Rojnameya Ronahî

Fermandara YPJ’ê : Em bi hemû hêza xwe li kêleka jinên çalakvan yên Îranê ne

 

Navenda Nûçeyan-Qamişlo

Têkildarê qetilkirina jina Kurd ya bi navê Jîna Amînî, Endama Fermandariya Giştî ya YPJ’ê Rohilat Efrîn diyar kir ku, rêjîma Îranê nikara hêz û zanista jinê bi cilên reş wenda bike û got, em bi hemû hêza xwe ve li kêleka serhildanên jinên li Îranê ne. 

Ji bo qirkirin û şkandina vîn û hêza jinê, hêzên serdest polîtîkeyên herî qirêj li dijî jinê, didin meşandin. Yek ji wan, keça ciwan ya Kurd Jîna Emînî(22)  ye. 13’ê Îlonê li Tehranê dema Jîna Amînî dixwaze biçe mala xwe, bi bahaneya ku hinek pora wê di bin şarpê de derketiye, polisan xwast wê binçav bigrin. Lê, ji ber ku wê ew nêzîkatiya wan qebûl nekir, polisan bi şîddet û îşkence ew dîl girt. 3 rojan binçavkirî di bin îşkence û tûndiya polîsan de ma. Piştî 3 rojan ji ber birînên xwe li nexweşxaneya Tahranê jiyana xwe ji dest da.

Li dijî kuştina Jîna Amînî, li seranserê cîhanê û Rojhilatê Kurdistanê çalakiyên cuda hatin li dar xistin. Beşek ji partî, rêxistinên sivîl, kesayetên siyasî û civakî yên rojhilatê Kurdistanê, li dijî qetilkirina jina ciwan ya Kurd Jîna Amînî, dest bi greva giştî kirin.

Li ser mijarê Endama Fermandariya Giştî ya Yekêneyên Parastina Jin (YPJ) Rohilat Efrîn, ji rojnameya me re axivî û wiha bersiva pirsên me da.

Hûn sîstema rêjîma  Îranê û hiquqa wê ya li ser jinê çawa dinerxênin?

Sîstema Îranê bi taybet di derheqê jinê de, sêstemeke li ser zihniyeta zilamê serdest, hatiya avakirin. Polîtîka Îran’ê ya li hember jinê ku qaşo bi navê mafê parastina jinê bi nav dike, înkarkirina ziman, çand û hêza jinê ye. Li Îranê beramberî zanist û sekna jinê, ti maf jê re nehatine dayîn. Lewra em nikarin bêjin ku di Îranê de maf û parastina  jinê heye. Ji ber ku di Sîstema Îran de jin wek îrade nayê qebûlkirin û mirov dikare sîstema wê wiha pênase bike: Destpêkê qanûna Ayetulah Xaminayî tên di jêr de jî wezaretê wî hene, yê herî jêr gel e û yên herî kole jî, jin in. Ev rastî ne ji îro de, ji dîrokê de heta roja me ya îro, mirov dikare bêje di sîstema îranê de huqukekê ku jin wek îrade bê dîtin û bê parastin tine ye.

Çima di dîraka Îranê de sîstema wê her tim li dîjî azadiya jinê ye û şîddetekê pir alî li ser jinê heye. Ango polîtikaya wê ya li dijî jinê pir teybete, çima?

Di dîroka Îranê de, beriya sala 1979`an de di şoreşên Rojhilatê Kurdistanê de, serhildanên gel yên li dijî dîktatorî de,  jin xwedî hêz û rolekî pir girîng bû; di serhildanan de dibûn pêşeng û li hember dîktatoriyê, serê xwe bilind dikir. Herwiha jin parizvana ziman, çand û dîroka xwe bû.  Lewma jina kurd ya tekoşer, her tim di nava komara Îranê de xofekê çê dike. Ne tenê Îran, li her devera ku jina kurd serê xwe li hember dijmin bilind dike, tirsê di dilê hêzên serdets de çêdike. Ne tine jinên kurd jinên beluc, yên azerî yên faris xwe ji aliyê zanistê pêş xistiye. Rastiya zilamê serdest, rastiya komera Îranê lêkolin kirîne û vê sîstemê nas dikin. Herwiha seknek wan ya zanist li hember vê sîstemê heye. Di dirokê de jî em dibînin ku yê her tim di serhildan û şoreşa de pêşengîkirî jin e.

