Rojnameya Ronahî

Rûken: Îran wê bi têkoşîna azadiyê ya jinan azad bibe

 

Navenda Nûçeyan/Qamişlo

Zerîn Rûken diyar kir ku rejîma Îranê bi êrîşa li dijî hêviya azadiyê ya jinan hewl dide ku mejî û ruhê wan teslîm bigire û got,  wê azadî bi hêza rêxistinî ya jinan bê Îranê.

Endama Konseya Rêveber a KJK’ê Zerîn Rûken li ser komkujiyên ku dewleta Îranê li jinan dike, ji Ajansa ANF’ê re axivî.

Zerîn Rûken diyar kir ku li Rojhilatê Kurdistanê-Îranê komkujiya jinê, destavêtin, nixumandina jinê, şerê qirkirina jinê yên li hemberî şoreşa jinê tê kirin, di heman demê de şerekî îdeolojîk e û got, Ev şerê îdeolojîk, êrîşeke plankirî ya stratejîk a modernîteya kapîtalîst e ku, di nava civakê, siyasetê, aboriyê, xwezayê, çand, hunerê, medyayê, perwerdeyê li dijî jinê dike. Radixe pêş çavan ku zayendîperestiya civakî gihîştiye asta herî bilind. Li Îranê jin li dijî vî mejiyî êdî li ber xwe didin. Dem ew dem e ku bi piştevaniya jinê, em hîn bi pêş ve biçin, rêxistiniya hevpar bikin.

’Divê gelên Îranê çalakiyên xwe xurt bikin û hesab bixwazin ’

Zerîn Rûken da xuyakirin ku têkoşîna jinê ya li Kurdistanê bi dirûşma ‘Jin, jiyan, azadî’ bûye xwedî nasnameyekê û wiha got: “Ev dirûşm êdî li tevahiya cîhanê bûye qîrîneke jiyana azad. Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, di meşên ji bo Jîna Emînî de mêr û jinan ev qîrîna azadiyê bilind kirin. Hêza ‘Jin, jiyan, azadî’ derseke mezin daye dewleta mêtinger. Gelên Îranî hemû divê li dora vê dirûşmê daxwaz û çareseriyê biafirînin û çalakiyên xwe hîn mezintir dewam bikin.”

Zerîn Rûken destnîşan kir ku dem hatiye mejiyê bi kuştina jinê, girtin, zext û komkujiyan dixwaze jinan bitepisîne bê rawestandin û got, Rejîma Îranê bi êrîşa li ser jinên têkoşer dixwaze civakê teslîm bigire. Her wiha bi êrîşa li dijî hêviya azadiyê ya jinan hewl dide ku mejî û ruhê wan teslîm bigire. Vê destavêtinê li jinên Îranî hemûyan ferz dike, rewa dike. Êrîşa bi hinceta hîcapê, peyameke. Divê bi xweparastinê hesab bê pirsîn.

’Îran wê bi têkoşîna azadiyê ya jinan azad bibe

Endama Konseya Rêveber a KJK’ê Zerîn Rûken destnîşan kir ku têkoşîna jinê ya li Îranê û Rojhilat gihîştiye asta têkoşîneke xurt û wiha got: “Li dijî rejîma Îranê ya mêtinger û dijminê jinan, li dijî vî mejiyê ku wezîfedarên dewletê yên taybet diparêze, îro gelê me li her devera Îranê û Rojhilat rabûye serhildanê. Azadî wê bi hêza rêxistinî ya jinan bê Îranê. Em sekna serhildanê silav dikin. Îran wê bi têkoşîna azadiyê ya jinan azad bibe.”