Rojnameya Ronahî

Ji bo tinekirina DAIŞ’ê, divê hesab ji AKP’ê bê xwestin

DILYAR CIZÎRÎ

Kampa Holê yek ji cihên herî metirsîdar ên DAIŞ’ê nifşekî nû tê de amade dike. Di vê kampê de jinên DAIŞ’ê yên ji gelek welatên cîhanê bi hemû rê û rêbazan hewl didin zarokan zêde bikin. Wan perwede bikin û nifşa nû amade bikin.

Li gorî belgeyan ji bo wê jî şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê bi hemû rêbazan kesên li dijî vê plana wan ba dikuştin. Di nava vê salê de herî kêm 44 kes bi awayekî hovane hatin kuştin.

Hêzên Ewlekariya Hindirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dema metirsî feriq kirin opersyona Mirovî û Ewlehiyê, dan destpêkirin. Di opersyona 24 rojan dewam kir de, 226 çete di nav de 36 jin bûn, hatin girtin. Her wiha miqdarek çek, çebilxane û her wekî din jî hatin desteserkirin. Di heman demê de gelek tûnel û cihên perwedeyê hatin rakirin.

Dema mirov encama opersyonê dibînin baş feriq bike di kampê de çeteyên DAIŞ’ê çi dikirin. Tişta herî xeter jî sîstema wan a perwedeyê û afirandina nifşekî nû ye. Hêzên QSD’ê û Rêveberiya Xweser piştî êrişa girtîgeha Sîna ya Hesekê biryar dabû pêngava duyemîn a opersyona Mirovî û ewlehiyê daba destpêkirin. Lê ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser xeta sînor û hedefgirtina bi balafirên bê mirov, opersyon hate paşdexistin.

Lê ji ber Rêveberiya Xweser xeteriya kampê feriq kir, tevî hemû şert û mercên heyî û êrişên dewleta Tirk opersyon hate destpêkirin û 24 rojan dewam kir. Koalîsyona Navdewletî ya li dijî DAIŞ’ê jî dema encamên opersyonê yên rojê ndestpêkê dîtin, ket navberê û piştgirî da opersyonê.

Di vê opersyonê de jî careke din gelek belgeyên piştgiriya dewleta Tirk û xwedîkirina wê ji DAIŞ’ê re derkete hole. Ji ber wê jî, roja Hêzên Ewlekariya Hundirîn, bidawîkirina pêngava duyemîn a Opersyona Mirovî û Ewlehiyê ragihand, dewleta Tirk roja din êrişî herêmên sînor ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir. Bi vê jî aciziya xwe ya têkçûyîna plana wan a di kampê de û têkçûyîna xetên ji DAIŞ’ê dihatin vekirin re, anî ziman. Rayedarên wan, dîn û har bûn.

Lê ev têkçûyîna DAIŞ’ê di Holê de, gaveke din li rêzetêkçûnên dewleta Tirk ên di hermê de ku bi opersyona Sondê ya li dijî sîxur û ajanan, her wiha têkçûyîna DAIŞ’ê ya di girtîgeha Sîna ya Hesekê de zêde kiriye. Ev hemû derbeyên li dijî siyasetên dewleta Tirk ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne. Di heman demê de serkeftinên xelkên Bakur û rojhilatê Sûriyê ye.

Tişta balkêş jî heta niha ne Amerîka û ne jî welatên din ên Koalîsyona navdewletî ya li dijî DAIŞ’ê yên li kampa Holê tevî daxuyaniya serkeftina Opersyona Mirovî û Ewlehiyê dan û piştgiriya xwe ya bi QSD’ê re anîn ziman jî, çavên xwe ji piştgiriya dewleta tirk a bi DAIŞ’ê re girtine û naxwazin vê piştgiriyê bibînin. Ji ber wê jî, hîn ji bo berjewendiyên xwe naxwazin bêjin, ji bo tunekirina DAIŞ’ê, divê hesab ji hikûmeta AKP’ê bê xwastin û rê li pêşiya wê nagirin. Heger ev ne be wê tunekirina DAIŞ’ê li Iraq û Sûriyê ne pêkan be.