sucê bê mirovahî bi dawî bibe. Herwiha bang gelê Kurd dikin ji bo azadiya Rêber Apo ya fîzîkî têkoşînê bilind bikin”