Rojnameya Ronahî

Perwerdeya Civaka Demokratîk hîmê jiyana azad e

 

Zozan CIZÎRÎ

Roja îro ji bo her gelekê xebata herî girîng û bingehîn a nirxên dîroka civakî radestî nifşên nû bike, her wisa mayînde û domdar bike, perwerde ye. Şoreşa Rojavayê Kurdistanê ku wek çirûska azadiyê bi 19’ê Tîrmeha 2012’ê re mohra xwe li dîroka gelên Bakur-Rojhilatê Sûriyê xist, bi hişmendiya avakirina civakeke demokratîk-xweser derî li rêbazeke nû ya perwerdeya pir-zimanî û pir çandî vekir. Di dîroka Sûriyê de sala 1963’yê ango li ser dewra Hizba Baas di dibistanan de xwendina bi zimanê Kurdî hatibû qedexekirin, bi ser de kesên zimanê kurdî fêr dikirin jî, dihatin girtin. Rexmê gelek zext û astengkirinên Rejîma Baas jî, zana û rewşenbîrên Kurd ên wekî Seydayê Cegerxwîn, Osman Sebrî û hwd. xebatên xwe yên Kurdperwer bi israr domandin, ji nifşên me yên nû re gelek berhemên nivîskî-wêjeyî yên giranbuha hiştin. Gelê Rojavayê Kurdistanê yê bi hesreta azadî û demokrasiyê li dor bîrdoziya Rêber APO kom bûyî, tu caran dev hêviya azadiyê berneda. Lewre gava firsenda Şoreşa 19’ê Tîrmehê bi dest xist, bi hemû hêz û hebûna xwe gaveke dîrokî di warê pêşxistina sîstema perwerdeya civaka demokratîk de avêt. Piştî ked û xebata salan, bi taybetî Saziya Zimanê Kurdî ya Rojavayê Kurdistanê sala 2014’ê biryar girt ku, li dibistanên herêmên Xweseriya Demokratîk perwerdeya bi zimanê kurdî bidin. Wek berdewamiya vê xebata girîng, sala perwerdê ya 2015-2016’ê bernameya perwerdeya dibistanan fetilandin perwerdeya pir-zimanî. Vê gavê bala gelek dewrûberan kişand. Ji ber ku vê sîstema perwerdê ya nûjen, têgihîştina ku tevahî gel û pêkhateyên dikevin bin berpirsiyariya Rêveberiya Xweser, di dibistanan de girîngiyê bidin perwerdeya zimanê dayîkê, pêş xist. Di serî de Kurd, Asûrî-Sûryan her pêkhateyeke gelan dest bi xebata zimanê dayîkê kirin. Armanc ji vê ew bû ku, di serî de Sûriye, li giştî cîhanê êdî tu zimanek neyê windakirin, tu zimanek bi hişmendiya desthilatdariyê neyê bişaftin û înkarkirin. Li ser vê bingehê nimûneyek bê afirandin ku, her kes bibîne naskirina dewlemendiya pir-çandî û pirzimanî ya gelan sînorê tu welatekê xira nake; berevajî nakokiyan ji holê radike û aştiya civakî pêk tîne. Dema ev gava perwerdeya pir-zimanî li Rojavayê Kurdistanê hat destpêkirin, hinek dewrûberên ne razî, propagandayên ku “êdî Sûriye parçe dibe” belav kirin. Lê ji wê rojê heya niha -vaye îro jî dibistanên Bakur-Rojhilatê Sûriyê bi heman sîstema perwerdeya civaka demokratîk, hem jî bi asteke bilind ji dibistana dayîkê heta zanîngehan deriyê xwe ji bo sala perwerdê ya 2022-2023’yê vekir- vê rêbaza perwerdê bihêle Sûriyê parçe bike, hevgirtina gelên herêmê xurtir kiriye. Di encama vê pratîka berçav û serkeftî de pêwîste êdî rayedarên dewleta Sûriyê jî qenaet bi çareseriya Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyê bînin ku, meydan ji dewleta Tirk a dagirker-şerxwaz û çeteyên wê re nemîne. Îro li Bakur-Rojhilatê Sûriyê ev sîstema perwerdê ya nûjen bi navê tevahî gelên herêmê destkeftî û qezencek herî mezin e. Bi taybetî ji bo me Kurdan ev pêkhatina xewna dehê salan e. Elbet di destpêka vê xebata birûmet û netewî de bi sedan mamosteyên Kurd, Ereb, AsûrîSûryan ên welatparêz ked û berdêlên giranbuha dan. Ji mamosteyên Şoreşa Rojava şehîd Viyan Amara, Egîd Cîlo, Zozan Yûsif, Gulîstan Hesen, Rodî Hesen û Perwîn Hemo bûne pêşengên vê pêngava dîrokî ku, bi hêviyek mezin li rêza pêş cih girtin. Lewre her dayîk û bavekî li vê herêmê pêwîste qîmeta vê keda mamoste û kedkarên perwerdê yên destpêka Şoreşê bizanin, bi wê coş, heyecan û şanaziya destpêkê berê zarokên xwe bidin dibistanên xwe.