Lewma niha jî di sîstema Îranê de, yên ku her tim rastî îşkenceyê tên jin in, ji ber ku yê ku dikare azadiyê bidest bixe û gel ji dîktatoran rizgar bike jî, jin e.

Ev yek dibe sedem ku Îran û tevayîya hêzên serdest, ji hêza jinan bi taybetî jina Kurd, bitirsin. Ji bow ê rejîma îranê di bin nave ehleq de bêehleqiya herî mezin dike û ji her alî ve jinê dike hedef. Îran dizane ku li hember komera îranê ya faşîst, hêza ku siyasetekê alternatîf biparêze û civakê bi xwe re azad bike jin e. lewma jin jî her tim di hedefa wê de ye.

Di vê pêvajoyê de hinek serhildan û nerazîbûnê gel û jinan li dijî rejîma Îranê ya faşîst derketin, li hember van nerazîbûna, rejîma Îranê kete nava tirseke mezin û êrişî çalekvanan kir û teybet jî êriş û zextên li ser jina Kurd zêde kirin. Sedemê vê panika rejîmê çiye, çima teybet jina kurd dike hedef li ser qanunên xwe yên di bin navê namusê de?

Hikumeta Îranê  ji bo gel bike kolê xwe, siyaseta birçîbûnê dide meşandin, ta ku gel biçe ber wan û serî xwe bitewîne. Li hember vê siyasetê, nêzî 2 salane gelê rojhilatê Kurdistanê bi pêşengtiya jinê bi serhiladana, nerazîbûnên xwe nîşan didan. Ev serhildan tirseke pir mezin di hindirê rejima Îranê de çêkir. Lewra êrişî gel dikir û dixwest lezûbez dengê gel qut bike. Her tim li Îranê, li ku derê qêrînek çêdibe, rejîm bi êrişê û sêstema xwe qirêj, tevdigereç bi vî şêvazî Îran di bin navê qanûna şerîetê de, di bin navê namûsê de, bi sedan jin kuştine. Lewra yê ku dikare vê civakê ji koletiya rejimê rizgar bike jine, bi taybet jina kurd e. Ev jî dibe sedem ku jin bibe hedefa rejimê û hemû hêzên serdest.

Jinên Rojhilatê Kurdistanê li dijî Kuştina Jîna Emînî daketin qadan û şerpeyên xwe şewitandin porê xwe qut kirin. Li ser van bertekan hûn wek hêza Şoreşa Rojava van bertekan di kîjan astê de dibînin?

Jîna Emînî jî, nimûneyeke ji jinên ku li ser destê rejimê hatine kuştin e. Bi armanca xwedîderketin li xwîna Jîna, jinên rojhilatê Kurdistanê ji bo kuştina Jîna Emînî careke din dadikevin qadan û ji dîktatoriyê re, ji rejima Îslamî re dibêjin êdî bes e. Ev xwedîderketin parastina bingeha şoreşê ye. Çalakiya ku jinên rojhilatê Kurdistanê pê rabûn mirov dikare wek  çirûska şoreşeke bi pêşengtiya jinê, binav bike. Li  Xwedîderketina jina kurd Jîna Emînî û dikare bibe sedema despêkirina şoreşa rojhilatê Kurdistanê. Çimkî derketin kolana û rakirina şerpeyan û şewtandina wê, şewtandina mejiyê zilamê serdest e. Di çalakiyên bi vî rengî mirov yekparbûna rihê jin dibîne. Eger jin bi yek dengî bi yek rihî li hev xwedî derkevin, bê guman wê bi azadî bi ser kevin.

Wek YPJ`ê helwesta we ya li hemberî kiryarên rejima Îranê ya li dijî jinê çiye û bangewaziya we ya ji bo çalakvanên tekoşîn çiye? 

Di rewşeke wiha de ji bo her çar perçeyên Kurdistanê, herwiha ji bo tevayîya jinên cîhanê banga me ewe ku, xwe birêxistin kirin û xwe parastin, pir girîn û pêwîst e. Divê em ti carî teslîm nebin. Çawa em êşa xwe bi hev re par vedikin, divê gavên me yên ji bo azadiyê jî, bi hev re bin. Em wek YPJ’ê di şexsê jina kurd Jîna Emînî de, bi hemû hêza xwe ve li kêleka jinên çalakvan bin. Em di wê baweriyê de ne ku wê şoreşeke din, bi rengê jina Kurdistanê çê bibe. Em jî wek hêzeke jin, bi fikir û hizrên xwe bi hemû jinên têkoşer re ne û wan silav dikin.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

,